Li Hesekê teqîn: Mirî û birîndar hene

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Teqîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek teqiya û qurbanî hene.

Li Taxa Xiwêranê ya Hesekê otomobîlek teqiya û kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Ew otomobîl duh seat 20:15an li nêzîkî pira Beyrutê teqiya.

Hêzên Ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê çûn cihê bûyerê û  lêkolîn dan destpêkirin.

Navenda ragihandê ya hêzên asayîşa navxwe yên Rêveberiya xweser dibêje ku ti peywendiya wê bi kiryareke terorî yan êrişeke esmanî nîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst