Îsal li Şingalê Cejna Çilê Havînê nehat kirin

02-08-2021
RÛDAW
Merasimeke pêştir a Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzdî ku di 2019 de hatibû lidarxistin. Wêne: Rûdaw
Merasimeke pêştir a Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzdî ku di 2019 de hatibû lidarxistin. Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzdî Şingal Cejna Çilê Havînê
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Îro 2ê Tebaxa 2021an, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzdî ye û ji bo pîrozkirina cejnê merasimên taybet tên lidarxistin. Lê peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim dibêje, îsal ji ber karesata 3ê Tebaxê, Cejna Çilê Havînê nehat kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, piştî êrişa DAIŞê bo ser Şingalê di sala 2014 de, Êzdiyên Şingalê weke berê bi coş û kelecan Cejna Çilê Havînê pîroz nakin, ji ber ku dibêjin, di sala 2014 de rojek piştî cejnê DAIŞê êrişî Şingalê kir û karesateke mezin hate serê Êzdiyan û gelek kes hatin kuştin.

Tehsîn Qasim diyar kir, îsal li Şingalê Cejna Çilê Havînê nehat gêrandin û got, ji bo merasima 3ê Tebaxê û bîranîna qurbaniyên êrişa DAIŞê, hin merasim li Şingalê hatine organîzekirin.

Bi boneya karesata 3ê Tebaxa 2014an, îro danê êvarê merasimek li Durêyana Herdan, merasimek li bajarokê Gir Uzêr, merasimek li Komelgeha Sîba Şêx Xidir, merasimek li Qina Mêrka ku li wê derê gelek kes hatibûne kuştin û 6 gorên bi kom lê hene, tên lidarxistin û biryare êvara îro ji bo bîranîna qurbaniyan mûm bên vêxistin.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, sibe 3ê Tebaxê di salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê de, hin merasim dê li Şingalê û bajarokên derdorê bêne sazkirin.

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, Cejna Çilê Havînê li cem kesayetên olî yên Êzdî gelek pîroz û giring e û di wê cejnê de oldar û kesayetên olî yên Êzdî, çil rojan bi rojî dibin ku ji wan re dibêjin Çilegir.

Êzdî herwiha 2ê Sibata her salekê, Cejna Çilê Zivistanê jî pîroz dikin.

Di herdu çileyan de, Êzdî û bi taybet kesayetên olî yên Êzdî bo dema çil rojan rojî digirin, ku ji wan re dibêjin Çilegir. Herwiha eger bo dema 20 salan kesek çil rojiyên herdu çileyên Havîn û Zivistanê bigire, jê re dibêjin Çilxan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst