Hêzên Rizgariya Efrînê li Basûtê bi rokêtan êrişî baregeha çekdaran kirin

02-12-2020
RÛDAW
Nîşan Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Basût Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku şervanên wan bi rokêtan pêgeheke çekdarên girêdayî Tirkiyê li navçeya Şêrawa kirin armanc.

Di daxuyaniyekê de ku li ser Twitterê hatiye weşandin, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandiye ku roja 27ê Mijdarê li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa hêzên wan çalakiyeke taybet li dijî çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê encam dane.

HRE diyar kiriye, ku şervanên wan baregeheke çekdarên komên ser bi opozisyona Sûriyê ve kirine armanc û di wê çalakiyê de 5 çekdar hatine kuştin û 4 otomobîlên wan jî hatine jinavbirin.

HRE wiha gotiye: “Li roja 27ê Mijdarê, li gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek taybet lidarxistin. Di vê çalakiyê de baregehek çeteyan hat hedefgirtin û di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 4 maşîne jî hatin îmhakirin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê dîmenên vîdyoyî yên êrîşa xwe ya li gundê Basûtê bo ser baregeheke çekdaran jî belav kirine û di dîmenan de tê xuyakirin, ku di êrişê de sê rokêt tên bikaranîn.

Yek ji wan rokêtan li avahiyekê dikeve û du rokêtên din jî otomobîlên li baregeha çekdaran dikevin.

Li aliyekê din, Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan kiriye, ku di heman rojê de, çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîşî gundê Kîmarê kirine û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Hêzên Rizgariya Efrînê jî, hêzeke çekdar e ku piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê û kontrolkirina wê herêma Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, hatiye avakirin. Endamên HRE ji xelkê Efrînê bi xwe pêk tên û weke xwe ragihandine, armanca wê rizgarkirina herêmê ye.

Ji dema ku Efrîn ketiye bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar, tenê herêma Şehbayê di destê hêzên Kurdî de maye û bi dehan hezar kes ji xelkê Efrînê jî ku ji ber êrîşa Tirkiyê, ji herêma xwe koçber bûne, li pênc kampên li Şehbayê bicih bûne.

Ji bilî Şehbayê, 12 gundên ser bi Efrînê jî di kontrola hêzên Kurdî de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst