Heta niha çend koçber ji Herêma Kurdistanê vegeriyane?

03-01-2025
RÛDAW
Nîşan Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Sûriye Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku 948 koçber ji Herêma Kurdistanê vegeriyane Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da zanîn ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, 948 koçber ji Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê vegeriyane Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

105 ji wan koçberên ku vegeriyane navê xwe li cem Neteweyên Yekbûyî wekî penaber tomar kiriye.

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di daxuyaniyekê de anî ziman, ji dema ku rejîma Beşar Esed rûxiyaye ve, zêdetirî 115 hezar Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe ku piraniya wan ji Tirkiye û Urdinê vegeriyane.

UNHCR amaje bi wê yekê kir ku tenê ji Tirkiyeyê, di sê hefteyên borî de, 35 hezar û 113 penaberên Sûriyeyî bi dilê xwe vegeriyane.

Ji 8ê Kanûna Pêşîn ve, zêdetirî 22 hezar penaber ji Urdinê vegeriyane ku 3 hezar û 100 ji wan li cem UNHCRê navê xwe tomar kiriye.

Rayedarên Urdinî diyar dikin ku piraniya koçberên ku vegeriyane jin û zarok in.

UNHCR derbarê vegera koçberan a ji Herêma Kurdistanê ber bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji 8ê Kanûna Pêşîn heta 2yê Kanûna Paşîn, 948 kes bi rêya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê vegeriyane.

Hat ragihandin ku 105 koçberan navê xwe li cem UNHCRê wekî penaber tomar kiriye.

Li gorî UNHCR nêzîkî 664 hezar Sûriyeyî hîn li nav Sûriyeyê koçber in û piraniya koçberan jî xelkê parêzgehên Heleb û Îdlibê ne.

Herî kêm 486 hezar koçber vegeriyane deverên xwe ku piraniya wan vegeriyane Helebê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst