Li Şirnexê 2 xort di Çemê Xabûrê de xeniqîn

01-09-2023
Ferdî Sak
Nîşan Qileban Çemê Xabûrê Bûyerên Xeniqînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê 2 xortên ku di navbera 18 û 21 salî de bûn di Çemê Xabûrê de xeniqîn.

Xortên bi navên Nûrûllah Berk ê 21 salî û Resûl Berk ê 18 salî yên ku xelkê gundê Aroşê yê navçeya Qilebanê ne ji bo avjeniyê çûne gundê Xabûrê.

Her du xort heta danê êvarê venegeriyane malê.

Malbatên wan li ser vê yekê çûne gundê Xabûrê û ji bo dîtina zarokên xwe dest bi xebatan kirin.

Piştî çend demjimêran cenazeyê her du ciwanan ji Çemê Xabûrê hatin derxistin.

“Dibe ku cenazeyên wan ji sibehê ve di çem de mabin”

Şêniyekî gundê Xabûrê Cumhur Sak li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Sak eşkere kir ku cenazeyên wan ciwanan di demjimêr derdora 21.30î de ji Çemê Xabûrê hatine derxistin û got:

“Ew her du ciwan sibehê hatibûn avjeniyê, ketine avê û xeniqîne. Dibe ku cenazeyên wan ji sibehê ve di çem de mabin.

Malbatên wan hatin gundê me û me jî bi wan re ji bo dîtina her du xortan xebat dan destpêkirin.

Min bixwe cenazeyê xortekî derxist û birayê min jî cenazeyê din derxist.”

Beşeke dîmenên dema derxistina wan her du ciwanan ji Rûdawê re hatine şandin.

Di vîdeoyan de hejmareke zêde ya welatiyan li cihê bûyerê kom bûne daku wan ciwanan derxin.

Cumhur Sak ragihand cenazeyê her du ciwanan piştî ku ji Çemê Xabûrê hatin derxistin ji bo karûbarên otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst