Sûriyeyê deriyê bi Rêveberiya Xweser re dîsa vekir

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Hikûmeta Sûriyeyê Deriyê Tayhayê Minbic
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyeyê deriyê Tayhayê yê bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re dîsa vekir.

Deriyê Tayhayê li bajarê Minbicê ye û di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de ye.

Ev demek bû ew derî hatibû girtin lê niha ew dîsa hat vekirin.

Piştî vekirina Deriyê Tayhayê êdî çûna ji Kobanî ji bo Helebê gelekî rihet bû.

Di navbera Kobanî û Helebê de nêzîkî 165 km hene.

Bberî ku ew derî were vekirin, kesên ku ji Kobanî diçûne Helebê di ser Tebqe re diçûn, wê jî bêhtirî 8 saatan dirêj dikir lê niha tenê 3 saatan dirêj dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst