Hewlêr (Rûdaw) - Komara Kurdistanê 79 sal berî niha îro, li Meydana Çarçirayê ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hat damezirandin.
Komara Kurdistanê 22yê Kanûna Paşîn a 1946an li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hat ragihandin.
Birêvebiriya Komara Kurdistanê ji 13 wezaretan pêk dihat.
Pêşawa Qazî Mihemed Serokkomar û Mela Mistefa Barzanî jî Sererkanê Artêşa Komara Kurdistanê bû.
Kabîneya Komara Kurdistanê
Serokwezîrê Komara Kurdistanê Hecî Baba û di kabîneya wî de, Wezîrê Karên Navxwe Mihemed Emîn Mueynî, Wezîrê Karên Derve Hecî Rehman Îlhanzade, Wezîrê Veguhastinê Îsmaîl Îlhanzade, Wezîrê Parastinê Mihemed Husên Seyfî Qazî, Wezîrê Ragihandinê Kerîm Ehmedî, Wezîrê Rewşenbîriyê Menaf Kerîmî û Wezîrê Cotkariyê jî Mehmûd Welîzade bû.
Her wiha komîteyek jî taybet ji bo karûbarên jinan hebû.
Komara Kurdistanê, bajarê Sine, Şino, Serdeşt û Miyandab li xwe digirtin û paytexta wê jî Mehabad bû.
Pêşawa Qazî Mihemed li Meydana Çarçirayê bi van 6 madeyan Komara Kurdistanê ragihand:
- Pêkanîna birêvebiriyeke otonom ji bo Kurdan li nav sînorên dewleta Îranê
- Bikaranîna zimanê Kurdî di birêvebirî û saziyên perwerdehiyê de
- Avakirina encûmeneke xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê li Komara Kurdistanê
- Destnîşankirina karmendên dewletê ji xelkê xwecihî
- Hevkariya li gel gelê Azerbeycanê
- Pêkanîneke sîstemeke hiqûqî ku her kesî li xwe bigire
Gotara Qazî Mihemed
Qazî Mihemed di gotara xwe ya ragihandina Komara Kurdistanê de tekezî li ser girîngiya hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd kir.
Komara Kurdistanê li gel “Hikûmeta Niştimanî ya Azerbeycanê” ku Nîsana 1945an bi piştevaniya Sovyetan hatibû avakirin, peywendiyên baş pêkanîn û roja 3ê Gulana 1946an jî di navbera hikûmetên Kurdistan û Azerbeycanê de peymanek hat îmzekirin.
Li gor wê rêkeftinê, di warên serbazî, aborî, perwerde, civakî, îdarî û warên din de her du hikûmetan hevkariyek pêk anî.
Lê piştî ku artêşa Sovyetê roja 9ê Gulanê ji Îranê vekişiya, artêşa Îranê êrişî Azerbeycanê kir, hemû birêvebirên wê kuştin û berê xwe da Mehabadê.
Dagirkirina Komara Kurdistanê
Li ser vê yekê, Qazî Mihemed ku dizanî artêşa Îranê, ji bilî dagirkirina axa Kurdistanê, dê talan û wêrankariyeke mezin bi serê xelkê de bîne, ragihand, bi mercê ku leşker vekişin, ew dê xwe radest bike.
Bi vekişîna leşkerên Îranê û xweradestkirina Pêşawa Qazî Mihemed re, artêşa Îranê roja 17ê Kanûna Paşîn a 1947an Mehabad bi temamî dagir kir.
Pêşawa Qazî Mihemed, piştî nêzikî 3 mehan ji zindanîkirinê, roja 31ê Adara 1947an, li gel Serokwezîr Hacî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Mihemed Husênxan Seyfî, li cihê ragihandina Komarê, li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê hat bidarvekirin.
Komar, wekî destpêkeke nû
Komara Kurdistanê di serdema Şerê Cîhanê yê Duyem de hat damezirandin.
Li beşeke Rojhilatê Kurdistanê valahiya desthilatê pêk hatibû û Kurdan jî sûd ji wê rewşê wergirtibû.
Komar wekî destpêkeke nû di tevgera Kurdan de tê dîtin.
Ev jî bûye bingeha guhertina naverok, form û şêwaza tevgerên piştî xwe.
Komara Kurdistanê 11 mehan li ser pêyan ma.
Kurd çarenivîsa Komarê wekî qurbaniya berjewendiyên zilhêzan dibînin.
Kar û karîgeriya Komarê ji wê zêdetir e ku ji hikûmetekê dihat çaverêkirin.
Derbasbûna dem, armanc, girîngî û pêgeha Komara Kurdistanê li aliyê Kurdan kevn nekiriye.
Navendeke rewşenbîrî
Temenê Komara Kurdistanê kurt bû lê di wê heyama kurt de bû navenda kar û xebatên, siyasî, civakî, aborî, hunerî, wêjeyî, leşkerî, dîplomasî û rewşenbîrî.
Alaya Kurdistanê li ser avahiya Parlamentoyê hat bilindkirin, Ey Reqîb wekî sirûda neteweyî hat pesendkirin, Kurdî wekî zimanê fermî hat ragihandin û artêş hat pêkanîn.
Di wê heyama kurt de li Komara Kurdistanê, ji bilî zelalkirina destûreke bingehîn, gelek rojname û kovar hatin derxistin, Komîteya Jinan hat avakirin û jinan di kar û xebatan de roleke çalak lîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse