Koşka Îshaq Paşa di cejnê de pêşwazî li 40 hezar geştyaran kir

03-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Agirî Koşka Îshaq Paşa Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Îshaq Paşa ku dikeve navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ve û berhemeke dîrokî ya mîrektiyên Kurdan e, di rojên Cejna Qurbanê de pêşwazî li 40 hezar geştyarên xwecihî û biyanî kiriye.

Koşka Îshaq Paşa ku di Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ye, bi dîmenên xwe yên balkêş bala geştyaran dikşîne û geştyar ji dîtina wê sersam dibin.

Ji bilî geştyarên ji Kurdistanê û Tirkiyê, ji welatên din ên cîhanê jî geştyar serdana Koşka Îshaq Paşa ya dîrokî dikin.

Yek ji wan kesan Andy Mackenzie geştyarê Brîtanî ye û dibêje: “Em ji bo derketina ser Çiyayê Araratê hatin vê derê. Tîma min ji Brîtanyayê ye. Em destpêkê derketin Çiyayê Artosê û piştre derketin Çiyayê Agiriyê. Em li Koşka Îshaq Paşayê geriyan. Em dê ji vê derê jî biçin Wanê li Girava Akdamar, Kela Wanê û muzexaneyê bigerin û ji vê derê biçin.”

Geştyarên tên herêmê li Koşka Îshaq Paşa ya bilindahiya wê 1900 metre digerin û dîmen û wêneyan dikşînin.

Abdulkadir Bakiş, geştyarê Mêrdînî dibêje: “Geşteke bi kêf e. Geşteke dîrokî û çandî ya xweş e. Em cara yekem tên Koşka Îshaq Paşa, bi rastî neqşên gelekî xweş hene. Me digot kevirên Mêrdînê xweş têne neqişandin, lê Koşka Îshaq Paşa jî gelekî xweş e.”

Koşka Îshaq Paşa ku helbestvan û zanyarê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî tê de sernivîsarî kiriye û perwerde daye, sala 1685an ji aliyê Evdî Paşayê kurê Mîr Mihemedê Pirbela ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin û koşk piştî 99 salan, sala 1784an di dema Îshaq Paşa de hatiye temamkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst