AMED - Parêzgarê Hewlêrê PSK ziyaret kir

02-05-2024
Nîşan Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw PSK Amed Ziyaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw Partîya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) ziyaret kir.

Umêd Xoşnaw û şandeya pê re ev çend roj in li Ameda Bakurê Kurdistanê ne.

Serokê PSKyê Bayram Bozyel kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Umêd Xoşnaw anî zimên kir bal kişand ser girîngiya diyaloga di navbera partiyên Kurdan de.

Li gorî Buroya PSKyê ya Çapemeniyê, Bozyel di axaftina xwe de eşkere kir:

“Pirsa Kurd û Kurdistanê wekî berê îro jî li heremê pirsa sereke ye.

Mijara hemî hewldan û trafîka diplomasiyên li herêmê pirsa Kurd e.

Hatûçûnên Enqere, Bexda û Hewlêrê jî bi mijara Kurd ve eleqedar in.”

“Şer bû sedema krîzeke mezin a siyasî û aborî”

Bozyel bal kişand ser şer û şideta ku piştî 2015an zêde bûye û got:

“Ev şer û şideta ku piştê sala 2015an zêde bû, tenê xesar neda gelê Kurd, herwisa li Tirkiyeyê jî bû sedema krîzeke mezin a siyasî û aborî.

Em encamên siyaseta şer û şidetê di hilbijartinê 31ê Adarê de dibînin.

Sedema ku AKP di hilbijartinan de ket rêza diduyan siyaseta şer a dijîKurd bû.”

Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de behsa hewldanên ji bo destûreke nû kir û da zanîn:

“Divê aliyên Kurd pêvajoya destûra nû wekî derfetekê bi kar bînin û ji bo ku dawxazên miletê Kurd di desturê de cih bigrin bi yekdengî hereket bikin.”

“Paşeroja çar parçeyên Kurdistanê her ku diçe nêzîkî hev dibe”

Bayram Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de behsa egera pêvajoyeke nû kir û pê de çû:

“Ji bo li Tirkiyeyê aştî û aramî peyda bibin divê çareseriya meseleya Kurd were rojevê.

Di qonaxeke wisa de em bawer dikin ku Birêz Mesud Barzanî û Serokê Kurdistanê Neçirvan Barzanî dê karibin rolekê muhim bilîzin.

Şert û mercên li heremê paşeroja çar parçeyên Kurdistanê her ku diçe nêzîkî hev dikin.

Ji ber vê yekê girîngiya danûstandinên di nav partiyên Kurdistanê roj bir roj zêde dibe.”

Li hêla din, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji bo pêşwaziya germ sipasiya Bayram Bozyel kir.

“Gelê Kurd li ser pêyan e”

Umêd Xoşnaw di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser Herêma Kurdistanê û got:

“Tevî êriş û dorpêçkirinên neyasayî yên dewletên heremê jî gelê Kurd li ser pêyan e û bi biryarî di rêya azadiyê de dimeşe.”

Xoşnaw behsa hevdîtinên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li Hewlerê kir û got ku ew girîngiyê didin van diyalogan.

Umêd Xoşnaw herwisa anî ziman, ew bi hêvî ye ku li Tirkiyeyê carekê din pêvajoya aştiyê bê rojevê û di qonaxeke wisa de dê Birêz Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herema Kurdistanê rolekê erênî bigirin li ser milên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst