Li gundekî Şirnexê hostayekî elektrîkê kursek vekiriye û xelkê fêrî kar dike

09-12-2023
Ferdî Sak
Li gundekî Şirnexê hostayekî elektrîkê kursek vekiriye û xelkê fêrî kar dike
Li gundekî Şirnexê hostayekî elektrîkê kursek vekiriye û xelkê fêrî kar dike
Nîşan Qileban Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Êkmalê yê navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê hostayekî elektrîkê karê xwe fêrî gundiyan dike.

Hostayê elektrîkê bû lê niha bûye mamoste, pênûs di dest de ye û pîşeyê xwe fêrî şagirtan dike.

Serkan Sak ji gundê Êkmalê yê navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Ew ji 15 saliya xwe ve karê elektrîkê dike û niha li dikana xwe kursek vekiriye.

Hostayê elektrîkê Serkan Sak ji Rûdawê re behsa kar û armancên xwe kirin.

“Divê ji 16 salî ne biçûktir bin”

Hostayê elektrîkê Serkan Sak anî ziman:

“Me li vir kursa elektrîkê vekir ku gundiyên me werin fêrî vî karî bibin. Ew kesên ku ji bo fêrbûnê tên divê ji 16 salî ne biçûktir bin.

Li gund kêmasiya vî karî heye, dema tiştekî wan xirabe dibe çend rojan li hêviya amûrekê dimînin û kes jî dest nakeve ku çêbikin. Em dixwazin vî karî berdewam bikin.”

Kurs wî berî 2 mehan dest pê kiriye û dê salekê berdewam bike.

Şagirt hefteyê 5 rojan û rojê jî 8 demjimêran li kursê fêrî elektrîkê dibin.

Ew piştî temambûna kursê belgeyekê jî bi dest dixin û bi wê belgeyê dikarin li her cihekî, bi fermî vî karî bikin.

Hostayê elektrîkê Serkan Sak herwiha got:

“Dewletê ev kursa elektrîkê ji bo milet vekiriye. Kes ti pereyan nade dewletê û nade me jî.”

Serkan wek hostayê elektrîkê li gundê xwe û di nav çend gundên derdorê de take hostayê elektrîkê ye û gelek caran bi kar re nagihe.

Ji ber wê jî biryar daye bi dehan kesên wek xwe fêrî vî karî bike da ku barê wî sivik bikin.

“Rojên destpêkê em ditirsiyan”

Şagirtekî bi navê Tayîp Sak got:

“Me berê xwe da kursa ku li gundê me Êkmalê vebûye. Me xwest em jî ji xwe re karekî bikin, dema prîzên me xirabe bûn em li hêviya hostayan nemînin.

2 heyv in em tên vir, rojên destpêkê em ditirsiyan me digot dê elektrîk bi me bigire lê em fêrî gelek tiştan bûn.”

Navenda Perwerdeya Gel ku ser bi Qeymeqamiya Qilebanê ye piştevaniya vê kursê dike.

Ne tenê ji gundê Êkmalê herwiha ji çend gundên derdorê, navenda Qileban û Bêşebabê jî fêrkar tên vê kursê.

Niha hejmara fêrkaran 17 kes in lê Serkan Sak dibêje ji bo sala bê daxwaz gelekî zêde ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst