Hinardeya Bakurê Kurdistanê ji %16 zêde bûye

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan GAIB Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Hinardekarên Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GAIB) ragihand ku hinardeya kompanyayên endamên wan di Gulana 2023ê de li gor heman meha sala par %16.6 zêde bûye û gihiştiye milyarek û 3 milyon û 114 hezar dolaran.

Serokê Koordînatoriya GAIBê Ahmet Fikret Kileci amarên hinardeya meha Gulanê ya 2023ê eşkere kirin û got, hinardeya herêmê ku piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê daketibû, careke din bilind bûye.

Fikret Kileci got: “Piştî erdhejê hinardeya me heta %40 daket. Di meha Gulanê de hinardeya me milyarek dolar derbas kir û ez ji vê yekê kêfxweş im.”

Parêzgeha Dîlokê, di nav bajaran de di rêza yekem de cih girt. Dîlokê di meha Gulanê de hinardeya xwe li gor heman meha sala par %19.7 zêde kir û bi 872 milyon û 262 hezar dolaran hinarde kir. Piştî Dîlok bajarên, Mereş, Mêrdîn, Meletî, Riha, Amed, Kilîs û Semsûr hatin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst