Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto pîroz kir

01-04-2021
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberya Xweser bi helkefta Cejna Ekîto sersala nû ya Asûriyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Ekîto cejneke dîrokî ya gelê Suryan-Asûr e û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê serbilind in.”

Di destpêka peyama pîrozbahiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê gotin: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya çandî û olî dewlemed e, ku mîrasekî dîrokî yê girîng di hevkarî û jiyana hevbeş de ye.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku Ekîto anku sersala gelê Suryan-Asûr ku dikeve 1`ê Nîsanê, nîşaneya nûbûn û vejîna xwezayê anku hatina Biharê ye û got: “Ekîto cejneke dîrokî ya gelê Suryan e û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê serbilind in.”

Rêverberiya Xweser Cejna Ekîto li gelê Suryan-Asûr pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya hezkirin û biratiyê û her tim di xêr û serkeftinê de bê pîrozkirin.

Rêveberiyê banga girtina tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê di dema pîrozbahiyan de kir û got: “Em bang li gelê xwe yê ku tev li pîzobahiyan bûye dikin ku hişyar bin û ji bo parastina tenduristiya şexsî û giştî, tedbîrên pêwîst bigirin.”

Li gor salnameya Babilî, Aşûrî, Suryanî îsal sala wan derbasî 6771 dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst