Li Sûriyeyê Erebkirina Kurdistanê
Selah Bedredîn yek ji aktorên siyasî yên darîçav ên Rojavayê Kurdistanê bû û destê wî di parçebûna Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê de hebû
Selah Bedredîn yek ji aktorên siyasî yên darîçav ên Rojavayê Kurdistanê bû û destê wî di parçebûna Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê de hebû
Kawe Emîn li ser Xoybûnê nivîsî
'Gelo Kurdan ti îbret ji van hemû trajediyên ku hatine serê wan, wergirtiye? Erê, gelo em dê kengî qencî û xerabiya xwe nas bikin?'
Li nik Kurdan, sînor tenê kişandina xetekê ye, ti nirx û qîmeteke wê tune, loma di vê dabeşkirinê de Nisêbîn ketiye ser xetê (bakur) û Qamişlo jî ketiye binê xetê (Rojavayê Kurdistanê) lê di pratîkê de mîna ku tu bi xencerekê kezeba mirovekî bikî du parçe, çimkî sînor bûye baregeha leşkerî ya du dewletên nakok ku tenê li ser yek tiştî li hev dikin: Dijayetiya Kurdistanê
Melkendî wekî taxa herî kevn a bajarê Silêmaniyê tê nasîn. Dibêjin kevirê bingehîn ê bajêr li wê taxê hatiye danîn. Vêga bêhn û hilma bajarê kevn bi tenê ji taxa Melkendî û beşekê ji Sabûnkeran û Kanî Asikanê tê
Gava qala Berderkî Seraya Silêmaniyê tê kirin, tavilê dîroka 6ê Îlona sala 1930î tê bîra meriv, ji ber ku di wê rojê de xwepêşandaneke mezin li dijî Îngilîzan hat lidarxistin. Paşê xwepêşandan dibe şer û xelk tê de tên kuştin. Ji wê demê ve bi navê şerê Berderkî Serayê cihê xwe di nav rûpelên dîroka gelê Kurd û bajarê Silêmaniyê de girtiye
Bi rêya çepên di hundirê PDKyê de, Partiya Komunîst a Îraqê bi hêdî gorek ji PDKyê re dikola. Di rewşa herî baş de dixwestin wê bikin şaxeke maqûl û îtaetkar a partiya xwe lê di kongreya pêncem a PDKyê de ku Fûad Baban bi xwe endamê kongreyê bû, dibêje: Mela Mistefa bi rêya bilindkirina Mam Celal û Îbrahîm Ehmed û rakirina Hemza Ebdulla, PDKyê ji mirineke tekez rizgar kir. Fûad Baban dibêje ger ne ji Mela Mistefa bûya, bê guman tiştek bi navê PDKyê nedima û dê di nav Partiya Komunîst de bihata helandin.
Ev pêncsed sal in ku ti serkirdeyekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi mirina xwe nemiriye lê bi xap û fenan ji aliyê dijminên xwe ve ji bo ser maseya gotûbêjan hatine kişandin, ji xafilî ve hatine asêkirin û kuştin. Ev gotina lêkolînvanekî Kurd e ku demeke dirêj e li ser jiyana Simkoyê Şikak, malbat û şoreşa wî lêkolîn kiriye, ew jî Kakşar Oremar e.
PKK çawa derket?
Hevpeyvîna taybet li gel Serokê berê yê TÎPê Mehmet Alî Aslan
Dezgeha îstixbarata Tirkiyeyê raporek amade kir û tê de xwestibû ku 50-60 kesên Kurd bigirin
Mehmet Alî Aslan bû mêvanê bernameya “Pencemor” a Rûdawê ku Kawe Emîn pêşkêş dike
Dema ku qala Geliyê Zîlanê û komkujiyên gundiyên gundên derdora Wanê dike, çizînî ji kezeba wî tê û dibêje: 40 hezar kes hatin kuştin, kesek an du kes tenê filitîn, zarokekî berşîr û zilamekî 70 salî!
Nameya din nameyeke Apê Mûsa Enter e ku ji girtîgehê ji kurê xwe re şandiye
Pencemor bi Neviyê Şêx Seîdê Pîran Şêx Abdulilah Firat re
Di vê xeleka Pencemor de, mêvana Kawa Emîn endamê berê yê parlamentoya Tirkiyeyê û neviyê Şêx Seîdê Pîran Şêx Abdulilah Firat e