HEVPEYVÎNA TAYBET - Mehmet Alî Aslan: Kurdên di nava TÎPê de jî Kemalîst bûn

03-07-2024
Kawe Emîn
Hevpeyvîna taybet li gel Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan/Wêne: Rûdaw
Hevpeyvîna taybet li gel Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan/Wêne: Rûdaw
Nîşan Mehmet Alî Aslan TÎP Kurd
A+ A-

Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan li ser bandariya Kemalîzmê ya li ser endamên TÎPê yên Kurd wiha got, “Bêguman qebûl dikirin. Komunîst jî Kemalîst bûn. Ji ber ku dema Şoreşa Rûsyayê bi ser ket, hatin û gelekî alîkariya Kemal Ataturk kirin. Ji aliyê din ve bi rêya perwerdeyê, dersên neteweyî (milî) didan. Xwendekarên Kurd û Tirk wer hîn dikirin ku li Tirkiyeyê neteweyeke tenê heye ku ew jî neteweya Tirk e, neteweyên din nînin, zimanên din ji bilî Tirkî nînin. Dema tu berovajî gotinên wan biaxiviya, wê ji te re bigotina xayîn.”

Aslan da zanîn ku eger wî parêzeeriya HADEPê bikira dê nehişta bên cezakirin û wiha axivî:
“Min gote wan, ‘wekaletnameyê ji me re çêbikin, çimkî heke kesekî nezan we biparêze, hûn ê perîşan bibin’ lê wan ez qebûl nekirim. Rabû ez çûme Parîsê û min Kendal Nezan li wir dît. Kendal pir alîkariya Leyla Zanayê dikir. Min jê re got telefonî Leylayê bike bila qayîl bibe ez alîkariya wê bikim. Rabû Leyla qayîl bû lê dema ez vegeriyam Tirkiyeyê wê bîr û baweriya xwe guhert û poşman bû. Ê jixwe wan tiştek nekiribû, ne tevgerek kiribûn, ne tiştek gotibûn, tiştek nekiribûn. Heger ez bibûma parêzerê wan, bêguneh derdiketin. Çend parêzer ji wan re girtin, parêzer Kurd bûn lê fena dadgeran difikirîn, loma 15 sal ceza dan her yekî ji wan.”

Mehmet Alî Aslan behsa mitînga dîrokî ya TÎPê ya li Farqînê jî kir û wiha got:
“Bi deh hezaran kes hebûn. Ne tenê şêniyên Silîvayê beşdar bûbûn ji hawîrdorê, ji hemî hêlên Kurdistanê mirov hatibûn. Vêga dibêjin qaşo Mehdî Zana bi Kurdî axiviye. Ne rast e, kes bi Kurdî nepeyivî. Mehdî Zana tewra bi Tirkî jî nepeyivî. Gava min bi Kurdî got gelî xwişk û birayan, kelecan bi xelkê ket. Min ti carî xwenîşandaneke wisa mezin û dilsoz nedîtibû. Hejmareke herî zêde ya jin û keçan beşdar bûbû. Jin û keçên Kurd ji mêrên xwe gelekî jêhatîtir in. Bi vî awayî cara ewil di dîroka Komara Tirkiyeyê de, di civîneke wiha mezin de bi zimanê Kurdî hat axaftin.”

Beşa 3yem a Pencemorê bi siyasetmedar, parêzer û serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan re

Rûdaw: Gelo ti manîfesto yan jî bernameyeke Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ji bo çareserkirina Doza Kurd hebû?

Mehmet Alî Aslan: Na nebû. Gava min kovarek derxist û min li gelek deran dabaşa Kurdan û doza Kurd kir, wê çaxê ew li dij bûn ku em biçin nav navenda partiyê lê min xwe nola serbixwe namzed kir û ez bûm endamê Komîteya Navendî, paşê ez hatim girtin.

Rûdaw: Navê kovara we çi bû?

Mihemed Alî Aslan: Yenî Akiş, navê wê Yenî Akiş bû. Ez di girtîgehê de bûm. Wê demê Behîce Boran Seroka Partiya Komunîst a Tirkiyeyê bû. Bi hinceta ku kovar li ser Tirkiyeyê metirsiyeke mezin e, li hemberî Tirkiyeyê xiyaneteke mezin e, gotara min ku min li ser gelê Kurd nivîsîbû xwendibû. Mihemed û Tariq Ziya Akincî di girtîgehê de hatin dîtina min. Hêdî hêdî min karîbû wan yeko yeko bînim rayê.

Rûdaw: Gelo nêrînek heye ku Îslamîst û komunîstên Tirkiyeyê li ser doza Kurd bi heman awayî difikirin?

Mehmet Alî Aslan: Li ser doza Kurd xût nola hev difikirin. Her çend niha demokratên ku wekî wan nafikirin hene jî, lê wê serdemê bi heman awayî difikirîn.

Rûdaw: We dabaşa wê yekê kir ku Kurd di nav partiyê (TÎP) de hebûn, ma Kurdan di nav xwe de baskek çêkiribûn ku wekî Kurd kar bikin?

Mehmet Alî Aslan: Hebûn lê ji hêla fikrî ve xwe ji Tirkan cihê nedikirin, wekî wan dihizirîn. Her du aliyan ji Kurdistanê re digot, ‘rojhilat’ mesele li nik wan ne pirsa Kurd bû, li şûnê meseleya rojhilat bû. Wan ev yek jî bi paşveçûna aborî ya li herêmê ve girêdida. Dema ku ez bûm serok ew hat guhertin.

Rûdaw: Gelo heta niha peyva Kurd û Kurdistanê di bernameya TÎPê de cih girtiye?

Mehmet Alî Aslan: Tiştekî wiha qet tune. Rêziknameya Partiya Karkeran rêziknameyeke Kemalîst bû. Kemalîzma neteweyî bû. Di destpêka rêziknameyê de gotina Ataturk hatibû nivîsandin. Dema ez bûm serok, min dixwest vê biguherim.

Rûdaw: Te di dema serokatiya xwe de ti guhertinek pêk anî?

Mehmet Alî Aslan: Min endamên Tirk îqna kiribûn lê nehat kirin.

Rûdaw: Ji xeynî we, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê, gelek partiyên din ên sosyalîst hebûn, gelo hizir û nêrîna wan a li pirsa Kurd çawa bû?

Mehmet Alî Aslan: Meseleya Kurdî di hizira kesî ji wan de nebû. Ez bi xwe li ser du tiştan dixebitîm: Yekem li ser meseleya Kurdî lê divabû li ser navê Kurdan bihata kirin. Duyem jî meseleya Kemalîzmê bû ku faşîzm e, netewperestî ye. Kemalîzm nayê wateya sosyalîzm û çepgiriyê. Divabû vêya bipejirînin ji ber ku ev her du mijar girêdayî hev bûn. Axir dema tu Kemalîst bî, tu dê dijî Kurdan derkevî.

Rûdaw: Kurdên di wan partiyên çep û komunîst de Kemalîzm qebûl dikirin?

Mehmet Alî Aslan: Bêguman qebûl dikirin. Komunîst jî Kemalîst bûn. Ji ber ku dema Şoreşa Rûsyayê bi ser ket, hatin û gelekî alîkariya Kemal Ataturk kirin. Ji aliyê din ve bi rêya perwerdeyê, dersên neteweyî (milî) didan. Xwendekarên Kurd û Tirk wer hîn dikirin ku li Tirkiyeyê neteweyeke tenê heye ku ew jî neteweya Tirk e, neteweyên din nînin, zimanên din ji bilî Tirkî nînin. Dema tu berovajî gotinên wan biaxiviya, wê ji te re bigotina xayîn.

Rûdaw: Bûyereke dîrokî heye, civîna cemawerî ya li Silîvayê ango li Farqînê heye. Di wê civînê de çi qewimî? Çima ewqas behsa wê civînê tê kirin?

Mehmet Alî Aslan: Çend hevalên ku Mehdî Zana jî di nav wan de bû gotin em dê civînekê li Silîvayê saz bikin. Ji min jî xwestin ku ez herim û beşdar bibim. Çend rojan beriya civînê ez çûm Amedê. Min Tariq Ziya Akincî li wir dît. Wisa belav bûbû ku nasyonalîstên Kurd ku hemû endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bûn dê civînê saz dikin. Tariq ji min re got tu here belkî tu kêşeyê çareser bikî. Gava ez giham Silîvayê, min got mesele çi ye? Şerefedîn Elçî, Seîd Alçî û netewperestên din digotin ev civîneke Kurdan e, hûn hatine û we serokê TÎPê vexwendiye da ku tê de biaxive, ne ji mafê we ye hûn tiştekî wilo bikin?

Rabû min got we serokên hemî partiyan, Demirel jî di nav de vexwendiye, lê kes ji wan beşdar nabe, tenê serokê TÎPê hatiye, hûn çima dijayetiya wî dikin? Digotin ev civîneke Kurdan e, çênabe ji bilî Kurdan kes tê de bipeyive! Min ji Mehdî Zana û yên din re got, hûn naxwazin civînê saz bikin, fermo wê desthilatê bidin min qene ez civînê bi rê ve bibim. Gotin baş e. Min ji wan re got çimkî hûn dibêjin civîna Kurdan e, fermo werin bi Kurdî biaxivin! Gotin 'qey tiştekî wiha dibe?'

Min got nexwe hiş bin û devên xwe bigirin. Hinekan got em dê civînê têk bibin. Min ji wan re got eger kesek bixwaze civînê têk bibe, ez dê guleyekê bera eniya wî bidim! Min ji kesên li derdora xwe re got hûn li ser parçe erdekî 10 kesan dikujin, loma çi kesê bixwaze civînê têk bide, lêxin, ev meseleya welatekî ye, xem nake bila li ser meseleyeke wiha jî 5 kes bên kuştin, dê çi bibe? Piştî vê bêdengî hilbijartin. Mîkrofon di destê min de bû, min civîn bi rê ve dibir.

Rûdaw: Xelk pir beşdar bûbû?

Mehmet Alî Aslan: Bi deh hezaran kes hebûn. Ne tenê şêniyên Silîvayê beşdar bûbûn ji hawîrdorê, ji hemî hêlên Kurdistanê mirov hatibûn. Vêga dibêjin qaşo Mehdî Zana bi Kurdî axiviye. Ne rast e, kes bi Kurdî nepeyivî. Mehdî Zana tewra bi Tirkî jî nepeyivî. Gava min bi Kurdî got gelî xwişk û birayan, kelecan bi xelkê ket. Min ti carî xwenîşandaneke wisa mezin û dilsoz nedîtibû. Hejmareke herî zêde ya jin û keçan beşdar bûbû. Jin û keçên Kurd ji mêrên xwe gelekî jêhatîtir in. Bi vî awayî cara ewil di dîroka Komara Tirkiyeyê de, di civîneke wiha mezin de bi zimanê Kurdî hat axaftin.

Rûdaw: We tenê bi zimanê Kurdî bixêrhatina xelkê kir an jî we behsa siyasetê kir?

Mehmet Alî Aslan: Belê, me behsa siyasetê jî kir. Axir, 30-40 sal bûn axaftineke siyasî bi Kurdî nehatibû kirin. Wê çaxê Kurdiya min pir çêtir bû, ez bi rehetî dipeyivîm.

Rûdaw: We helbest û sloganên bi zimanê Kurdî digot?

Mehmet Alî Aslan: Me helbesteke bi navê 'Rev'ê bi Kurdî xwend ku min dûvre di kovara Yenî Akişê de weşand? Helbest dirêj e. Hemû nayê bîra min. Lê ez dê di pirtûkeke xwe de tevahiya helbestê biweşînim.

Rûdaw: Tu dikarî çend malikan ji me re bixwînî?

Mehmet Alî Aslan:

Em du bira bûn

Li ser milên me du tivingên martînî hebûn

Em çûn serê çiyê

Çiyayê me mîna cendirmeyan bêbext bû

Em pêxwas bûn, em birçî bûn

Ji bextreşiya me

Çiyayan jî em hembêz nedikirin

Dîsa Xezalê hate bîra min

Porê zer û çavên reş

Kenê delalî

Gilî û gazinên xwe

Li ser me neke

Reva me reveke

Pir bêaman e

(Li vir çavên wî tijî hêstir dibin û nikare helbestê biqedîne)

Rûdaw: Ev helbest a kê ye?

Mehmet Alî Aslan: Kurdane ye. Evdilrehman Eleca, hevalekî me bû. Min di kovara Yenî Akişê de weşand.

Rûdaw: Civîna Silîvayê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deng veda?

Mehmet Alî Aslan: Li her derê deng veda.

Rûdaw: Helwesta dewletê çi bû?

Mehmet Alî Aslan: Ez parêzer bûm. Ez şarezayê hiqûqê bûm, xasma hiqûqa siyasî. Min zanîbû çawa biaxivim û min zanîbû çi bibêjim. Bila mînakekê ji te re bibêjim. Eger tu bibêjî ez dixwazim dewletê hilweşînim, bêşik wê te biavêjin zindanê lê eger tu bibêjî ez dixwazim hikûmetê bi awayekî demokratîk biguherim, kes nikare tiştekî li hemberî te bike. Di mîtîngên din de gelek kes hatin girtin. Di wan civînên din de bi Kurdî neaxivîn, li şûna wê bi Tirkî dipeyivîn, lê şaştî dikirin û wekî sûc li ser wan dihat hesibandin.

Rûdaw: Ew mîtîng ji aliyê TÎPê ve dihatin organîzekirin?

Mehmet Alî Aslan: Na, ne li ser navê TÎPê bûn, lê ji aliyê hevalan ve dihatin sazkirin. 6 mîtîngên mezin hatin lidarxistin, 5 ji wan li Kurdistanê û yek jî li Tirkiyeyê, ya dawîn li Agiriyê bû.

Rûdaw: Tu dibêjî ku hem ji aliyê endamên Tirk û hem jî ji aliyê Kurdên endamên TÎPê ve dijayetiya te dihat kirin. Nexwe te çawa karîbû li sala 1969an bûbû serokê TÎPê?

Mehmet Alî Aslan: Endamên Partiya Komunîst li dijî min bûn, mamzedê wan hebû lê hevalên din ên Tirk ku namzed bûn wekî Yaşar Kemal û yên dîtir, ji min xwestin ku ez xwe mamzed bikim û bibim serokê partiyê. Min li ser rijdiya wan xwe mamzed kir. Êdî Tirkan dengê xwe da min. Herwisa Kurd jî neçar man dengê xwe bidin min, wekî din divabû dengê xwe bidin endamên Partiya Komunîst, ev yek jî ne di berjewendiya wan de bû.

Bi rastî, Tirkan bi xwesteka xwe dengê xwe da min, çimkî ez li ser du tiştan dixebitîm: Meseleya Kurd û meseleya Kemalîzmê. Min digot sosyalîzm ne Kemalîzm e, du tiştên cihê ne. Ez di hêla hizirî de dixebitîm. Paşê dema ku ez wekî serok hatim hilbijartin, cimaeta Partiya Komunîst dest bi boykotê kir.

Rûdaw: Em dikarin bibêjin ku di serdema serokatiya te de, Kemalîzm û sosyalîzm ji hev hatin cudakirin?

Mehmet Alî Aslan: Belê, wisa ye.

Rûdaw: Ango Kemalîzm û sosyalîzm hatibûn tevlihevkirin?

Mehmet Alî Aslan: Erê, min ev yek di kovara Yenî Akişê de jî nivîsand. Tewra min li ser vêya 2 gotarên Îlhan Selçuk weşandin ku tê de hehsa Kurdistanê û Mela Mistefa Barzanî dike û dibêje ku ew amûrên emperyalîzmê ne, loma min li dijî wan nivîsarek weşand û min tê de behsa wê yekê kir ku Mela Mistefa bi mal û zarokên xwe ve di nav belengaziyeke herî mezin de şoreş dikir û hûn jê re dibêjin amûra emperyalîzmê, hûn bi xwe amûra Kemalîzmê ne.

Rûdaw:Kovara we organa partiyê bû yan kovareke serbixwe bû?

Mehmet Alî Aslan: Ez bi tena serê xwe bûm û min bi pereyên xwe derdixist. Min 4 hejmar jê derxistin. Xelkê newêrîbû bibin abone. Gelek ciwan hebûn ku pereyên abonetiyê berhev dikirin û dixistin tenekeyê paşilên xwe. Min li Enqereyê dida dikandaran û min digot bifiroşin û bila pereyên wê jî ji we re bin.

Rûdaw: Gelo kovar digihîşt Kurdistanê?

Mehmet Alî Aslan: Min hejmareke zêde şand cem hevalekî xwe yê li Amedê ku pirtûkfiroşekiyeke wî hebû û endamê TÎPê bû. Diyar e li cihên din ên Kurdistanê jî hebû lê xelk ditirsiya. Sekreterekî min hebû digot dema min kovar dixwend, ez diçûm hundir û min derî li xwe digirt lê dîsa jî ez ditirsiyam û dilerizîm.

Rûdaw: Kovar bi Tirkî bû yan Kurdî jî tê de hebû?

Mehmet Alî Aslan: Kurdî jî tê de hebû. Gotarên me yên bi zimanê Kurdî nebûn lê me gelek helbestên Kurdî belav dikirin. Helbesta Zembîlfiroş û çend helbestên Cemîlê Celîl ku ji Sovyetê ji me re şandibûn, notên mûzîkê bûn.

Rûdaw:We behsa Yaşar Kemal kir. Ma ew yek ji kadroyên sereke bû? Endamê Komîteya Navendî ya TÎPê bû?

Mehmet Alî Aslan: Kadroyekî sereke bû, endamê Komîteya Navendî bû. Min Yaşar Kemal beriya vê jî nas dikir. Malbata wî ji Halîçî ye. Li wir tûşî xwîndariyê (neyartiyê) dibin, loma berî didin Kozana Edeneyê. Xwîniyên wan li pey wan diçin Edeneyê û bavê Yaşar Kemal li wir dikujin. Sêwî mezin dibe. Gelek îş û karan dicêribîne, tevlî çanda gelan dibe. Gava ji bo leşkeriyê diçe Qeyseriyê, li wir serokê TÎPê nas dike. Ji Yaşar Kemal re dibêje dema te leşkeriya xwe kuta kir were cem me li Stenbolê.

Rûdaw: Çepgiriya wî çawa bû, sosyalîst bû yan komunîst?

Mehmet Alî Aslan: Yaşar Kemal sosyalîst bû, jiyaneke pir bi dijwarî derbas kiribû û sermayedarî red dikir.

Rûdaw: Wê serdemê çawa li ser Pirsa Kurd difikirî?

Mehmet Alî Aslan: Di dilê wî de Kurdayetî hebû lê eşkere nîşan nedida. Rojekê min jê re got, ‘Kak Yaşar Kurdbûna xwe eşkere bike û bila xelk bizanibe.’ Ne şaş bim destpêka salên 60î bû? Bersiv da û got, ‘her tişt di destê Tirkan de ye, heger ez tiştekî wiha bikim, wê hemû nivîskar û xwendeyên vî welatî li ser min binivîsin û di nava sê rojan de min daxin sifirê’ lê paşê tişt guherîn.

Rûdaw: Sala 1969an de wê çaxê we bi hev re tevi Yaşar Kemal di nav heman partiyê de kar dikir. Ew nivîskarekî navdar bû?

Mehmet Alî Aslan: Belê, ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî dihat naskirin. Demekê çû welatê Fransayê, serokkomarê wî welatî Mitterand ku ew jî kesekî sosyalîst bû ew vexwendibû. Daniel Mitterrand jî serdana Tirkiye û Kurdistanê kir. Diyar e ji bo wergirtina Xelata Nobelê ya wêjeyê jî hat pêşniyarkirin lê bi ser neket.

Rûdaw: Yaşar Kemal wekî nivîskarekî Kurd an Tirk dihat naskirin?

Mehmet Alî Aslan: Wekî nivîskarekî Tirk dihat naskirin. Her kesî dizanîbû ew Kurd e, lê nivîskarekî Tirk bû.

Rûdaw: Wî xwe Kurd dihesiband?

Mehmet Alî Aslan: Belê, wî xwe Kurd dihesiband, Kurdiya xwe ji bîr kiribû, lê dîsa jî carinan bi Kurdî diaxivî.

Rûdaw: Heger tu ji me re behsa kesayeta Behîce Boranê bikî, ew kesayeteke çawa bû, gelo bandora wê li ser çepên Kurd û Tirk hebû, keseke teorîzan bû?

Mehmet Alî Aslan: Jineke giran û jêhatî bû. Bi koka xwe Teter bû, ji Eskîşehîrê bû. Seba bîr û baweriyên wê yên çep û komunîst ew ji zanîngehê qewitandin. Bîr û baweriyên wê ji yên Serokê Partiya Karkeran Mehmet Alî Aylan ne cihêtir bûn lê ew tevlî Partiya Komunîst a Tirkiyeyê bû; tewra bû seroka Partiya Komunîst jî. Me di nava Partiya Karkeran de jî gelek gengeşe û nîqaş kirin. Jineke jêhatî bû.

Rûdaw:Ew bû seroka TÎPê?

Mehmet Alî Aslan: Belê, piştî min ew bû serok.

Rûdaw: Em ji bo dîrokê diaxivin. Boranê li mafên gelê Kurd qebûl dikir?

Mehmet Alî Aslan: Pêşî qebûl nedikir. Divê ez bibêjim ku Partiya Komunîst a Tirkiyeyê cuda bû. Ew li ser talîmatên Partiya Komunîst a Sovyetê tevdigeriya. Dema ku Sovyetê Yugoslavya dagir kir, em li dijî vê yekê derketin û me got ku ev ne rast e lê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê piştgiriya Sovyetê kir. Di heman çarçoveyê de bi Pirsa Kurd re tevdigeriyan.

Pir dijî Pirsa Kurd bûn lê bi derbasbûna demê re wisa li wan hat ku alîgiriya Pirsa Kurd dikirin. Dema min dest ji kar kişand, min gazî wan kir û ew li ber xistin ku hûn bi xwe karên xwe bi cih bînin. Wan rijdiyeke mezin kir ku ez berdewam bikim, nedixwestin bi sendîkavan re kar bikin, ji xwe bêyî karkeran jî wate ji Partiya Karkeran re namîne lê me rêza wê digirt.

Rûdaw: Bahîce Boran hat kuştin an bi xwe mir?

Mehmet Alî Aslan: Na bi xwe mir. Di dema derbeya leşkerî de, demeke dirêj di girtîgehê de ma, bi qasî sê salan di girtîgehê de ma.

Rûdaw:Te çima dev ji TÎPê berda?

Mehmet Alî Aslan: Wekî min got, hejmareke mezin a Kurdan di partiyê de hebûn. Min navê hinekan ji wan anî ser zimên jî. Di dema dengdanê de boykot kirin û nehatin. Herwisa Behîce Boran û Partiya Komunîst a Tirkiyeyê jî nehatin û beşdar nebûn. Ew piranî bûn. Divabû bîst û yek kesan dengê xwe bidana, min 2 caran ji wan xwest lê ji 20 kesan derbas nedibû. Divabû bîst û yek kesan dengê xwe bidana, loma me nikarîbû biryar bidin.

Min dixwest bernameya partiyê ku Kemalîst bû, biguherim. Gelek tiştên din hebûn. Ji bo wan guhertinan pêwîstiya me bi piraniya dengan hebû, lewra nehat kirin. Kurd ne bi min re bûn, piranî ne bi min re bû, loma min got kar bi vî rengî bi pêş ve naçe. Min ji sendîkayan xwest, wan biryar dabû ku bi Bahîce xanimê re nexebitin. Min wekî serokê TÎPê serdana wan kir, loma min nedixwest bibim serokê komekê di nava TÎPê de, loma min biryara xwe da û çûm.

Rûdaw: Ji bilî te û Yaşar Kemal, endamên Kurd ên Komîteya Navendî ya TÎPê kî bûn?

Mehmet Alî Aslan: Mehmet Alî Aydar û Can Yucel.

Rûdaw: Bersiva vê pirsê negiha min, gelo çima Kurdên di partiya we de dijayetiya te dikir, tiştên şexsî bûn an jî bîr û bawerî û awayê karê partîzanî bû?

Mehmet Alî Aslan: Ne meseleyên şexsî bûn, lê em cuda difikirîn. Wan digot,’em alîgirên Kurdan in, em pirsa Kurd diparêzin’ lê bi fermî navê Kurdan hilnedidan, li ser navê yekîneya erdnîgariya Rojhilêt xelk wisa didan fêmkirin ku piştevaniya mafên wan dikin. Min ji wan re got, ‘peyva Kurd û Kurdistanê bi kar bînin, tiştê ku hûn dikin xelet e, ne rast e’ û min di nivîsên xwe de jî ev tişt gotiye.

Rûdaw:Tu dixwazî bibêjî ku wan Kurdîtî nedikir?

Mehmet Alî Aslan: Bila mînakekê bînim. Dema min kovara Yenî Akişê derdixist, ez bi Tariq Ziya Ekîncî û Alî Kiran re ku her du parlementer bûn axivîm. Min ji wan xwest ku her yek ji wan gotarekê binivîse lê eger bi gotineke tikîtenê be jî bila Kurdî tê de hebe. Min pir lava ji wan kir lê gotineke Kurdî ya tenê jî di gotara xwe de bi cih nekirin. Min ji Tariq Beg xwest û got qe nebe binivîse Kurd! Lê nenivîsî. Yan ditirsiyan an jî bîr û baweriya wan wisa bû. Bîr û baweriya Tirkan wisa bû, bîr û baweriya Kurdan jî wisa bû. Sala 1920an Mistefa Kemal bizava gihîştina bi Tirkî saz kir (Türkiyelişme Harekatı) (mebest çûna ber bi Tirkiyeya nû ye) Parlamentoya Osmanî peymannameyeke milî amade dikir, sînorê Tirkiyeya nû tê de hatibû diyarkirin, li ser wê biryarê navê hemû bajar û gundên Tirkiyeyê guhertin, hemî navên Kurdî kirin Tirkî, navên Ermenî jî guhertin. Merema van karên wan ew bû ku bîreweriya erdnîgarî û dîrokî ya Kurdan ji hişê merivê Kurd jêbibin.

Rûdaw: Karîbûn wî karî bikin, bi ser ketin?

Mehmet Alî Aslan: Na nikarîbûn lê heta radeyekê bi ser ketin. Navên gund û bajaran kirin Tirkî. Hin navên kurdî hatine jibîrkirin xasma piştî Tevgera Şêx Seîd kampanyaya guhertina navên gund û bajarên Kurdistanê leztir bû.

Rûdaw: Hûn 4 caran ji aliyê dewletê ve hatine girtin. Carekê ji wan caran, dadger ji te re dibêje, ‘ne Kurdistan heye, ne Kurd, ne zimanê Kurdî, tiştek tune’ te çawa bersiv da wan, te çawa hewl da ku hebûna wan jê re îspat bikî?

Mehmet Alî Aslan: Min ji dadger re got heye. Min carekê di darizandina Mûsa Anter de got, ‘hûn dibêjin Kurd û Kurdistan nînin, baş e, gazî kesên ji derve bikin, wan bişînin rojhilat (Mebest Bakurê Kurdistanê ye) bila lêkolîna xwe bikin û bibînin ka heye yan nîne! Tişta ku hûn dibêjin, axaftina navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Çêtir e hûn zanayên Fransa li Zanîngeha Sorbonne, li Brîtanyayê li Zanîngeha Cambridge, xelkê ji wan zanîngehan bînin bila herin lêkolîn bikin.’ Pir fikirîn, paşê biryara berdana Mûsa Begê dan. Ez dixwazim tiştekî bibêjim, ez gelek caran girtim, dan dûv min, ez çûm lê ti carî îşkence li min nekirin ne jî sivikatî bi min kirin lê wan hevalên min zêde êşand.

Mesele jî ew e ku min timî digot divê em bi awayekî qanûnî herin tiştan. Hûn û hevalên xwe di nav xwe de behsa Kurd û Kurdistanê dikin lê hûn nikarin xwe biparêzin, ev tevî vê çendê ku hertim sîxur di nav we de hene û dijî we dibin şahid lê heger tu bi awayekî qanûnî û eşkere kar bikî, her tişt eşkere ye û pêdiviya veşartinê nîne. Gava ez li zindanê bûm, dor hezar kesên girtî hebûn. Hin ji wan bê parêzer bûn. Hinek ji cihên xwe ne razî bûn. Min di warê hiqûqî de gelekî alîkariya wan kir. Eva ku ez dibêm di sala 1966an de bû.

Rûdaw: We parêzeriya Mûsa Anter, Îsmaîl Beşikçî û kesên din kiriye?

Mehmet Alî Aslan: Hewce nake bibêjim min çi kiriye û çi nekiriye lê ez nebûme parêzerê Beşikçî. Çawa dibe bila bibe, min nedixwest bibim parêzerê wî lê min parêzvaniya partiyên nola DEP û HADEPê kiriye. Dema cimaeta Partiya DEPê hatin girtin, min ji wan re got, ‘ez dê we biparêzim’ lê wan bi xwe wekaletname ji me re çênekir. Ji bo agahiya we jî, min qet ji bo ti meseleyeke siyasî kî dibe bila bibe qirûşekî tenê jî nestandiye. Min ji berîka xwe mesrefa xwe dikir. Min gote wan, ‘wekaletnameyê ji me re çêbikin, çimkî heke kesekî nezan we biparêze, hûn ê perîşan bibin’ lê wan ez qebûl nekirim.

Rabû ez çûme Parîsê û min Kendal Nezan li wir dît. Kendal pir alîkariya Leyla Zanayê dikir. Min jê re got telefonî Leylayê bike bila qayîl bibe ez alîkariya wê bikim. Rabû Leyla qayîl bû lê dema ez vegeriyam Tirkiyeyê wê bîr û baweriya xwe guhert û poşman bû. Ê jixwe wan tiştek nekiribû, ne tevgerek kiribûn, ne tiştek gotibûn, tiştek nekiribûn. Heger ez bibûma parêzerê wan, bêguneh derdiketin. Çend parêzer ji wan re girtin, parêzer Kurd bûn lê fena dadgeran difikirîn, loma 15 sal ceza dan her yekî ji wan.

Rûdaw: Mebesta te ew e ku heger te ew biparastina, nedihatin zindankirin?

Mehmet Alî Aslan: Bêguman bêguneh derdiketin. Jixwe wan ti sûcek nekiribû, qe tiştek nekiribûn. Dema ez parêzvanê HADEPê bûm, Sirî Sakik hatibû girtin, ew jî bi wê cimaetê re bû. Wî gote min, ‘kak Mihemed me nizanîbû ku te parêznameya xwe wiha nivîsiye, heger me bizaniya, me dê wê çaxê wekaletname ji te re çêbikira,’ çimkî min ew rizgar kirin, bêguneh derketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst