Li Urmiyeyê 15 DAIŞî hatin girtin: Piraniya wan Sûriyeyî ne

25-09-2023
RÛDAW
Li Urmiyeyê 15 DAIŞî hatin girtin
Li Urmiyeyê 15 DAIŞî hatin girtin
Nîşan Urmiye DAIŞ Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê 15 kes bi tohmeta ku alîkariya DAIŞê kirine û plana dikirin ku teqînan li Tehranê pêk bînin hatine girtin.

Wezareta Îtilaatê ya Îranê ragihand ku wan 28 kesên ku xwestine li Tehranê teqînan bikin desteser kirine.

Li gorî Îtilaatê, hinek kesên ku hatine desteserkirin li Sûriyeyê di nav grûpên cîhadî de bûne, yên din jî li Efxanistan, Pakistan û Herêma Kurdistanê bûne.

Serokê Desthilata Dadweriyê ya Urmiyê Nasir Etebatî diyar kir ku 15 kes ji Urmiyeyê hatine deteserkirin û gelek çek, teqemenî, êlekên teqemenî û amûrên din bi wan re hatine girtin.

Pisporê ewlehiyê Fethullah Kelanterî got "Awayê karê wan wiha bû ku zincîrek teqînan li nav bajarê Tehranê bikin, cihên hestyar bikin armanc.

Dixwestin wiha nîşan bidin ku asayîş li Îranê nîne û atmosfereke ne ewle dijî Îranê çêbikin."

Pisporê ewlehiyê Esxer Zariî wiha axivî, "Çek û teqemeniyên wan zêde aloz û pêşketî bûn.

Modemên wan, bombeyên pênc kîloyî bûn ku şiyana teqînên wan gelekî bihêz bû.

Di dema desteserkirina êlekên bombekirî de du kes ji hêzên emnî birîndar bûn."

Li gor Wezareta Îtilaatê ya Îranê, ew kesên ku li parêzgehên Elburz, Tehran û Urmiyeyê hatine desteserkirin, xwestine li cihên qerebalix ên Tehranê teqînan bikin.

Fethullah Kelanterî got, "Ew projeya terorîstî ya xwestine birêve bibin, nîşan dide ku ew ji aliyê rejîma siyonîst ve hatine piştîvanîkirin û projeya cîbicîkirinê jî rejîma siyonîst nivîsiye lê cîbicîkirina wê ji bo DAIŞê hatiye dayîn.

Bê guman dibêjim, hêzên emnî yên Îranê ku xwedî şiyanên istixbaratî û sîxurî ne wiha kirin ev tişt çênebe."

Berî demekê li Şîrazê êrişî ser navenda olî ya Şahçiraxê hatibû kirin.

Îranê gotibû ev karê DAIŞê ye. Par jî êrîşî ser Şahçiraxê hatibû kirin, dîsan Îranê gotibû DAIŞê kiriye.

Sala 2017an jî êrişî Parlamnetoya Îranê û sala 2018an êrişî nimayîşeke serbazî ya li Ehwazê hatibû kirin ku bi dehan kes tê de hatibûn kuştin.

DAIŞê berpirsyariya wan êrişan li xwe girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst