Hewlêr (Rûdaw)- Îro 1ê Adarê ye û 46emîn salvegera wefata rêberê mezin yê Kurd û pêşengê tevgera rizgarî ya gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye.
Mistefa Şêx Mihemed Barzanî ku bi navê Mela Mistefa Barzanî tê nasîn, sala 1903an li gundê Barzanê yê devera Mêrgesorê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
Ji ber serhildanên deverê, di pênc saliya xwe de ew û diya xwe ketine zîndanê. Birayê wî, Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê rêjîma Îraqê ve hat îdamkirin.
Mele Mistefa Barzanî di ciwaniya xwe de bi hêzeke mezin ji Barizanê ve berê xwe da devera Silêmaniyê û çû alîkariya şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd. Her wiha, hêzeke mezin ji Barizaniyan da pey xwe û çû hewariya Ermeniyên ku rastî komkujiyê hatibûn.
Di salên 1932an de, bi hêceta ku rêbertiya şoreşa Barzan kiriye, heta sala 1943an bi malbata xwe sirgûnî Silêmaniyê hat kirin. Sala 1943an vegeriya devera Barzan û şoreşeke din da destpêkirin.
Komara Kurdistanê û damezirandina PDKyê
Sala 1945an serperşitiya hêzeke mezin kir û ji bo alîkariyê berê xwe da Komara Kurdistanê. Li wir, di komarê de pileya generaltiyê wergirt û bû fermandeyê giştî yê hêza Pêşmerge.
Mela Mistefa Barzanî, sala 1946an Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrand û wekî serokê partiyê hat hilbijartin. Piştî şikestina Komara Kurdistanê Barzanî biryar da teslîm nebe û tevî 500 Pêşmergeyan xwe berê xwe da Yekîtiya Sovyetê.
Sirgûna li Yekîtiya Sovyetê
Sala 1947an bi komeke Pêşmergeyan ve li ava Aras dan û gihîştin Ermenistanê, li wir di kampekê de li herêma Naxçewanê man.
Paşê li derdora bajarê Bakûya paytexta Azerbeycanê bi cih bûn. Sala 1948an Barzanî û hevalên li Ozbekistanê hatin bi cihkirin pişt re li komarên cuda yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin.
Vegera Îraqê û Şoreşa Îlonê
Sala 1958an Barzanî û hevalên wî ji aliyê Ebdulkerîm Qasim, yekemîn Serokkomarê Îraqê, hatin vexwendin ku vegerin û li Bexdaya paytexta Îraqê bi merasîmeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Meha Îlonê ya sala 1961an dest bi şoreşekê kir ku wek Şoreşa Îlonê hat nasîn.
Di 11ê Adara 1970an de, bi sedema şoreşê, Hikûmeta Bexdayê neçar bû ku mafên nîştimanî yên miletê Kurdistanê qebûl bike û li ser dayîna mafê otonomiyê bi Barzanî re li hev were.
Salên dawî û şikestina şoreşê
Sala 1971an Barzanî ji hewla terorkirinê rizgar bû, piştî demekê eşkere bû ku Bexdayê plana vê yekê danîbû. Sala 1974an Hikûmeta Îraqê bêyî ku bi Kurdan re bişêwire, rêkeftina otonomiyê bin pê kir, ev jî bû sedema gurbûn û tundbûna Şoreşa Kurd.
6ê Adara 1975an Hikûmetên Îran û Îraqê bi agadariya Amerîkayê "Rêkeftina Cezayirê" îmze kirin, ev bû sedemeke sereke ya şikestina şoreşa Kurdan.
Piştî şikestinê, Barzanî û gelek ji serkirdeyên şoreşê û Pêşmergeyên Kurdistanê bi mal û zarokên xwe vê carê berê xwe da Îranê.
Koça dawî
Sala 1976an de Barzanî ji ber nexweşiyê berê xwe da Amerîkayê û li wir têkiliyên xwe bi medyaya Amerîkî û Kongreya Amerîkayê re xurttir kir ku bandoreke erênî li ser Doza Kurd çêkir.
Mela Mistefa Barzanî, roja 1ê Adara 1979an li nexweşxaneya George Town li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê wefat kir. Pêşî li bajarê Şino yê Rojhilata Kurdistanê hat definkirin,
Cenazeyê Mele Mistefa Barzanî û kurê wî Îdrîs Mele Mistefa Barzanî sala 1993yan ji Şinoyê hatin vegerandin û li Barzanê hatin definkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse