3 xortên Kurd li Urmiyê hatin bidarvekirin

02-08-2021
RÛDAW
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro serê sibê 3 welatiyên Kurd li girtîgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê desthilata Îranê ve bi tometa bazirganîkirina bi maddeyên hişber hatin bidarvekirin.

Navenda Mafê Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê ragihand, her yek ji Eskender Zarih xelkê gundê Zindeşta Selmasê, Hemze Rizayê ji gundê Qesrikê û Sipêhr Ebasî ji gundê Tolikê yê Urmiyê , îro li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine bidarvekirin.

Ew hersê girtiyên Kurd Roja Yekşemê bo odeya takekesî hatibûn veguhastin û rêxistinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihandibûn, metirsî heye ku ew sê kes bêne sêdaredan.

Ew kes pêştir li ser bazirganiya bi madeyên hişber hatibûne girtin û bi heman tometê cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Çavkaniyên xwecihî li Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, hejmarek ji xizm û kesûkarên wan hersê girtiyan îro serê sibê li pêşiya avahiya girtîgeha Urmiyê kom bûn, lê hêzên ewlekariyê yên Îranê ew kombûn belav kir û dest bi ser telefonên hejmarek kesan de jî girtin.

Li gor agahiyan, piştî ku hatin bidarvekirin, termên wan hersê welatiyên Kurd îro radestî malbatên wan hatin kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst