Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di rojên pêş de dê bangeke dîrokî bike.
Tuncer Bakirhan di civîna koma DEM Partiya ya li parlamentoyê de diaxive.
“Îradeya Sêrtê tune hesibandin”
Tuncer Bakirhan, di civîna heftene ya koma partiya xwe behsa pêşhatên rojevê kir.
Tuncer Bakirhan qurbaniyên erhejên 6ê Sibatê yên Mereşê bibîranîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê amaje bi tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Sêrtê jî kir û got:
“Vîna gelê Sêrtê tune hate hesibandin. Tu dizî ji dizîna hêvî, ked û vîna gelekî mezintir nîne. Ev, bêwijdaniyeke mezin e.
Hevşaredarên me ji bo hemû gelên li bajar bi awayekî wekhev xizmet kirin û proje bipêş xistin.
Di esasê xwe de ev xizmetên adilane hatin cezakirin.
Banga min ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bidin vê feraseta adilane, wekhevîparêz a Sêrtê.
Bajarekî bifikirin ku ev 100 sal in bi qanûnên rewşa awarte tê birêvebirin.
Em bangî desthilatê dikin ku feraseta xwe ya ‘Kurd hene lê îradeya wan a siyasî tune ye’ biterikînin.
Kurd hene û îradeya wan heye. Hûn dê rêzê jî li îradeya Kurdan bigirin.”
"Ocalan dê bangeke dîrokî bike"
Tuncer Bakırhan amaje bi hevdîtinên Îmraliyê jî kir û wiha got:
"Mixalefet û civak li Tirkiyeyê piştgiriya çareseriyê dikin. Mixalefet û civak dixwazin ku ev pêvajo bibe pêvajoya aştiyê. Divê ev derfeta dîrokî ji dest neçe.
Zimanekî jehrî dikare vê pêvajoya dîrokî bi paş ve bibe.
Em li çareseriya Pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasî û hiqûqê digerin.
Dema Ocalan bang kiriye ku pevçûn bên bidawîkirin qada hiqûqî, divê zimanê desthilatê jî li gorî vê be.
Aştî bi givaştina stûyê gelê Kurd çênabe. Em dê ji bo aştiyê şev û roj bixebitin.
Birêz Ocalan ji bo çareseriya kûr û mayînde ya Pirsgirêka Kurd û ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, di rojên pêş de amadehiyê dike ku bangeke dîrokî bike.
Di demeke kurt de dê vê banga dîrokî bike. Em vê bangê girîng dibînin, piştgirî didin û li pişt wê ne.
Em bang li desthilatê dikin ku bila rola xwe ya li gorî vê banga dîrokî bilîze.
Birêz Bahçelî ne serokê rêveberiyê ye. Erkeke mezin dikeve ser milê Erdogan ku serokê rêveberiyê ye.
Êdî top li ba Erdogan e. Bi milyonan kes li bendê ne ku demokratîkbûn were.
Li şûna demborandinê, wekî rêberekî wêrek derbasî dîrokê bibe.
Em alîgirê jiyaneke wekhev in. Rêya me û berê me rêya aştî û demokrasiyê ye. Tevî her tiştî, em dê bi wêrekî li ser vê rêyê bimeşin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse