Gulan e berf û baran e: Ji bo 17 bajarên bakurê welêt hişyarî!

06-05-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Hişyarî Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 17 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Li herêmên bilind ên Serhedê jî berf û baran bi hev re dibarin.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku demjimêrên êvarê dê li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Herwiha li parêzgehên Hatay û Osmaniyeyê yên Tirkiyê jî barana gur dibare.

Li Bakurê Kurdistanê pileyên germê di navbera 3-5 pileyan de dadikevin hewa sar dibe.

Li bakurê bajarên Serhedê li herêmên ji 2 hezar metreyan bilindtir jî berf û baran bi hev re dibarin.

Saziya Keşnasiyê ji ber barana gur hişyariya lehî, brûsk, ba, bahoz, zîpik û pirsgirêkên trafîkê da û ji xelkê xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha ji bo bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê û bajarên Qeyserî, Yozgat û Nevşehîrê yên Tirkiyeyê hişyariya qerisîna berhemên çandiniyê hat dayîn û ji cotkaran hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst