Li Hesekê ji bo zarokên bi Sendroma Downê kampanyayek hat lidarxistin

01-04-2024
RÛDAW
Kampanya ji aliyê Navenda Barzanî ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Kampanya ji aliyê Navenda Barzanî ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Nîşan Heseke Rojavayê Kurdistanê Down Navenda Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji bo zarokên bi wan re Sendroma Downê heye kampanyayek hat lidarxistin.

Li gorî zanyarî û dîmenên gihiştine Rûdawê, di wê kampanyayê de çalakiyên hişyarîkirin û dilxweşkirinê hebûn.

Ew kampanya ji aliyê Navenda Barzanî ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Rêveberê Navenda Barzanî Dr. Berzan Silêman ji Rûdawê re diyar kir ku ew dê çalakî û kampanyayên xwe ji bo zarokên ku Sendroma Downê bi wan re heye berdewam bikin.

Dr. Berzan Silêman herwiha da zanîn ku ew hewl didin nêrîna civakê ya li hemberî zarokên Sendroma Downê bi wan re heye biguherînin.

Herwiha pispora ji Navenda Barzanî Menal Şêxê jî civak û malbatan xwest ku xwedî li zarokên bi wan re Sendroma Downê heye derkevin û ji wan re bibin alîkar.

Di çalakiyan de herwiha lîstikên şanoyê jî hatin pêşandan.

Rêvebirê Tîma el-Heyatê ya Şanogeriyê Îsmaîl el-Elî got:

"Em jî hatin beşdarî kampanyaya Navenda Barzanî bûn û me du kurteşano pêşkêş kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst