Alîkarê Serokê Îtîlafa Sûriyeyê: Dem û komîteya diyaloga niştimanî nehatine diyarkirin

31-12-2024
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Alîkarê Serokê Îtîlafa Sûriyeyê Ebdulmecîd Berekat bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji dîmenan
Alîkarê Serokê Îtîlafa Sûriyeyê Ebdulmecîd Berekat bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Sûriye Îtîlafa Sûriyeyê Ebdulmecîd Berekat
A+ A-

Alîkarê Serokê Îtîlafa Sûriyeyê Ebdulmecîd Berekat ragihand ku ew dema (3 sal) ku Ehmed Şer ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê diyar kiriye gelekî dirêj e û got, "Dem û Komîteya Diyaloga Niştimanî nehatine diyarkirin."

Ebdulmecîd Berekat bû mêhvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ku Dilbixwîn Dara pêşkêş dike û behsa çend pirsan kir, ji wan nivîsandina destûra nû, hilweşandina Îtîlafa Niştimanî û pêwendiyên wan bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê û Serokê Birêvebiriya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer (Mihemed Colanî) re.

Berekat got, "Komên leşkerî yên di nav Îtîlafa de tên temsîlkirin beşek in ji Odeya Operasyonên Hevbeş û heta niha jî ew kom di van odeyan de kar dikin.

 Her wiha komên leşkerî yên din jî hene ku di Îtîlafa de tên temsîlkirin."

Derbarê têkiliyên wan ên bi Ehmed Şer û siyaseta karkirina wî re jî got:

"Di vê mijarê de ti dijayetiyek di navbera hikûmeta demkî ya Şamê ku Odeya Operasyonên Leşkerî bi rê ve dibe yan rêveberiya nû ya Sûriyeyê û siyasetên giştî yên Îtîlafa de nîne.

Her du alî niha hewl didin ku veguhastineneke siyasî ya rastîn çêbe ku li gorî liberçavgirtina wan berpirsyariyên ku dibe beriya vê veguhastinê gelekî girîng bin."

Alîkarê Serokê Îtîlafa Sûriyeyê Ebdulmecîd Berekat pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin û ev jî pirs û bersiv in:

Rûdaw: Pêwendiyên we bi Ehmed Şer (Colanî) re hene? Ger hebin çawa ne?

Ebdulmecîd Berekat: Yekem, Îtîlafa Niştimanî nûnertiya komeke mezin a pêkhateyan dike û ji wan pêkhateyan komên leşkerî jî hene. Em dikarin bibêjin bloka komên leşkerî di nav Îtîlafê de mezintirîn blok e ji aliyê hejmara nûneran ve.

Odeya Operasyonan ku meha borî dest bi kar kir, komên leşkerî yên ku ji aliyê siyasî ve nûnerên wan di Îtîlafê de hene, li xwe digirt.

Ev tê wateya ku komên leşkerî yên ku di Îtîlafê de nûnerên wan hene, beşek in ji Odeya Operasyonên Hevbeş û heta niha jî komên leşkerî di van odeyan de kar dikin.

Her wiha komên leşkerî yên din jî ku nûnerên wan di Itîlafê de hene, di Odeya Operasyona "Fecr Huriye" de kar dikin. Ji ber vê yekê Îtîlaf bi pêkhateyên xwe yên leşkerî ve hem li qada şer û hem jî di asta siyasî de amade ne.

Niha serokê Îtîlaf û serokê Desteya Danûstandinan û zêdeyî 45 endamên Îtîlafê li Şamê amade ne.

Karekî siyasî yê mezin heye ku Îtîlaf hewl ji wê hewl dide û pabend e bi prensîbên xwe û xeta siyasî û nexşeriyeke ku ji bo çendîn salan hatiye danîn û bûye bingehek ji bo veguhastina siyasî li Sûriyeyê.

Lewma ez bawer dikim ku ti nakokî di navbera hikûmeta demkî ya li Şamê ku odeya operasyonên leşkerî bi rê ve dibe yan jî rêveberiya nû ya li Sûriyeyê û siyasetên giştî yên Îtîlafê de nîne. Her du alî niha hewl didin ku veguhastineneke siyasî ya rastîn çêbe ku li gorî liberçavgirtina wan berpirsyariyên ku dibe beriya vê veguhastinê gelekî girîng bin.

Rûdaw: Ehmed Şer dibêje, nivîsandina destûra nû pêwîstî bi 3 salan heye. Li gorî we ev demeke dirêj nîne?

Ebdilmecîd Berekat: Bê guman ev dem dirêj e lê eger em rewşa leşkerî, ewlehî, lojîstîk û teknîkî ya li Sûriyeyê bixwînin, pêdivî bi demê heye ji bo dabînkirina hawîrdoreke guncaw ji bo nivîsandina destûra Sûriyeyê.

Em dizanin di nava 14 salan de zêdetirî 12 milyon Sûriyeyî li derveyî Sûriyeyê ne. Hîn şer li çend herêmên Sûriyeyê, bi taybetî li rojhilatê Feratê berdewam e. Rewşa ewlehî û leşkerî hîn ne seqamgîr e. Gelek pêdiviyên teknîkî hene ku bi aramgirtin û pêwendîkirina bi piraniya pêkhateyên gelê Sûriyeyê re girêdayî ne.

Gelek pirsên pêwendîdar bi asta ewlehiyê jî li Sûriyeyê hene. Bi dîtina min ev berpirsyariyên sereke ne beriya gotûbêjkirina li ser destûr û veguhastina siyasî. Ji ber vê yekê em bi hewleke mezin kar dikin.

Şandeyên me ji bo pêkanîna aştiya navxweyî li hemû parêzgehên Sûriyeyê belav bûne ku em dê li pişta Sûriyeyiyan bimînin heta daxwazên wan bi temamî pêk tên. Em dizanin ku berpirsyariyên girîng hene û dibêjin ev dem dibe ku heta radeyekê dirêj be.

Rûdaw: Niha Ehmed Şer amadekariya kongreyeke niştimanî dike, ma tirsa we heye ku ew dê bi rêya vê kongreyê dest deyne ser hemû Sûriyeyê?

Ebdulmecîd Berakat: Em derbarê kongreya diyaloga niştimanî yan tiştên ku heta niha hatine belavkirin de, heta niha dibihîzin ku xwestek heye ji bo vexwendina diyaloga niştimanî lê ti daxuyaniyeke fermî yan vexwendineke fermî nîne ku dem û mekanîzm û rêbazên wê û encamên wê diyar bike. Her wiha komîteya amadekar jî tune.

Lewma bi ya min zû ye em niha behsa wê bikin ku diyaloga niştimanî dê hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê li xwe bigire. Her wiha zû ye em behsa wê bikin ku ew kongreya hefteya borî pêşekî bû. Yên ku serpereştiya kongreyê kirin behsa wê kirin ku pêşekî ye ji bo kongreyeke diyaloga giştî ku dê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li xwe bigire.

Yanî kongreya diyalogê mercên siyasî, ewlehî, leşkerî û teknîkî hene ku girêdayî beşdariya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ne. Ji ber vê ez bawer im rêveberiya nû ya li Şamê, birêz Şer û hemû berpirsyarên vê mijarê bi temamî dizanin ku her diyalogeke Sûriyeyî di dawiyê de divê bigihêje daxwazên gelê Sûriyeyê.

Bi dîtina min zelal e ku xwesteke erênî ji rêveberiya Şamê heye ji bo ku ev diyalog bi ser bikeve. Her wiha xwesteke erênî heye bi rêya wan daxuyaniyan ku em dibihîzin ku beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bi cudahiyên neteweyî, olî, siyasî û herêmî dikin.

Ev jî nîşaneyeke erênî ye li ser girîngiya beşdariya hemiyan di vê diyalogê de û girîngiya hebûna encamekê ku daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bîne ku di ber de têkoşîn kiriye. Ez bawer im parastvanê sereke di van hemû rewşan de gelê Sûriyeyê ye ku her dem dikare rêrast bike.

Rûdaw: Tu her demê behsa Îtîlafê dikî lê Ehmed Şer dibêje ku Îtîlafa mixalefetê qediyaye û endamên wê dikarin bi awayekî şexsî beşdarî konferansê bibin. Nêrîna te çi ye?

Ebdulmecîd Berekat: Dema ku Îtîlaf hat damezirandin, ji bo ku bibe navnîşaneke alternatîf a Sûriyeyê, ne tenê rejîm. Mixalefet hebû û rejîm jî hebû. Lewra armanca sereke ya Îtîlafê û hemû hêzên mixalefetê rûxandina rejîmê bû.

Îtîlaf di belgeyên damezrandin û rêziknameya xwe navxweyî de daxwaza hilweşandina xwe di dema guncaw de dike. Ev dema guncaw li gorî belgeyên Îtîlafê û ragihandina damezrandin û rêziknameya navxweyî, ew dem e ku diyalogeke niştimanî hebe.

Rûdaw: Birêz Berekat, hûn kengî dê Îtîlafê hilweşînin?

Ebdulmecîd Berekat: Li gorî rêziknameyên navxweyî yên Îtîlafê, Îtîlaf daxwaza diyaloga niştimanî dike yan jî divê beşek ji vê diyaloga niştimanî be. Lê xaleke sereke di rêziknemeyên Îtîlafê de ew e ku ew daxwaza kongreya diyaloga niştimanî dike û desteyek a rêvebiriya veguhastinê tê hilbijartin û destûrek tê danîn û kar û bar ji desteyê rêveberiya veguhastinê re tên kirin.

Bi xwezayî, dema ku em bigihêjin qonaxa veguhastinê, wê demê rasterast Îtîlaf dê xwe hilweşîne ji ber ku armanca hebûna Îtîlafê pêkanîna veguhastina siyasî ye. Heta ku rewş ji bo pêkanîna vê veguhastina siyasî temam nebe, Îtîlaf dê pabendî wan siyasetên giştî be ku ji bo wan hatiye damezrandin û her wiha pabendî siyasetên pêkhateyên Îtîlafê be.

Îtîlaf nûnertiya ji aliyê siyasî, netewî, olî, mezhebî û herêmî ve piraniya beşên civaka Sûriyeyê dike. Lewma ev pêkhate xwedî nerîn in li ser paşeroja Îtîlafê lê bi giştî dema veguhastina siyasî ya rasteqîn pêk were û em derbasî qonaxa veguhestinê bibin, pêkhateyên di nav Îtîlafê de dê vegerin bingehên xwe yên sereke.

Rûdaw: Ehmed Şer pleyên leşkerî yên çekdarên biyanî yên cihadîst li Sûriyeyê bilind kir, hûn bi vê qayîl in?

Ebdulmecîd Berekat: Li Îtîlafê hikûmeteke demkî heye ku hîn li bakurê azadkirî kar dike. Wezareta Parastinê heye ku bi hikûmeta demkî ya li bakurê azadkirî ve girêdayî ye. Ev wezaret xwedî artêşeke niştimanî ye ku ji lîwa û ketîbeyan pêk tê û ji aliyê efserên derçûyî ve tê birêvebirin.

Dibe ku serkirdayetiya leşkerî li Şamê dîtiye ku pêwîst e bi rastiyên leşkerî yên niha re zûtir rabe û pirsgirêkên leşkerî yên acîl çareser bike. Bi xwezayî em ji vê mijarê agahdar nînin. Dibe ku birêveberiya leşkerî rewşeke taybet hebû ku mecbûr maye yan jî rê lê vekiriye ku biryareke wiha bide.

Ez li vir behsa artêşa niştimanî dikim ku bi nasnameya leşkerî ya resen a Sûriyeyê ve girêdayî ye, bi peykerê rêxistinî ve. Lewma ez bawer dikim ew baştir dizanin bersiva pirseke wiha bidin. Îtîlaf bi eşkere ji vê mijarê haydar nîne.

Rûdaw: Hûn dibêjin divê çekdarên biyanî di nava artêşa Sûriyeyê de nemînin, di demekê de ku pileyên leşkerî yên biyanî di nav artêş û HTŞyê de tên bilindkirin?

Ebdulmecîd Berekat: Wekî min berê jî got, ev mijarek leşkerî ye û ez nizanim berfireh çi diqewime. Lê sedemên ku Sûriye kirine cihê civîna hemû şervanên biyanî, rejîm û siyasetên wê yên ku di salên borî de pêk anîn bûn. Wî hemû cûre milîs anîn û her wiha gelek milîsên ne Sûrî jî anîn.

Loma dibe ku Sûriye di qonaxekê de bûbe xala hevgirtina van milîsên leşkerî. Hebûna şervanên ne Sûrî ji bo îtîlafê xwezayî ye û nayê redkirin.

Rewşa leşkerî yan rastiya leşkerî pêdiviyên xwe hene. Ez ji vê mijarê ne haydar im, loma dibe ku di demên pêş de ev mijar bên çareserkirin. Siyaseta îtîlafê di vî warî de zelal e, her wiha Artêşa Niştimanî ya ku ser bi hikûmeta demkî ye û girêdayî îtîlafê ye, siyasetên wê yên têkildarî şervanên biyanî zelal in.

Rûdaw: Hûn dibêjin divê çekdarên biyanî di nav artêşa Sûriyeyê de nemînin lê pileyên wan di nav artêş û HTŞyê de bilind dibin?

Ebdulmecîd Berekat: Ev mijar wekî ku min berê jî got, mijareke leşkerî ye û ez nizanim vê hûrgeliyê. Lê sedemên Sûriye bibe cihê kombûna hemû şervanên biyanî, rejîm û siyasetên wê ne ku di salên borî de pêk anîn. Wê hemû milîsên ji her cureyî anîn û her wiha hinek milîsên ne Sûriyeyî jî anîn.

Wate dibe ku Sûriye di qonaxekê de bûbû xala yekbûna van milîsên leşkerî. Hebûna hinek şervanên ne Sûriyeyî ji bo îtîlafê bi xwezayî mijareke redkirî ye.

Rewşa leşkerî yan rastiya leşkerî pêdiviyên xwe hene. Ez vê mijarê nizanim, loma dibe ku di demên bên de ev mijar bê çareserkirin. Siyaseta Îtîlafê li ser vê mijarê zelal e, her wiha Artêşa Niştimanî ya ku girêdayî hikûmeta demkî ye û girêdayî Îtîlafê ye, siyaseta wê derbarê şervanên biyanî zelal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst