Agirî; Termê zarokê ketibû ber lehiyê hat dîtin

01-06-2022
RÛDAW
Nîşan Agirî Bazîd Bakurê Kurdistanê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî temen heşt salî yê bi navê Devran Ozturk ku di lehiya doh a li navçeya Bazîd a Agiriyê wenda bûbû, îro termê wî hat dîtin.

Doh Sêşembê 31ê Gulana 2022ê li bajarokê Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bariya û lehî rabû.

Vê jî wiha kir ku malbatên li taxên wan asta avê zêde bû, malên xwe vala bikin. Zirar gehişte hejmarek xanî û çend gundên derdorê jî. 

Her di dema lehiyê de li gundê Birnêreşê zarokekî temen 8 salî bi navê Devran Ozturk wenda bû.

Welatiyan dest bi gera bi pey zarok de kirin û serê sibeha îro Çarşembê 1ê Hezêrana 2022an termê zarok li nêzîkî gund dîtin. 

Tîmên şaredariyê û çend rêxistin gihiştin bajarokê Bazîd û derdora wê û zirar û ziyanên welatiyan tomar dikin.

Îsal çend caran lehiyê zirar gihandiye hejmarek navçeyên Bakurê Kurdistanê. Rojên 6 û 7ê Nîsana 2022ê lehî li çend cihên parêzgeha Qersê rabû. 

Ji ber lehiyê li ser rêya serekî ya Qaqizman-Selîm û Selîm Îstasyonê trafîk hat rawestandin. Herwiha geştên trên û barhilgiran jî di navbera Erzerom-Qersê de rawestiyan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst