Du dronan navçeyek li Silêmaniyê bombebaran kirin

02-05-2023
RÛDAW
Dîmenê bombebarankirina derdora gundekî qezaya Mawet a Silêmaniyê, îro Sêşemê 2ê Gulana 2023an.
Dîmenê bombebarankirina derdora gundekî qezaya Mawet a Silêmaniyê, îro Sêşemê 2ê Gulana 2023an.
Nîşan Silêmanî Mawet Bombebaran Êrîşa Bi Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ragihand, îro du dronên Tirkiyê derdora gundê Gelale ya Mawetê bombebaran kirine.

Qaymeqamê qezaya Mawet, Kameran Hesen îro Sêşemê 2ê Gulanê ji Rûdawê re ragihand, îro li sînorê wê qezaya ser bi Silêmaniyê ve êrîşeke bi dronan hatiye pêkanîn.

Kameran Hesen got: “Derdora demjimêr 11:10ê îro berî nîvro Tirkiyê bi du dronan êrîşî du cihan kir ku bi qasî du kîlometreyan ji gundê Gelale dûr in.”

Qaymeqamê Mawetê diyar kir, “di encama bombebaranan de ti zirarên canî û madî çênebûne, ji ber ku dronan du navçeyên vala bombebaran kirin.”

Berî du heftiyan jî, Tirkiyê bi dronê sînorê navçeya Pêncwênê ya Silêmaniyê bombebaran kiribû. Di bombebaranê de otomobîlek hatibû armanckirin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst