TEV-DEMê kongreya xwe li dar xist: Hevserokên nû hatin hilbijartin

11-08-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) konferansa xwe ya 5emîn li dar xist û hevserokên nû hilbijart.

TEV-DEMê îro konferansa xwe ya 5emîn bi dirûşma "Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne" li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, kongre bi beşdariya 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî bi rê ve çû.

Di konferansê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wekî hevserokên nû yên TEV-DEMê li şûna Xerîb Hiso û Rûkem Ehmed hatin hilbijartin.

Herwiha endametiya 100 kesan ji bo Meclisa Giştî hat pejirandin.

Di kongreyê de rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê û herêmê hat gotûbêjkirin.

Her wiha di dawiyê de hejmareke daxwazên ji bo pêşxistina rêxistinên ser bi TEV-DEMê ve hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst