Hunermendê navdar yê Sûriyeyî Semîh Siqêr di berhemên xwe de nerazîbûna gelê Sûriyeyê nîşan dida ku li dijî rejî Esed serî hildabûn.
Di destpêkê de xwepêşandanên berfireh li gelek bajaran pêk hatin. Desthilata Esed bi guleyan bersiva hin ji van xwepêşandanan da.
Vê yekê kir ku Semîh Şeqîr strana "Ya Hêf" belav bike ku bû sirûda mezin û biçûkan.
Hunermendê navdar û Sûriyeyî Semîh Şiqêr ji Fransayê bû mêvanê Rûdawê û li ser rewşa nû ya Sûriyeyê, hûnera xwe û rola Kurdan bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.
Rûdaw: Niha hestên we çi ne, dema tu guhdariya "Ya Hêf" dikî lê di rewşeke bi temamî guhertî de, ji ber ku Sûriye, Sûriyeke din e û bê Esed e?
Semîh Şiqêr: Bê guman, ferqek çêbûye, bihîstin an jî stranbêjiya wê di qonaxa berê de ku bi binpêkirin, kuştin û xwînê dagirtî bû û qonaxa niha ku her bihîstikekê ji her devereke Sûriyeyê agahî ji min re tên, deng û dîmên ku ji min re tên şandin, xelkên hemû parêzgehan ku ev stran niha li kolanan tê gotin, ev tê wateya serkeftina gotinê li beramberî guleyan û di dawiyê de peyama stranê pêk hat, dema ku ez di dawiya wê de dibêjim gel wekî qederê ye, dema bi rûmet be nayê şikandin û hêvî diyar e û bi rastî jî hêvî diyar bû. Niha jî gelê Sûriyeyê bi temamî li cihekî din e, di qonaxa avakirina dewleta xwe de ye, dewleta hevwelatîbûnê, dewleta demokratîk. Bê guman em li bendê ne ku rewş ber bi vî alî ve biçe û em ji bo kar bikin.
Rûdaw: Gelo Semîh Şiqêr niha amadekariya straneke nû dike?
Semîh Şiqêr: Bê guman, ez amadekariya stranekê dikim ku hêjayî vê demê be ku bi şahiyan dagirtî ye, nemaze piştî gelek salên dûr û dirêj ji êşa gel û piştî qurbaniyên hatine dayîn, bê guman, ew hêjayî şahiyan e. Teqez ez amadekariya berhemeke hêjayî vê boneyê dikim.
Rûdaw: Rêjîma berê çi ji te stand?
Semîh Şiqêr: Temenê me bir, ne tenê temenê min, temenên bêtirî nifşekî bi temamî bir. Welat di bin zordarî û binpêkirinan de bû û memleketê tirsê ava kiribû. Niha jî gorên bikom ku rojane tên vedîtin û niha bi rêya kesên ku di wê qonaxê de dijîn û nikaribû biaxivin, niha serpêhatiyên xwe vedibêjin. Eşkere bû ku vê rêjîmê damarên xwe di nava vî gelî de gelekî kûr çandibûn û binesaziya vî welatî dirûxand. Bi rastî bala rêjîmê tenê li ser tiştekî bû, ew jî mayîndina xwe heta dawiyê di desthilatê de bû. Her wiha hemû hêzên ewlehiyê û artêş û hemû samanên welêt tenê xistibûn xizmeta parastiya kursiyê. Ev vedîtina tirsnak heta ji alîgirên rêjîmê re bû.
Rûdaw: Tu wekî hunermendekî Sûriyeyî ku bi stranên xwe yên şoreşgerî navdar î, gelo berhemên di serdema Esed de ji we re qedexe bûn, çi ne?
Semîh Şiqêr: Bi rastî, ezmûna min hinekî baldar e, ji ber ku jiyana me ji destpêka vê zordariyê bû. Min ji destpêka salên 80yî ve stran digotin. Bi rastî ezmûneke stranbêjiyê ya di bin sîwana wê desthilatdariyê de bû. Zehmet e ev ezmûn bi kurtasî behsa wê were kirin, ji ber ku bi rêya stranên xwe di wê serdemê de şahidê vê serdema zordariyê bû lê ji ber ku me ji hundir stranên xwe digotin, pêwîstî gelekî bi baldariyê hebû, ku ziman di warê sembolîk de were bikaranîn û ber bi nûnertiya zordariyê ve neçe. Ji ber vê yekê ev ezmûn dibe ku di demeke din de were behskirin ku bi rêbazên van stranên di bin desthilata wê zordariyê de û çawa karibû berdewam bike û peyama parastina azadiyan bighîne. Her wiha hewldaneke nexşandina kevirekî kerr ji bo vê guhertinê bû, ku her tim xewna wê azadî bû.
Rûdaw: Mamoste Semîh, gelo niha tirsa we li ser hunerê di Sûriyeyê de heye?
Semîh Şiqêr: Bi rastî, em niha behsa demekê dikin ku hêjî ne zelal e. Ez piştrast im ku di dawiyê de, ev Sûriye ye, Sûriyeya şaristanî, Sûriyeya ku ji huner û mûzîkê û ter tiştekî şaristanî hez dike. Di bin çi rewşê de be jî, gelekî zehmet e ku bi mûzîkî û huneran rê li ber van şahiyan bigire. Her wiha neyê hembêzkirin. Lê em niha di demekê de, em hîn nizanin sînorên vê qonaxa nû heta ku derê ne. hêjî qonaxeke mij e, her çiqas ez geşbînim.
Rûdaw: Hêvî û daxwazên we ji Sûriyeya nû çi ne, nemaze ji hikûmeta veguhêz?
Semîh Şiqêr: Weke me dest pê kir, çawa ku me geşta Şoreşê dest pê kir, ku daxwaza me azadî û rûmet bû, her wiha dewleteke hevwelatîbûnê ku tê de hemû wek hev bin. Me daxwaza dabeşkirina dadperwerane ya saman dikir, jihevcûdakirina desthilatan, her wiha em hêvî dikin, di paşeroja nêzîk de ev mijar werin pêkanîn, û pêgavên me gav bi gav ber bi vî alî ve bin. Bê guman di vê demê de hin tişt ne zelal in, lê emê bi hemû hêza xwe ber bi rêya xwe ya ber bi dewleteke hemwelatîbûnê ve biçin.
Rûdaw: Mamoste Semîh, gelo tu dizanî ku cemawerekî we ya mezin di nava gelê Kurd li Sûriyeyê de heye?
Semîh Şiqêr: Bê guman, ez piştrast im
Rûdaw: Tu çi ji wan re dibîjî?
Semîh Şiqêr: Bê guman, her tim agahî ji her çar aliyan ve ji min re tên, nemaze ku gelek dostên me yên Kurd hene, min beriya niha jî got ku ez gelekî geriyam û min gelek dostên Kurd dîtin. Min dît ku cihê strana min di bîra wan heye ku min tê de piştevaniya doza Kurdî dikir. Bê guman ez dibînim ku dozeke mafdar e û divê were çareserkirin û ji zulmdariya dîrokî were dûrxistin ku li ser wê dihat meşandin. Ez dibînim ku Kurd beşekî sereke mozayîka Sûriyeyê ne. Bê guman emê mil bi mil ji bo paşeroja xwe di avakirina Sûriyeyê de kar bikin.
Rûdaw: Hûn rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de çawa dinirxînin, di van salên borî de ji bo parastina ewlehiya welatiyan?
Semîh Şiqêr: Bê guman, ev roleke nayê veşartin, dostên me yên Kurd kedeke taybet û mezin dan, û bi saya wan em ji DAIŞê rizgar bûn. Her kesê vê yekê baş dizanin û tiştekî gelekî nirxdar e, tevî ku hin alî hene hewl didin vê serkeftinê paşguh bikin, lê dîrok dinivîse û rola wan bi tîpên ronahiyê nivîsandiye.
Rûdaw: Mamoste Semîh, gelo beriya niha te guhdariya mûzîka Kurdî kiriye?
Semîh Şiqêr: Bê guman, ez gelekî jê hez dikim, ez ji vê şêwazên awaz û dengan yên bê mînak hez dikim, yên bihêz û serbilind. Ez guman dikim jêdera wan, stranên çiyayî ne, gewriyên wan bi hêz in, gelekî dûr deng vedane. Ez gelekî rêzê ji hunera Kurdî re digirim. Yek ji taybetmendiyên wê parastina rihê gelê Kurd dikir û parastina kevneşopî, nirx û azadîxwaziya wê dikir.
Rûdaw: Gelo dostên te ji hunermendên Kurd hene?
Semîh Şiqêr: Bi rastî, hin hunermendên şêwekar hene, lê weke stranbêj ne ji zû ve, ji destpêka şoreşê ve, hevdîtinek di navbera min û Şivan de çê bû. Hevalê min ji Kurdistanê, hevdîtina me hinekî dereng ma, lê bi awayekî gelekî baş pêk hat. Niha jî ez weke hevalekî nêzîk dibînim. Me di wê demê de bi hev re şahiyek li Bonna Almanya birêve bir.
Rûdaw: Tu ji stranên Şivan Perwer hez dikî?
Semîh Şiqêr: Erê, ez gelekî jê hez dikim, ez wateyên gotinên wê fêm nakim, lê mûzîka wê min gelekî dûr dibe, weke min gotiye, gelek bedewî di stranên wî de hene.
Rûdaw: Gelekî spas ji mamoste Semîh Şiqêr re ji bo vê derfetê, hûn ji Fransa mêvanê me bûn.
Semîh Şiqêr: Bibûrin, hin caran peywendiyên me dûr dibin, lê ez bînerên we spas dikim. Ez hêvîdar im demeke nêzîk em hevûdu di şahiyan de bibînin. Em hemû bi hev re stranan ji paşerojê re bêjin.
Rûdaw: Înşalah, zor spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse