Li Dêrsimê tedbîrên erdhejê zêdetir bûne

06-02-2024
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê di çarçoveya tedbîrên erdhejê de hezar û 600 karmendên ji saziyên cuda hatin perwerdekirin
Li Dêrsimê di çarçoveya tedbîrên erdhejê de hezar û 600 karmendên ji saziyên cuda hatin perwerdekirin
Nîşan Dêrsim Erdhej Tedbîr
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Di salvegera erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, tedbîrên erdhejê zêdetir bûne.

Li Dêrsimê di çarçoveya tedbîrên erdhejê de hezar û 600 karmendên ji saziyên cuda hatin perwerdekirin.

Herwiha rapor û analîzên avahiyên li bajêr hatin derxistin û di qonaxa yekem de 43 avahî tên bihêzkirin û dest bi valakirin û hilweşandina 17 dibistanan hat kirin.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu got:

“Em li bajarê me niha pişkînîna hemû avahiyên fermî dikin. Li gel wezaretên pêwendîdar eger pêş saleke diyar hatibin avakirin, em raporên wan ên performansê dinivîsînin û li gorî rewşê eger pêwîst bike tên bihêzkirin, hilweşandin an ji nû ve tên avakirin.”

Pisporên jeolojiyê derbarê egera erdhejekê de li Dêrsimê bi hêza 7,4 hişyariyan didin.

Xelkê Dêrsîmê jî daxwaza valakirina avahiyên ku metirsiya wan a hilweşînê heye dikin û bangî berpirsên bajêr dikin ku tedbîrên pêwîst werbigrin.

Xeta erdhejê ya bakurê Anadoluyê ku çalak e, 65 kîlometreyan li bakurê Dêrsimê di navçeyên Kanîreş û Çêrmeyê yên parêzgeha Çewligê re derbas dibe.

Li Dêrsimê herî dawî 26ê Tîrmeha 1967an erdhejeke mezin bi hêza 6,2 çêbûbû ku 97 kesan canê xwe ji dest dabû û hezar û 282 avahî hilweşiya bûn.

27ê Kanûna Paşîna 2003yan jî bi hêza 6,5 erdhejek çêbûbû û kesekî canê xwe ji dest dabû û çend avahî jî hilweşiya bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst