Li Amedê bi piştevaniya RSFê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegeriya Kurdî hat vekirin

02-09-2021
Aydin Bayram @aydn_byram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Botan Internationalê ligel Rojnamegerên Sînornenas (RSF)  li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ofîsa perwerdekirinê û stûdyoya deng tomarkirinê vekir.

Herdu rêxistinan Botan Internationalê û RSFê 28ê Tebaxa 2021ê (28.08) di bernameya “şeva vekirinê” de îlan kir ku ofîsa wan dest bi karê xwe kiriye. 

Li gor sîstema perwerdekirinê ya Tirkiyê perwerdeya rojnamegeriya kurdî qedexe ye. Lê belê kargeh ne qedexe ne. Botan International bi kargehan perwerdeya rojnamegeriya kurdî dide.

Di kargehê de nûçegihanên ji medyaya navneteweyî wek New York Times, The Guardian, SBS, VOA, AFP, Reuters û ji hinek medyaên Kurdî û Tirkî nûçegihanan teknîk û tecrûbeyên xwe bi zimanê kurdî pêşkêş kirin.

Rojnamegerên Sînornenas ew rêxistin e ku navenda wê li Parîsê ye û nenerê wê yê daîmî li Neteweyên Yekbûyî heye.

Avakarê Botan Internationalê, Murat Bayram ji Rûdawê diyar kir ku “ev gaveka welê ye ku dê di dîroka rojnamegerîya kurdî de cihê xwe bigire. Cara yekem e li Bakur saziyeka perwerdeya rojnamegerîya kurdî vedibe. Ev gaveka derengmayî û heqekê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve binpêkirî ye.”

Botan Internationalê ji dersên dersdaran e-pirtûka Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal amade kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst