Li Silêmaniyê malek hat bombebarankirin

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Bombebaran Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundekî navçeya Mawatê ya parêzgeha Silêmaniyê 3 caran ji aliyê dronan ve hat bombebarankirin.

Di êrişê de kuştî û birîndar çênebûn lê malek bi temamî hilweşiya.

Qaymeqamê Mawatê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand ku dronan îro 3 caran gundê Kureleyê û çiyayên Teje û Şîlaneyê bombebaran kirine.

Kameran Hesen diyar kir ku di bombebaranê de li gund malek bûye armanc lê ji ber ku mal vala bûye ti ziyanên canî çênebûne.

Ji ber bombebaranê agir bi daristana Çiyayê Şîlaneyê ket.

Malperên nûçeyan ên nêzîkî PKKyê Tirkiye bi wê êrişê tometbar kir lê heta niha Enqereyê li ser bombebaranê daxuyaniyek nedaye.

Tirkiye gelek caran Herêma Kurdistanê bi hinceta PKKyê bombebaran dike.

Sibata borî endamê Tîma Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman ragihandibû ku Tirkiyeyê sala 2023yan hezar û 548 êrişên bi vî rengî li Herêma Kurdistanê pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst