Rêveberiya Xweser hişyarî da hikûmetê: ‘Dê teqîneke civakî çêbibe'

15-12-2023
Nîşan Rêveberiya Xweser Heleb Dorpêç Hişyarî Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihand, “Eger hikûmet dorpêça li ser Şehba û taxên Kurdan ên li Helebê raneke dê teqîneke civakî çêbibe.”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, hişyarî da Hikûmeta Sûriyeyê got ku eger ew dorpêça xwe ya li ser navçeya Şehbayê û taxên Kurdan ên li Helebê raneke dê teqîneke civakî çêbibe.

Ev hişyarî ji aliyê Alîkarê Hevserokatiya Encûmena Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer ve hat dayîn.

Koçer eşkere kir ku wan çend caran bi Şamê re ev pirsgirêka dorpêça li ser Şehba û taxên Kurdan ên li Helebê gotûbêj kiriye.

Hesen Koçer destnîşan kir ku Hikûmeta Sûriyeyê ti bersiva erênî nedaye û dorpêça xwe domandiye.

“Dê teqîneke civakî çêbibe”

Koçer bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir ku dev ji siyaseta dorpêçkirina herêmên Kurdan û birçîhiştina xelkê sivîl berde û got, “Eger na dê teqîneke civakî çêbibe li dijî hikûmetê.”

Ev zêdeyî du salan e Firqeya 4an a artêşa Sûriyeyê navçeya Şehbayê û taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiye dorpêç kirine.

Di encama vê dorpêçê de rewşa aborî, tenduristî û debara xelkê sivîl zêde xirab bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst