Egitim-Sen: Li Rihayê hilbijartina dersa Kurdî tê astengkirin

02-02-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Riha Egitim-Sen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Rihayê ya Sendîkaya Perwerdê (Egitim-Sen) ragihand ku li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hilbijartina dersa Kurdî tê astengkirin û ewê bi awayekî hiqûqî têkoşîna xwe bidomînin.

Hevserokê Şaxa Rihayê ya Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim-Sen), Mahmut Binici amaje bi wê yekê dide ku bi taybetî rêveberiyên dibistanan bo malbatan astengiyan çêdikin û dibêje: “Rêveberiyên dibistanan belgeyan amade dikin û beşa zimanên zindî nayê nivîsandin, wek ku tiştekî wiha nebe. Dema malbat daxwaza dersa Kurdî dikin vê carê jî dibêjin ji ber  serlêdan kêm in em nikarin polên zimanê Kurdî vekin û dema hejmar temam bibe jî wê demê dibêjin mamosteyên ku vê dersê bidin nînin. Em dikarin bêjin ji bo ev ders neyê dayîn her tişt tê kirin.”

Binici dibêje, bo astengiyan jinav bibin ew ligel malbatan peywendiyê dikin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Baroya Rihayê ku piştgiriyê dide kampanya dersa zimanê Kurdî ya bijarte derbarê mijarê de diyar kir ku eger binpêkirina vî mafî bê tespîtkirin, ew dê bo malbatan bibin alîkar.

Kordînatorê Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Baroya Rihayê, Gokhan Dayik jî dibêje wan derbarê mijarê de ji Walîtiya Rihayê jî daxwaza hevdîtinê kirine û eger malbat rûbirûyê binpêkirina vî mafên xwe bûn, ew amade ne piştgiriya hiqûqî bidin malbatan.

Li gor rêziknameya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8 dikarin heta 7ê Sibata 2022ê serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst