Piştî erdhejên Dêrsim û Colemêrgê hişyariyeke tirsnak!

02-01-2024
Nîşan Dêrsim Colemêrg Erdhej Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan piştî erdhejên li Dêrsim û Colemêrgê got, “Em dê beriya biharê erdhejan bibînin.”

Roja dawî ya sala 2023yan li Colemêrga Bakurê Kurdistanê di şevekê de 5 erdhej çêbûn.

Roja ewil a sala 2024an jî li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.

Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan da zanîn ku erd şidiyaye û egera erdhejeke derdora 7 pileyan heye.

“Beriya biharê em dê erdhejê bibînin”

Ercan amaje bi erdhejên Dêrsim û Colemêrgê da û got:

“Beriya biharê em dê erdhejê bibînin, mixabin wiha xuya dike.

Rewşeke nû heye, bi rastî erdhejên bi pileyan 4an ne gelekî mezin in lê erdhejên li ser hev ên li deverên cuda ên welêt mirov ditirsînin.

Xeta erdhejê ya Bedlîsê ber bi Colemêrgê ve diçe, xeta vê derê demeke dûvdirêj e ku bê deng e.

“Erdhejên Colemergê fikarên min zêde dikin”

Li vê derê valahiyeke erdhejan heye, ev tê wateya ku dê erdhej çêbibe. Niha erdhejên li pey hev ên li Colemergê fikarên min zêde dikin.

Li vê herêmê stûriya qalikê erdê 43 metre ye û ji bo neşike li ber xwe dide lê eger şida vê derê biqasî ku qalikê erdê bişikîne zêde bûbe dê erdhejeke bi mezinahiya 7 pileyan were payîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst