Siûd Misto: Mîrê Kurdên Êzidî dê kesekî li cihê Babe Şêx diyar bike

02-10-2020
RÛDAW
Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, Siûd Misto
Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, Siûd Misto
Nîşan Kurdistan Kurdên Êzidî Babe Şêx
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, Siûd Misto ragihand, koça dawî ya Babe Şêx zirareke mezin e ji bo Kurdistanê û Êzidxanê, ji ber ku ew sembola pêkvejiyanê bû û ti ferq û cudahî di navbera olan de nekir. Siûd Misto herwiha diyar kir, Mîrê Êzidiyan bi şêwira li gel Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî û hemû civaka Êzidî dê kesekî li cihê Babe Şêx diyar bike.

Siûd Misto, Babe Şêx weke “sembola pêkvejiyanê li Kurdistanê” bi nav kir û diyar kir, Babe Şêx herdem aliyê tifaq û tebayiyê û xêrxwaziyê bû, bêyî ti ferq û cudahî di navbera netewe û mezheban de.

Misot got: “Wefata Babe Şêx zirareke gelek mezin e bo civaka Kurdistanê û êzidiyên Kurdistanê, Iraqê û seranserî cîhanê, ji ber hindê em dibêjin bila serê Kurdistanê sax be, serê Êzidxanê sax be.”

Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, derbarê şûngirê Babe Şêx de jî ragihand, mekanîzma diyarkirina kesekî li cihê Babe Şêx, di destê Mîr de ye û Mîrê Êzidiyan dê kesekî li cihê wî diyar bike.

Siûd Misto got, Mîrê Êzidiyan bi şêwira li gel Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî û hemû civaka Êzidî dê kesekî li cihê Babe Şêx diyar bike.

Misot derbarê taybetmendiya şûngirê Babe Şêx de jî axivî û got, “divê ew kes kesekî aştîxwaz be, aştî û tifaqa civakî yek ji armancên wî yên serekî be bêyî ferq û cudahî, kesekî xêrxwaz be, kesekî zana ba derbarê olî de, derbarê tekstên ola êzidiyan de.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Misot got, “ev tex weke diyar e ji mala Şêx Fexrî ye, çimku ew sicadeya wan e, Mîr kesekî xwe berhev kirî bo vî postî, dê wî hilbijêre, bi şêwira li gel Civata Rûhanî, li gel lijna şêwirdar û li gel kesanên zanayên taybetmend û maqolên Êzidî.”

Siûd Misto tekez kir, hêj ti biryar derbarê diyarkirina kesekî li cihê Babe Şêx nehatiye dan.

Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî destnîşan kir, Babe Şêx rêberê rûhî yê Kurdên Êzidî bû û serpreştiya hemû merasimên olî yên Êzidiyan dikir.

Bi gotina Siûd Misto, Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî ji 5 kesan pêk tê, ku Mîr serpireştiya wê dike û Babê Şêx, Peşîmamê, Şêxê Wezîr û Serokê Qewalan endamên wê civatê ne.

Piştî êrîşa 3ê Tebaxa DAIŞê bo ser Şingalê, ku bi hezaran keç, jin û zarokên Kurdên Êzidî wek exsîr ketin destê çekdarên wê rêxistina tundrew a îslamî, mijara rizgarkirina wan keç û jinan û pirsa qebûlkirina wan di nav civaka Kurdên Êzidî de bûbû mijarek serekî.

Siûd Misto, Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî dibêje, Babe Şêx ji bo pêşwazîkirina li wan keç û jinan “biryareke dîrokî” da û ji malbatên wan keç û jinan xwast, ku careke din himbêza xwe ji wan re vekin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst