Misilmanên Kurdistanê Cejna Qurbanê pîroz dikin

16-06-2024
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li tevahiya bajarên Kurdistanê îro danê sibê nimêja cejnê hate kirin.

Îro wekî tevahiya welatên Misliman, li seranserê Kurdistanê jî Cejna Qurbanê tê pîroz kirin.

Xelkê jî çend rojan ve amadekariyên cejnê dikin û bazar heya derengî şevan vekirî dimînin û qerebalix bûn.

Demjimêr sibeyê li hemû bajarên Kurdistanê hevwelatiyan berê xwe da mizgeftan û nimêja cejnê kir.

Piştî nimêjê hemwelatiyan dest bi pîrozkirina cejna hev kir.  

Serkirdeyên payebilind ên Herêma Kurdistanê jî di peyamên cuda de Cejna Qurbanê pîroz kir û wan hêvî kir ku ev cejn bibe wesileya aramiya Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst