TEV-DEM: Em hêvî dikin qonaxa duyem a danûstandinan jî baş be

01-06-2020
RÛDAW
Hevserokê TEV-DEMê behsa danûstandinên ENKS- û PYDê kir
Hevserokê TEV-DEMê behsa danûstandinên ENKS- û PYDê kir
Nîşan Yekrêziya Kurdî Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Heso derbarê derbarê dansûtandina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de,ragihand ku qonaxa yekem baş birêve çû û ew hêvî dikin, qonaxa dûyem jî bi heman serkeftî be..

Hevserokê TEV-DEM Xerîb Heso ji Rûdawê re behsa danûstandinên di  navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) de kir û got, qonaxa yekem baş birêve çû û ew hêvî dikin, qonaxa dûyem jî bi heman awayî encamên baş bidest xwe ve bîne.

Xerîb Heso anî ziman ku divê sebra wan hebe û nefesa hemû aliyan dirêj be, ji bo ku ev danûstandin serkeftî bin.

Heso tekez kir, ku divê danûstandin dereng nemîne û hinekî lez bikin û got, eger yekîtiyeke Kurdî heba, rewşa Efrîn û Serê Kaniyê jî wiha nedibû.

Hevserokê TEV-DEM wiha axivî: “Em weke TEV-DEMê bangawazî dikin ku qonaxa duyemîn zû were sazkirin û zû li hev bikin û bi ruhekî neteweyî û kurdewarî bêne cem hev. Eger em weke Kurd li vê derê zeran bikin, li perçeyên din zerarê bikin yekîtiya me ji bo çi ye. Niha daxwaza yekrêziya Kurdî heye û divê em vê derfetê ji dest nedin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst