10ê Hezîranê ye: Li bakurê welêt baran û şilî ye!

10-06-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Şilî Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo parêzgehên Erzirom, Wan, Qers, Amed û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur hat dayîn.

10ê Hezîranê ye û li gelek deverên Kurdistanê hewa gelekî germ bûye lê li gelek deverên bakurê welêt hîn jî baran û şilî ye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê pêşbînîkirin îro piştî nîvro li Erzirom, Wan, Qers, Amed û Sêrtê baraneke gur bibare.

Herwiha li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Şirnex, Mûş, Agirî, Îdir, Erzingan, Dêrsim, Xarpêt û Çewlîgê jî dê baraneke nerme bibare.

Saziya Keşnasiyê ji xelkê xwest ku ji ber egera bûyerên neyînî tedbîrên pêwîst wergirin.

Li hêla din, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tevî barîna baranê jî pileyên germê li gorî demsalê di navbera 2-4 pileyan de bilind dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst