Li Dêrikê welatî di Roja Karkeran de derektin seyranê

02-05-2023
RÛDAW
Li gundê Çem Şeref ê Dêrikê welatî ji bo seyranê kom bûne.
Li gundê Çem Şeref ê Dêrikê welatî ji bo seyranê kom bûne.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser keviya rojavayê Çemê Dîcleyê, li gundê Çem Şerefê yê ser bi bajarê Dêrikê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, xelk derketine seyranê.

Li gorî dîmen û zanyariyên taybet ku gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, ev seyran, di keşûhewayeke xweş û balkêş de ye, li nav siruşta Buhareke rengîn, bi helkefta Roja Cîhanî ya Karkeran e.

Welatiyekî ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêje: Îro em derketine seyranê bi boneya cejna Karkeran. Rojeke dîrokî ye bi rastî, cejna karkeran e û em cejna wan pîroz dikin, li hemû milletên cîhanê. Em derketine vê seyranê, em hatine gundl Çem Şeref, gundekî gelek xweş e û çemê Dîcleyê jî di ber re diçe.  

Di vê rojê de, welatî ji hemû bajar, bajarok û gundên Rojavayê Kurdistanê, bi jin, zarok û zilaman, beşdarî di vê şahiyê de kiriye.

Welatiyeka ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêje, ew ji bo pîrozkirina Cejna Karkeran derketine derve û pîrozbahiya vê rojê li gelê Kurd û karkerên Kurd kir.

Di rojên wiha de, xelk ne tenê kêf, şahî û ahengê dikin, lê belê xwarinê jî amade dikin, belku dîlan û stran jî hene.

Jineke din jî dibêje, ew di roja Cejna Karkeran de bi malbatê re derketine derve û xwarinê amade dikin.

Beşdarbûyên vê helkeft û seyranê, Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz dikin.

Welatiyekî din ku di Roja Karkeran a Cîhanî de bi malbata xwe re çûne gundê Çem Şeref, dibêje, ji Hesekê û gelek cihên din jî xelk hatine wir û demek xweş derbas dikin.

Yekemîn çirûska vê helkeftê, roja 1ê Gulana 1889an bû, dema derdora 400 hezar karkerên Şîkago û Torinto ketin girevê, û karê xwe rawestand û daxwaza diyarkirina demjimêrên kar kir, li jêr diruşma "8 demjimêr kar, 8 demjimêr xew û 8 demjimêr vehesîn û xweşguzeranî", êdî polîs teqe li xwepêşanderan kir û hejmarek ji wan hatin kutin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst