Berîvan Kutlu bû mêvana Rûdawê: DEM Partî dê ji bo Şirnexê çi bike?

12-03-2024
Berîvan Kutlu bû mêvana Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berîvan Kutlu bû mêvana Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Berîvan Kutlu Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzeda DEM Partiyê ya Şirnexê Berîvan Kutluyê got, “Ev du serdem in ku Şaredariya Şirnexê di destê AKPyê de ye, xizmet nehatiye kirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li gorî amarên fermî, li Şirnexê mafên dengdanê yê 49 hezar û 500 kesî heye.

Di hilbijartinên şaredariyan ên 2019an de AK Partî bi rêjeya ji sedî 61,7 bûbû partiya yekem.

HDP jî bi rêjeya ji sedî 35 bûbû partiya duyem.

Ev encam ji bo Şirnexa ku wekî keleha HDPyê dihat dîtin surprîz bûn û dihat gotin ku gelek leşker û polîs li navenda bajêr hatine bicihkirin da ku AK Partî bi dengên wan bi ser bikeve.

Herwiha piştî Şerê Xendekan gelek kesan ji bajêr koç kiribû û tê gotin ku vê yekê jî bandor li encamên hilbijartinan kiriye.

Li gorî amarên fermî yên 2023yan, li parêzgeha Şirnexê 570 hezar kes dijîn ku 102 hezarên wan li navenda bajêr dijîn.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Şirnexê rikeberiyê bikin.

DEM Partiyê vê carê ji bo hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Turan Saltan û Berîvan Kutlu kirin namzed.

AK Partiyê jî biryar da ku şaredarê niha Mehmet Yarka careke din bike namzed.

Namzeda DEM Partiyê ya Şirnexê Berîvan Kutlu bû mêhvana bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

Berîvan Kutluyê da zanîn ku ew ji ciwaniya xwe ve di nava xebatan siyasî û xebatên jinan de cih digire.

Berîvan Kutlu sala 2014an bûye hevseroka Şaredariya Dêrgulê û 2019an jî bûye hevseroka Şaredariya Cizîrê lê her du caran jî hikûmetê qeyûm daniye cihê wê.

“Pêwîstiya bajarê Şirnexê bi xebatê heye”

Berîvan Kutluyê bal kişand ser kêmbûna xizmetên li Şirnexê û anî zimên:

“Pêwîstiya bajarê Şirnexê bi xebatê heye. Heta niha kar û xebatên ku xelk dixwaze nehatine kirin.

Şirnex sala 2014an salekê ma di destê me de û qeyûm hat ser şaredariyê.

“Wan vîna gelê Şirnexê binpê kir”-

Sala 2019an jî wekî qeyûman dengên leşker û polîsan anîn Şirnexê û dîsa bû wekî ku qeyûm daynin ser şaredariya me.

Wan vîna gelê Şirnexê binpê kir.

“Divê ji gelê me re xizmet were kirin”

Ev du serdem in ku Şaredariya Şirnexê di destê AKPyê de ye, xizmet nehatiye kirin.

Ev ne sozek e, pêwîstiyek e. Divê ji gelê me re xizmet were kirin.

Pêvisiya van tiştan bi sozdayînê re nîne, jixwe divê werin kirin.”

Berîvan Kutluyê li ser pirsa “Ew xizmetên ku divê werin kirin çi ne?” got:

“Şaredariya AKPyê heta niha tiştek nekiriye”

“Jixwe jêrxan û jorxana Şirnexê pirsgirêk e.

Şaredariya AKPyê heta niha tiştek nekiriye. Qeyûmên AKPyê tiştek nekiriye ji bo Şirnexê.

Pêwîstiya gelê Şirnexê bi avê heye, bi îmarê heye.

Pêwîstiya jin û ciwanên Şirnexê bi kar heye.

“Divê pêşiya vê tundiyê were girtin”

Pêdivî bi malên perwerdeyê heye. Pêwîstiya jinan bi wan malan heye ku rê li ber tundiyê bigirin.

Bi sedan jin rastî tundiya mêran û civakê tên, divê pêşiya vê tundiyê were girtin.

Divê şêwirmendiyên jinan bên avakirin, divê malên perwerdeyê yên jinan werin avakirin.

Dive malên çandê yên jinan bên avakirin da ku pêşiya tundiyê were girtin.

Ev tişt ji bo ciwanan jî pêwîst in.

“Her roj me digirin lê gelo madeyên hişbir nabînin?”

Dîsa madeyên hişbir, bi giştî bi destên polîs û eskeran tên.

Ji ber ku em DEM Partiyî ne dikarin her roj me bigirin lê ev qas madeyên hişbir li Şirnexê tên firotin, gelo haya wan ji tune?

Bi zanebûn pêşiya van tiştan nagirin. Di projeyên me de malên ku em ciwanên xwe tedawî bikin hene û em dixwazin wan ji madeyên hişbir xelas bikin.

Em dê ji bo zarokan kreşan vekin, heta ku ji me were em dê li her taxê malên çandê vekin.

“Em dê jî ji gelê xwe re bibin alîkar”

Rewşa aborî ya gelê Şirnexê ne baş e û ji bo veguhastinê gelek pereyan ji xelkê distînin.

Em dê ji bo veguhastinê pereyekî gelekî kêm ji gelê xwe bistînin.

Wekî din jî hem av tune û hem jî pereyên avê zêde ne, deynên avê zêde ne.

Em dê di wî milî de jî ji gelê xwe re bibin alîkar.

Projeyên me yên piralî û pêwîst hene.”

Li hêla din, li Şirnexê rêjeya bêkariyê zêde ye û gelek ciwan ji ber bêkariyê berê didin rê û dirbên koçberiyê.

“Projeyên me hene ku em ciwanên Şirnexê bikin xwedî kar”

Berîvan Kutluyê li ser vê mijarê da zanîn ku projeyên wan hene û got:

“Şaredarî dikarin ji bo gel û ciwanan koperatîfên cuda ava bikin û bibin alîkar.

Mirov dikare derfetên kar ên wekî sera, kargeh, firûn, xwaringeh, kafe, malên çandê ava bike û derfetên kar dabîn bike.

Projeyên me hene ku em ciwanên Şirnexê bikin xwedî kar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst