Li Minbicê di êrîşeke artêşa Tirkiyê de şervanekî HSDê canê xwe ji dest da

13-06-2023
RÛDAW
Nîşan Minbic HSD Şervan Encûmena Leşkerî ya Minbicê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê di topbarana artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest da.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ye, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku êvara Sêşemê 13ê Hezîrana 2023yan, artêşa Tirkiyê gundewarê Minbicê yê li bakurê Sûriyê topbaran kiriye.

Li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê di wê topbarana li ser gundewarê rojhilatê Minbic, li derdora Pira Qereqozaq, xaleke Encûmena Leşkerî ya Minbic hate armanckirin û endamekî wan canê xwe ji dest da û endamekî din jî birîndar bûye.

Di heman daxuyaniyê hat ediyarkirin ku artêşa Tirkiyê gundê Eltoxar ê li bakurê bajarê Minbic topbaran kiriye û ziyan gihandiye zeviyên cotkaran.

Êvara Sêşemê 13 Hezîranê, gundewarên Şehba û Til Refeet jî li bakurê Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye topbarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst