Li Dêrsimê erdhej çêbû

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro demjimêr 16:28an li navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê, kûrahiya erdhejê 8,7 kîlometre bûye û li navenda bajarê Dêrsimê û çend navçeyên derdorê jî hatiye hîskirin.

Hat ragihandin ku piştî erdhejê ti pêşhateke neyînî çênebûye û li ser vê yekê aliyên pêwendîdar nehatine agahdarkirin.

Li aliyê din li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 3 erdhejên li pey hev ên bi hêza 4,4, 3,5 û 4,5an çêbûbûn.

Piştî wan erdhejan Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Nacî Gorur li ser egera erdhejên nû, ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên Bedlîs, Semsûr, Colemêrg, Dêrsim û Çewlîgê hişyarî dabû û tekez kiribû ku divê li hemberî erdhejê bajarên xweragir bên avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst