QILEBAN - Alîgirên DEM Partiyê xwepêşandan kir

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Qileban Şirnex DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê alîgirên DEM Partiyê li dijî encamên hilbijartinê û veguhastina hilbijêran xwepêşandan kir û heta ber avahiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê meşiyan.

Di hilbijartinên şaredariyan yên 31ê Adarê de li Qilebanê AK Partiyê ji sedî 47,63yê dengan û DEM Partiyê jî sedî 45,75ê dengan bi dest xistin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Qilebanê ragihand ku AK Partiyê 2 hezar û 500 dengên hêzên ewlehiyê ji deverên din veguhastine navçeya Qilabanê da ku deng bidin namzedê wê.

Bi gotina rêvebirên Rêxistina DEM Partiyê ya Qilebanê dengên polîs û leşkerên ku hatine veguhastin bandor li encama hilbijartinê kiriye.

Alîgirên DEM Partiyê wekî nerazîbûn heta ber avahiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê meşiyan û wan dirûşmên “Deng namûs e û li namûsa xwe xwedî derkeve” bilind kirin.

Li ser navê xwepêşanderan, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û nûnerên partiyê li Desteya Hilbijartinê encama hilbijatinên wê navçeyê îtiraz kir û derbarê veguhastina dengan gilî kir.

Namzedê serketî yê AK Partiyê tenê bi 127 dengan li pêş Namzedê DEM Partiyê ye.

Li gorî agahiyan, Desteya Hilbijartinê ya Qilebanê dê sibe bicive û îtiraza DEM Partiyê ya derbarê encamên hilbijartinê binirxîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst