1ê Tîrmehê ye, li bakurê welêt şilî û baran e

01-07-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Şilî Baran Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê pêşbînîkirin li 10 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Havînê ji zû ve dest pê kiriye lê li hinek deverên Bakurê Kurdistanê şilî û baran berdewam dikin.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro li derdora parêzgehên Amed, Êlih, Erzingan, Erzirom, Sêwaz, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Ordu, Tokat û Qeyseriyê yên Tirkiyeyê baraneneke gur dibare.

Saziya Keşnasiyê ji xelkê xwest ku li hemberî egera lehî, teyrok, birûsk, ba, bahoz û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst