Li Dêrsimê dê 3 hezar û 406 avahî bên xirakirin

04-04-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê ji bo xirakirina 3 hezar û 406 avahiyên hat tesbîtkirin ku li ber erdhejê li ber xwe nadin, xebat hatin destpêkirin.

Li bajarê Dêrsimê ku li ser xeta erdhejê ye xebat tên kirin.

Ekîban di vê çarçoveyê de li navenda bajêr, navçeyên Pilemeriye, Pilûr, Qisle, Mêzgir, Xozat, Pêrtag û Çemişgezekê tesbîtkirina xisaran kir.

Ekîban di encama xebatan de dest bi xirakirina 3 hezar û 406 avahiyên kir ku hatiye tesbîtkirin xwe li ber erdhejê nagirin.

Yek ji wan avahiya beşa şevîmana xwendekarên keç a li navedan bajêr e.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu li navçeya Pilemeriyeyê xebatên lêkolîn û xirakirina avahiyan kontrol kirin.

Bulent Tekbiyikoglu herwiha ji Qaymeqamê Pilemeriyeyê Çagatay Çakal û Rêvebirê Bajêr ê Hawirdor, Bajarvanî û Av û Hewayê Melîh Melîk Kara derbarê xebatan agahî wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst