Efrîn: Malbata Hemze û Asya daxwaza eşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe dike

02-04-2023
RÛDAW
Efrîn: Malbata Hemze û Asya daxwaza eşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe dike
Efrîn: Malbata Hemze û Asya daxwaza eşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe dike
Nîşan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata 2 ciwanên Kurd ên ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê daxwaza eşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe dikin.

Hemze Şeban Îbrahîm ê ku di sala 1992an de û xwişka wî Asya ya ku ew jî di sala 2002an ji dayik bûye,  ji sala 2018an ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Malbata wan ciwanan ji Rûdawê re got, ew her du piştî 5 rojan ji dagirkirina Efrînê li nêzîkî gundê Hesendêra ji aliyê grûpa Feyleq El-Şam ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Hemze Şeban Îbrahîm û Asya Şeban Îbrahîm ji gundê Xelîloko yê Bilbilê ne.

Xwişka 2 girtiyên li Efrînê Bêrîvan Şeban Îbrahîm got, “Ew di 23ê Adara 2018an de hatine girtin, heta niha jî em nizanin li ku derê ne. Birayê min û xwişka min li Hesendêr a ser bi Bilbilê hatin girtin. Em dixwazin bizanibin li ku derê ne.”

Operasyona Tirkiyê ya bi navê “Çiqlê Zeytûnê” ya bi beşdariya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di 20ê Çileya 2018an de hatibû destpêkirin.

18ê Adara heman salê, piştî 58 rojan ji şer û pevçûn û topbarankirinê, bajarê Efrînê kete jêr kontrola hêzên êrîşkar û heta niha binpêkarî li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst