Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo di wê peywendiya telefonî de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî encam dan.
Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo di wê peywendiya telefonî de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Herwiha herdu aliyan di wê peywendiyê de tekezî li ser aramkirina rewşa navçeyê, nehiştina aloziyan, li ser xwe bûn û berdewambûna diyalogê kirin.
Mesrûr Barzanî jî derbarê hevdîtina li gel Pompeo lis er hesaba xwe ya Twîtterê ragihand ku wan dawîn bûyerên li Iraqê gotûbêj kirine herwiha li hev kirine li ser jinavbirina aloziyên li Iraqê bi rêya diyalogê.
I held talks this evening with @SecPompeo on recent events. We agreed on the importance of deescalating tensions in Iraq through restraint and dialogue- mb.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) January 3, 2020
Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî li ser hesaba xwe ragihand, “Di axaftina xwe ya îro li gel Mesrûr Barzanî de, me çalakiya duh a parastinê û soza bo kêmkirina aloziyan nîqaş kir. Ji bo hevbeşiya wî ya bi biryar min spasiya wî kir. Me li ser pêwîstiya berdewamiya hevkariya timî û nêzîk li hev kir.”
In my conversation today with @masrour_barzani, we discussed yesterday's defensive action and our commitment to de-escalation. I thanked him for his steadfast partnership. We agreed on the need for continued, close cooperation.
— Secretary Pompeo (@SecPompeo) January 3, 2020
Ev di demekê de ye ku şeva derbasbûyî, Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, di êrişeke firokeyên bê firokevan ên Amerîkayê de li Bexdayê hat kuştin.
Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê jî piştî kombûna li ser wê rewşê ragihand, “Di dem û cihekî guncaw de toleke dijwar dê were hildan.”
Herwiha Pentagonê jî ragihand ku ew dê 3 hezar 500 serbazên din jî bişînin Rojhilata Navîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse