DÊRSIM - Tirsa erdhejê zêde bû: Mar çima vê zivistanê ji qulên xwe derketine?

07-02-2024
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Dêrsim Mar Erdhej
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Xozatê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê marên ku diviyabûn niha di tevizîna zivistanê de bûna li ser berfê hatin dîtin.

Marên ku di zivistanê de ji qulên xwe derketin, tirs xist nav xelkê ka gelo ev nîşaneya erdhejê ye.

Li gundê Zoxerê yê Xozatê marên ku li ser berfê digeriyan, ji aliyê xelkê gund ve bi telefonê hatin girtin.

“Gelo dê erdhej çêbibe?”

Şivanê bi navê Okan Dumanê ku dîmenên maran girtin got, “Her hefte mar hene. Çi bi serê vê xwezayê de hat, gelo dê erdhej çêbibe?

Ez nikarim bawer bikim, di nîvê zivistanê de mar li ser berfê digerin. Di nîvê zivistanê de ji qulên xwe derdikevin, ev ne normal e.”

Marên ku diviyabûn meha Sibatê di tevizîna zivistanê de bûna li ser berfê hatin dîtin.

Di zivistanê de dîtina maran li ser berfê, tirs û xofeke mezin xist nav xelkê gund.

Li gorî baweriya xelkê ya berbelav, mar beriya erdhejan bi awayekî ecêb tevdigerin û tiştên seyr dikin.

Li aliyê din jî pisporên erdhejan amaje pê dikin ku Dêrsim di bin metirsiya erdhejeke mezin de ye û dibêjin ku ew li benda erdhejeke bi hêza 7,4 pileyan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst