Malbata Esed 53 salan li Sûriyeyê desthilatî kir. Beşar Esed kesê dawî bû ji wê malbatê, roja 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata wê malbatê bi dawî hat.
Rîbal Esed pismamê serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û kurê Refet Esed, kesayetiyeke naskirî ya wê malbatê ye, serokê (Rêxistina Demokrasî û Azadiyê li Sûriyeyê) ye, ji Îspanyayê bû mêvanê Rûdawê.
Ew dibêje, berî Bihara Erebî jî wan Esed agahdar kiribû ku "eger rejîm demildest neguhere ber bi demokrasiyekê ku nûnertiya rasteqîne û beşdariya xelkê û diyaloga niştimanî tê de hebe," dê hilweşe.
Her di vê hevpeyvînê de Rîbal Esed çîroka hewldana kuştina xwe ya ji aliyê malbata xwe ve qal dike. Her wiha dibêje, piraniya malbata Esed çûne Rûsyayê. "Min hertim ew yek rexne dikir ku em nikarin bibêjin malbata Esed desthilatdar bû. Tenê du kes ji malbata Esed desthilatdar bûn ku Beşar û birayê wî Mahir bûn. Her wiha endamekî parlamentoyê hebû bi navê Emar lê yên din ti têkiliya piraniya wan pê re nebû."
Derbarê cihê Mahir Esed de jî, Rîbal Esed dibêje ku wekî xelkê din agahiyên wî yên hûr derheqê cihê mayîna wî de nînin lê Mahir "karî rojekê berê derkeve, yanî rojekê berê derketin û wekî te dît Firqeya Çarem bi ti awayî şer nekir û winda bû. Yanî tu îro dibînî ew hemû efserên mezin, fermandarên firqe û lîwayan û ev hemû winda bûne. Bi baweriya min, paşvekişîneke rêxistinkirî û valakirineke rêxistinkirî ji aliyê Rûsyayê ve hebû, bê guman ev hemû efserên mezin vêga li Rûsyayê ne. Nizanim gelo Mahir di heman demê de li gel wan derket an çû welatekî din lê dizanim ku bêguman rojekê berê hemûyan cihê xwe vala kir û paşvekişiyan."
Rîbal Esed li ser hemû nihêniyên malbata Esed û rûxina desthilata Beşar Esed bersiv da pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara.
Naveroka hevpeyvîna Dilbixwîn Dara û Rîbal Esed wiha ye:
Rûdaw: Birêz Esed, bi xêr hatî. Di destpêkê de dixwazim bizanim, gelo te çaverê dikir ku rejîma Esed bi vî awayî bi dawî bibe?
Rîbal Esed: Êvar baş xoşewîstê min. Belê bêguman, bi salan bû me ew haydar dikirin, tewra berî ya ku jê re dihat gotin "Bihara Erebî", me ew haydar dikirin ku ev dê çêbibe eger rejîm demildest neguhere bo demokrasiyekê ku nûnertiya rasteqîn û beşdariya xelkê û diyaloga niştimanî tê de hebe. Bêguman ev çaverêkirî bû, çimkî tu dizanî di 14 salên dawî de ji ber şer û wêrankariyê, Sûriye hejartrîn dewleta cîhanê bû. Mûçe di navbera 10 heta 20 dolaran de bû, kareba her pênc saetan carekê 15 xulekan dihat, zêdetirî milyonek şehîd û zêdetirî milyonek birîndarên me hene, zêdetirî 6 milyon penaber û zêdetirî 8 milyon koçberên me yên navxweyî hene, ji sedî 60ê jêrxanê jî wêran bûye. Ne pekan bû rewş bi wê rêyê de biçe ku rejîm tê ve diçû, lê mixabin... Bêguman em dilxweş in û gelê Sûriyeyê dilxweş e ku dîktatorî û dîktator çûn, lê bêguman tirs ji paşerojê heye, çimkî yên ku tên ne demokrat in, lê ser bi Heyeta Tehrîr El-Şamê ne, Qaîdeya Sûriyeyê ne, bi deh hezaran cîhadiyên biyanî re ku îdeolojiyên wan ên jirêderketî hene. Her tişt li cîhanê guhertin e ji dîktatoriyê ber bi teokrasiyê ve, yanî hikumdariya olî, ev jî ew e ku em bêguman li dijî bûn û me berdewam ew agahdar dikirin û me digot ku em naxwazin li Sûriyeyê ew tişt çêbibe ku di 45 salên borî de li Îranê çêbû, em vê veguhestina ji dîktatoriyê ber bi teokrasiyê ve naxwazin. Bêguman em demokrasiyeke rasteqîn a nûnertiyê dixwazin bi destûreke şaristanî re ku tê de hemû welatî di bin siya yasayê de bin, bêyî liberçavgirtina ol an tayife yan nijad an zayendê. Bêguman divê serxwebûna dadweriyê hebe û ti bandora olî yan tayifegeriyê li ser dadgehê nebe, çimkî ev jî bêguman dê bobelateke din ji bo paşeroja Sûriyeyê be.
Her wiha em dixwazin yekperçeyiya axa Sûriyeyê were parastin, lê federaliyeke cografî hebe. Ev jî bêguman ew e ku bi salan e daxwaza wê dikim, çimkî ez bawer im bi taybetî piştî vî şerî, ev dê çareseriya herî baş ji bo rewşa Sûriyeyê be. Bêyî wê em nizanin heta çi radeyê dabeşbûn an tiştekî din dê çêbibe. Eger em ne haydar bin û wekî gelê Sûriyeyê ne yekgirtî û yekdest bin û tolhildan çênebe, wekî ku hûn niha dibînin, bê guman li navçeya kenarê û çend navçeyên din, yanî tolhildana ji her kesê ku bi rejîmê re bû, ku îro ji wan re dibêjin paşmayên rejîmê. Lê em dizanin ku di van 14 salan de şer ji her du aliyan ve hebû, yanî ji aliyê rejîmê û van tundrewan jî.
Rûdaw: Birêz Rîbal Esed, dixwazim bipirsim, piştî ku Beşar Esed çû Rûsyayê, gelo te pêwendî pê re kir?
Rîbal Esed: Na, tewra berî ku ev çêbibe jî pêwendiya min bi wî re nebû, min ew tenê carekê di jiyana xwe de di sala 1994an de dîtiye. Pirsgirêkek çêbû, yanî pirsgirêkek ket navbera me, piştî mehekê yan du mehan, ez ber bi Amerîkayê ve diçûm ji bo xwendinê, li Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê hewla terorkirina min hat dayîn. Piştre pasevanên komarî bi qasî sê saetan ez girtim. Spas ji Xwedê re, bavê min bi min re bû li balafirxaneyê û piştre serok, Xwedê jê razî be û rehma wî lê be, mamê min serok bû, piştî 20 xulekan ez derketim û min karî herim derveyî Sûriyeyê. Ev cara dawî bû ku min Beşar dît.
Rûdaw: Kê dixwest te bikuje?
Rîbal Esed: Bibore?!
Rûdaw: Kê dixwest te bikuje?
Rîbal Esed: Pirsgirêkek di navbera min û pismamê min de li ber otêla Sheratonê li Şamê çêbû, bi awayekî xerab qise bi min re kir û gote min "Te fîlmê pismamê xwe Yehya Esed nedîtiye ku çawa lêdanê dixwe?" Bêguman ez şok bûm ku çawa dikare bi vî awayî bipeyive, ku li pismamê xwe dane û xelk zêrandine, pismamê wî hatiye şkencekirin û fîlm jê çêkirine û di nav xelkê de belav kirine. Bêguman min ev qebûl nekir û bersiva wî da û ez ji otomobîlê daketim, ango min êrişî wî kir û ew reviya. Piştre serok, Xwedê jê razî be, ango mamê min ev babet qebûl nekir, ji ber ku wî Beşar amade dikir, piştî mirina birayê wî wekî mîratgir, Beşar ji bo wergirtina desthilatê amade dikir. Loma şevekê berî geşta min, bavê min zanî ku tevgereke pasevanên komarî ber bi Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê ve heye. Pêwendî bi mamê min Xwedê jê razî be re kir û jê re got Rîbal ji bo xwendinê diçe Amerîkayê. Serok wê demê got bila bixwîne û bila pirsgirêkan dernexe, lê dema telefon girt, bavê min ji min re got mamê te wisa got, lê ez ne piştrast im, çimkî dema apê te bi vî awayî diaxive û dilxweş e, ango dê tiştekî bi te dike. Dotira rojê, bavê min û xwişkên min û dayika min bi min re hatin balafirgehê.
Dema em gihiştin balafira Nemsayê, karwanê taybet ê serokatiyê hate ser firîngehê, bi otomobîlên Mercedes û rêwî ji basan daxistin, dest bi teqekirina li derdora balafirê kirin, teqîneke zêde bi qasî du saet û nîvan. Eqîd Mufîd Rehwan serokatiya wan dikir. Dema ez ji otomobîlê daketim, yek ji wan demaçeyek pê re hebû, cuda ji yên din ku kalaşînkof bi wan re bû. Yek ji efseran jê re got "Ev e, rasterast teqeyê lê bike". Ez xistim otomobîlê û piştî saetekê Mufîd Rehwan hat û ji bavê min re got "Rêza min qebûl bike ezbenî, fermana serok heye ku Rîbal dixwaze". Bavê min jê re got "Ez bi serok re axivîme û got divê Rîbal biçe bixwîne û pirsgirêkan dernexe", lê wî jê re got, "Bibore ezbenî, tu dizanî desthilata min a lebitandina karwanê serok û pasevanên komarî ku li ser firîngehê sekinîne nîne, desthilata min nîne û tu dizanî pêdiviya vê bi fermana rasterast a serok heye". Rewş bi vî awayî du saet û nîvan berdewam bû heta min bavê xwe razî kir ku rê bide min ez bi wan re biçim. Bêguman bavê min di dawiyê de razî bû lê jê re got "Serok agahdar bike, ger kesek nêzî kurê min bibe û destê xwe li mûyekî wî bide, dê rûbirûbûn li hemû kolanên Şamê pêk were û wekî 1984an nabe".
Rûdaw: Baş e, tu nehatî kuştin û rizgar bûyî, niha jî mêvanê me yî li vir. Li gorî agahiyên te, çend kes ji malbata mamê te Hafiz Esed çûne Rûsyayê?
Rîbal Esed: Piraniya malbatê. Min hertim ew yek rexne dikir ku em nikarin bibêjin malbata Esed desthilatdar bû. Tenê du kes ji malbata Esed desthilatdar bûn ku Beşar û birayê wî Mahir bûn, her wiha endamekî parlamentoyê bi navê Emar hebû, lê yên din ti têkiliya piraniya wan pê re nebû, hikumdarî nekirin û ti desthilateke wan li Sûriyeyê nebû. Berovajî, piraniya wan hatine qewitandin û çewisandin. Îro 120 kes ji wan bi awayekî derketin, bêguman ji tirsa rewşê û tolhildanên ku çêdibin. Bêguman sê-çar kes ji wan tê behskirin ku çîrokên wan hene û karên xerab kirine lê bi sedan kes... Heram e mirov her tim bibêje hikumdariya rejîm an malbata Esed. Em nikarin hertim tevahiya malbat an tayifeyekê lome bikin tenê ji ber ku du kes ji wê malbatê Sûriye gihandin ya ku em îro tê de ne.
Rûdaw: Li gorî zanyariyên te, gelo li Moskowê yan li bajarekî din in?
Rîbal Esed: Bi Xwedê ezîzê min, bi rastî ez nizanim. Bi texmîna min li Moskowê ne lê wekî min ji te re got ez nizanim, çimkî ew tenê carek bû min ew dît û bi rastî zêde ne girîng e li ba min ku li kû ye yan çûye kû. Ya ku ez jê piştrast im ew e ku ev tişta dawî bû, rêkeftineke Rûsî-Tirkî-Îranî ji bo derxistina wî ji Sûriyeyê bû, piştî ku dîtin êdî derfet nemaye. Bi Rûsan re li ser diyalogê ku Rûsan daxwaz dikir li hev nekir, diyaloga bi Erdogan re berî yan piştî hilbijartinên Tirkiyeyê. Heman tişt bi Îraniyan re dema dûr ket, ango dema şerê Xeze û Libnanê dest pê kir, tiştek negot û helwesta wî nebû, dixwest ji hevalbendên xwe dûr bikeve.
Ne tenê ev, lê li cihên wan jî dida li Şamê û wekî tê bîra te, hemû cih hatin bombebarankirin, di nav de efserên Îranî û hevalbendên wan. Îraniyan fêm kir ku hîleyê li wan dike, bi heman awayî Rûsan jî. Çaverêkirî bû, hin welatan daxwaz ji rêveberiya Biden dikir ku cezayan di 20ê mehê de ji ser rejîmê rake, çimkî wekî tu dizanî sizayên Qeyser di 20ê mehê de diqediyan, ku hefteyek berê derbas bû û divabû Serokê Amerîkayê biryar bide ku nû bike yan rake. Lê wan lewra dixwest bi vê lezê bi vê planê biçin pêş berî ku bigihêje bîstê mehê, çimkî soz dabû hevalbendên xwe ku ji Îranê dûr dikeve û Îraniyan ji Sûriyeyê derdixe. Loma dixwest bi vê lezê derkeve û wekî cenabê te dizane berî ku bûyer dest pê bikin li Moskowê bû. Ji Rûsyayê jê re hat gotin vegere Şamê û fermanê bide hemû hêzan ku ji Helebê û piştre ji Hema û Humsê vekişin, bi vî awayî em dê te wekî penaberekî mirovî wergirin lê bi rastî dixwestin wî bi vî awayî bitirsînin û rê nedanê ku tewra axaftinekê ji gelê xwe re bike yan qet nebe malbata xwe serwext bike. Ango bi tirs çû û hemû xelk dizanin. Xelk dibêjin ew tirsonek û bêbext e û bêbextî bi wan re kir ku bi wî re sekinîn, ew jî rê dane van, ango rê dan Îslamiyên tundrew ku biçin nav Şamê û hemû bajarên Sûriyeyê.
Rûdaw: Birêz Rîbal Esed, her kes dixwaze cihê Mahir Esed bizane, ji aliyekî ve pismamê te ye û ji aliyekî din ve jî birayê Beşar Esed e. Ti agahiyên te li ser cihê wî hene?
Rîbal Esed: Agahiyên me jî wekî agahiyên xelkê ne, ew jî ew e ku (Mahir) karî rojekê berê derkeve, ango rojekê berê derketin û wekî te dît, Firqeya Çarem bi ti awayî şer nekir û winda bû. Ango tu îro dibînî ew hemû efserên mezin, fermandarên firqe û lîwayan û ev hemî winda bûn. Bi texmîna min, paşvekişîneke rêkxistî û valakirineke rêkxistî ji aliyê Rûsyayê hebû, bêguman vêga ev hemû efserên mezin li Rûsyayê ne. Ez nizanim gelo Mahir di heman demê de bi wan re derket an çû welatekî din, lê ez dizanim ku bêguman rojekê berê hemûyan cihê xwe vala kir û paşvekişiyan.
Rûdaw: Niha rewşa malbata we li Sûriyeyê çawa ye?
Rîbal Esed: Rewş wekî min ji te re got kambax e, ne tenê ji bo binemaleyê, lê ji bo hemûyan. Wekî tu dizanî, em nikarin malbatekê yan tayifeyekê rexne bikin çimkî du kesan ji vê malbat û tayfeyê welatê xwe bi rê ve dibir. Dema rewşeke trajîdî ya piraniya yên din heye, tewra ji malbata Esed, wekî min ji te re got ji bilî çar-pênc kesên ku navûdengekî wan ê xerab heye, piraniya wan hejar in, karê wan nîne, hatine çewisandin, rê nadin wan ku kar bikin, rê nadin wan ku ti karekî wan hebe.
Her wiha tu dizanî ku rejîmê her tişt zeft kiribû, xelkê ser bi rejîmê ji hemû mezheban hene û hinekan ji wan niha xwe guhertine û bi Heyeta Tehrîrê re kar dikin lê zarokên malbatê ne sûdmend bûn. Mînak, yek tê û ji te re dibêje îro tolhildan heye, baş e efserekî yan leşkerekî ji wan re gotiye evên ku em rûbirûyî wan dibin tundrew in û terorîst in û serê xelkê dibirin, ev fîlm nîşanî me dane.
Rapora Neteweyên Yekbûyî heye nîşan dide ku van û rejîmê çekên kîmyayî bi kar anîne û sûcên şer pêk anîne. Dema ferman bi van kesan tê kirin ku divê berevaniya welêt bikin an ev tên û nîşanî we didin çi bi we dikin ya ku qewimî jî ev bû. Rejîm paşvekişiya û ev hatin û em dibînin çi diqewime, tolhildan, kuştina xelkê li kolanan. Bêguman xelk ji rejîmê ne dilxweş bûn, ez bawer nakim kes li cîhanê hebe azadî û demokrasî nexwaze, kesek li cîhanê hebe ji dîktatorî, hejarî û jiyana di tirsê de hez bike, lê xelk naxwaze ji xerab ber bi xerabtir ve were veguhastin. Em îro mixabin di rewşeke pir xerab de ne, çimkî heyf ji her kesê ku ser bi rejîmê bû tê hilanîn. Çawa? Ev tiştekî pir berfireh e. Wekî min ji te re got, yan divê lêpirsîn bi her kesî re bê kirin yan divê lêpirsîn bi kesên ku ji her du aliyan sûc kirine bê kirin.
Ev jî bi sedan hezar kes in, çimkî ti mal li Sûriyeyê nîne ku kesekî xwe ji dest nedabe, ti malek nîne şehîd an birîndarê wê nebe, ne pêkan e. Yan divê bi vê lojîka eşîrî û mezhebgerî lêpirsîn bi her kesî re bê kirin an berovajî divê em hişyar bin û bibêjin bes e, di dawiyê de me rejîm hilweşand û divê em rewşê veguhêzin demokrasiyeke rasteqîn a parlamentoyî, aştiya niştimanî bikin û li rabirdû biborin. Bêguman em nikarin ji bîr bikin heta ku em heman şaşiyê dubare nekin û venegerin heman xeleka kuştin û sûcan ku di salên dawî de di bin hikûmdariya dîktatoriyê de qewimî, lê divê em bikaribin li hev biborin û mîna bira li welêt bi hev re bijîn, bibêjin em nikarin cudahî û tolvedanê qebûl bikin. Divê em gelekî şaristanî bin, ronahî bin.
Em Sûriyeyî ne, dergûşa şaristaniyan, divê em nîşanî cîhanê bidin ku em dikarin ji bo cîhanê çirayek bin, çawa em dikarin demokrasiyeke rasteqîn a parlamentoyî ava bikin bi destûreke şaristanî û pêşketî re, bila hemû cîhan bibîne çawa em gelê Sûriyeyê gelekî şaristanî ne, ne gelekî ku bi dehan hezar Çeçenî, Uygûrî, Ozbekî, Tirkmenistanî, Qefqasî û Ewropayî û xelkê hemû cîhanê aniye. Bêguman ev ne gelên Sûriyeyê ye. Gelê Sûriyeyê her tim xwedî daxwaza baştirîn e û hemû gelên cîhanê hertim xwedî daxwaza baştirîn in, ne vegera li sed an dused salî bi paş ve.
Rûdaw: Rîbal, dixwazim bizanibim, bi dîtina te, Beşar Esed çi şaşiyek kir ku desthilata wî pê bi dawî hat?
Rîbal Esed: Bibore şaşî?
Rûdaw: Ew şaşiya mezin çi bû ku Beşar Esed kir û desthilata wî pê bi dawî hat?
Rîbal Esed: Şaşiya sereke ew bû ku guhê xwe neda dengê me dema ku me di sala 2011an de jê re got divê tu rê bidî partiyan, divê tu rê bidî azadiya ragihandinê, divê tu diyaloga niştimanî bikî. Me veguhastineke aştiyane û gav bi gav ber bi demokrasiyeke rasteqîn a parlamentoyî dixwest. Mixabin ev kar nekir. Mixabin li şûna ku bersiva daxwazên gel bide ku tenê daxwaza azadî, demokrasî û tiştên xwezayî dikirin, mixabin wî ew Îslamiyên cîhadî ji zindanan berdan.
Hemû evên ku niha hene di zindanên Sûriyeyê de bûn, ew çekdar kirin û rê da wan ku grûpan ava bikin, da ku ji cîhanê û gelê Sûriyeyê bi giştî re nîşan bidin ku miqate bin eger hûn dixwazin rejîmê biguherin ev ji bo we tên û şer ne bi xelkê demokrat re ye ku daxwaza azadî û demokrasiyê dikin, lê bi van terorîstên sûcdar re ye. Yan ez yan ev. Mixabin guhê xwe neda me, mixabin a ku em îro gihiştinê encama wê ye. Îro tewra cîhanê jê re got nexêr, ev ji te çêtir in.
Rûdaw: Tiştekî din. Dibêjim malbata Esed, dibe ku ev te bêzar bike, mînak mamê te Hafiz Esed û piştre kurê wî Beşar Esed, her wiha bavê te Refet Esed kesayetiyeke pir girîng bû li Sûriyeyê. Malbata we yan Beas, tu hest nakî zulmeke mezin li hemberî Kurdî wek duyemîn neteweya herî mezin li Sûriyeyê kirin?
Rîbal Esed: Pêşî wekî me got rejîmeke dîktator bû û em vedigerin û dibêjin du yan sê kes ji malbatê, em nikarin bibêjin hemû malbata Esed. Ango her malbatek dibe ku kesekî xerab tê de hebe. Belê, Partiya Beasê li Sûriyeyê di destê takekesan de bû, ango di yek malbatê de kesekî xerab û deh kesên baş hene, yek ji wan diz, yek doktor, yek endezyar û yek ji zindanê derdikeve. Wate em nikarin her tim bibêjin malbatek hemû xerab e. Di her malbatekê de baş û xerab hene. Rejîmeke me ya dîktator hebû û dîktatorek li jora wê bû, piştre wekî te dît Beşar hat û birayê wî pê re, ev desthilatdar bûn, lê tewra ne Partiya Beasê jî. Partiya Beasê sala 1980 û 1985an de bi dawî bû, çimkî kongreya niştimanî ya dawî ya Partiya Beasê ku bilindtirîn desthilata Partiya Beasê bû di sala 1980yê de bû.
Bifikirin, sala 1980an kongreya niştimanî ya dawî bû û kongreya herêmî ya dawî di sala 1985an de bû, ango piştî derketina bavê min, cara dawî bavê min derket. Yanî ji kevn ve di heftê û heştêyan de zeftkirina desthilatê hebû, tewra di nav partiyê de jî cemser hebûn.
Rûdaw: Min dixwest vê pirsê bizanibim, mînak Kurd, gelo hûn hest dikin ku Kurd di dema wê desthilatê de zulm li wan hatiye kirin?
Rîbal Esed: Bêguman, em ji her kesî bêhtir. Bo mînak, piştî ku bavê min di 1984an de çû derve, efser û leşkerên wî hatin zindankirin, ji malên xwe li Şamê hatin derxistin, hatin qewitandin, şkence li wan hat kirin. Min ji te re got, ango birayê wî yê serok, rehma Xwedê lê be, hewl da min bikuje. Di sala 1999an de dema serok, rehma Xwedê lê be, nexweş bû û Beşar amade dikirin, li Laziqiyê bi mûşek, tank, keştî û helîkopteran êrişî mala me kirin. Di dawiyê gaz barandin da ku derkevin, gelek kes hatin kuştin. Îca eger yek vê bi malbat û kes û karên xwe û gelê xwe re bike, mirov çi hêviyê jê bike?
Rûdaw: Baş e, tu paşeroja Kurdan li Sûriyeyê çawa dibînî?
Rîbal Esed: Min hertim daxwaz kiriye ku divê Sûriye yekgirtî be û wekî min berê got federaliyeke cografî hebe, çimkî îro federalî rêya tenê ye, xasma piştî şer, ku dikare hemûyan biparêze û dikare wer li me bike ku em di bin yek sîwanê de bijîn, da ku tolhildan çênebe. Em dizanin birayên me yên Kurd gelek êş ji destê rejîmê kişandin û em dizanin birayên me yên Kurd qurbaniyeke mezin dan dema li dijî DAIŞê û rêxistinên terorîst şer kirin. Îro birayên me yên Kurd ji aliyê Tirkan ve di metirsiyê de ne, ji ber ku ditirsin. Tu dizanî Tirkiye ji binkeyên Amerîkî û piştgiriya Amerîka ji bo birayên me yên Kurd ditirse û ditirse ku ev di paşerojê de bandorê li Rojhilata Navîn a nû bike ku ji şerê yekem ê Îraqê ve di sala 1991ê de dest bi avabûnê kiriye û guhertin tê ser şêwaza Rojhilata Navîn.
Tirk ji Kurdistana mezin ditirsin, projeya Kurdistana mezin ku bêguman mezintirîn beşa wê axa wê dê li Tirkiyeyê be, çimkî birayên me yên Kurd li Tirkiyeyê zêdetirî 20 milyonî ne. Dewleta duyem jî ku ditirse Îran e, van herduyan li hev kiriye ku bi hev re kar bikin ji bo derxistin û zextxistina li ser birayên me yên Kurd û derxistina Amerîkiyan ji Sûriyeyê.
Rûdaw: Tiştekî din. Rîbal Esed, te behsa Kurdistana mezin kir, gelo tu wisa dibînî ku beşek ji Kurdistana mezin li Sûriyeyê ye, ku em jê re dibêjin (Rojavayê Kurdistanê)?
Rîbal Esed: Xoşewîstê min îro ev pirs, wekî min di hevpeyvînên berê de jî gotiye û gelek caran ji min hatiye pirsîn, hemû welatên herêmê li dijî vê projeyê kar dikin û li dijî birayên me yên Kurd bi hemû şiyana xwe şer dikin, tu li ber ketî çawa? Hemû li ser birayên me yên Kurd li hev dikin da ku ev çênebe. Loma dîsa dibêjim, hişyariyeke mezin a birayên me yên Kurd li Sûriyeyê hebû û red kirin ku herêmeke wan hebe ku jê re bê gotin herêma Kurdî, berdewam daxwaza federaliyê kirine. Federalî wekî min got tiştek e ji bo hemû Sûriyeyê bi giştî, ne tenê ji bo wê herêma ku birayên me yên Kurd lê dijîn.
Federalî çareseriya herî baş e û nayê wateya dabeşbûnê. Eger Beşar Esed berê digot federalî tê wateya dabeşbûnê û îro yên nû jî hatine heman tiştî dibêjin, ev nîşan dide ku paşketî ne û tiştekî li ser federalî û wateya federaliyê nizanin. Di demekê de ku dikarin li gelek welatên cîhanê binêrin, dewlemendtirîn welatên cîhanê wekî Swîsra û Almanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din, sîstema federalî ya tevan heye û ev nayê wateya dabeşbûnê. Berovajî, hemû bi hev re di wekheviyê de dijîn di bin siya yasayê de, bêyî liberçavgirtina ol, tayfe, nijad û zayendê. Wekî me got dibin welatiyên Sûriyeyî wekî her kesî, mafên wan wekî her welatiyekî, wekî birayên me yên Çerkes, birayên Ermen, birayên Tirkmenên Sûriyeyî, wekî hemû tayifeyan; Elewî, Şîe, Sunnî, Durzî, Îsmaîlî, Murşîdî û hemû û Xirîstiyan û Misilman.
Eger em bikaribin bibînin ku ev mozaîka me ya bedew xala hêzê ye ne xala lawaziyê, wekî vî welatê şaristanî, ev dê tiştekî bi rûmet be, lê eger her yek tenê li xwe bifikire, wekî îro tu dibînî yên ku hatine dirûşmên "Emewî vegeriyan" û "Serkeftin"î bilind dikin, ev dirûşm me nagehînin ti cihî. Nabe xelk di vê serdema ku em tê de dijîn li ser tiştên dîrokî şer bikin, li ser ka divabû kî bibûya xelîfe di wê demê de.
Bi Xwedê divê em vê li pişt xwe bihêlin û hertim li paşerojê binêrin û bibêjin em çawa digihîjin welatên şaristanî. Em Sûriyeyê di van 14 salan de gelekî li paş man, em 100 salî ber bi paş ve vegeriyan. Em êdî nikarin tehemul bikin, cîhan ber bi pêş ve diçe.
Li welatên Kendavê binêre, bo mînak Îmarat, binêre çawa bûye yek ji bedewtirîn welatên cîhanê. Ez diçim hemû welatên cîhanê, her kesê ku dibînim ji Amerîkayê heta Çîn û cihên din, hemû xelk diçin Îmaratê. Li Şahînşahiya Erebî ya Siûdî binêre, îro bîrmend Mihemed bin Selman çawa hewl dide û çi karekê dike ji bo veguhastina Şahînşahiya Erebî ya Siûdî ber bi paşerojê ve. Serkeftineke pir mezin bi dest xist û dawî li Îslamiyên tundrew anî û karî di demeke pir kurt de bigihêje wê ya ku îro heye. Îro hemû cîhan, çi li Ewropa, Amerîka, Çîn û hemû deran, diçin li Siûdiyê kar dikin û projeyan pêk tînin. Tewra Îraqê jî ku gelek êş kişand û herêma birayên me yên Kurd li Îraqê, yanî Herêma Kurdistana Îraqê, maşellah avadaniyeke mezin û pêşketineke wê ya mezin heye, ewlehî û aramî heye û xelk dijîn. Em li Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî de wisa bûn, xelk dihatin û digotin li Sûriyeyê binêrin çiqas xweşik e, li pêkvejiyanê binêrin, li ewlehî û aştiyê binêrin. Libnan jî her wisa bû, lê îro bûne welatên wêran û xizan, em gelekî paşvekişiyan. Divê haya me ji vê yekê hebe, em nikarin van dîmenan bibînin, hîn jî me bawer nekiriye ku em ji rejîma dîktatoriyê rizgar bûne, maşelah em rêveçûnên leşkerî yên wekî Hemas û Talîbanê li Efxanistanê li kolanên Şamê dibînin.
Rûdaw: Bavê te, Refet Esed li cihekî aram e?
Rîbal Esed: Na, na, spas ji Xwedê re, bavê min ji zû ve sefer kiriye, spas ji Xwedê re.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, birêz Rîbal Esed, hûn hewl didin pêwendiyê bi Ehmed Şer re bikin? Bi kurtî tika ye.
Rîbal Esed: Çawa mirov bi kesên ku xelk û gelê xwe dikujin re rûdine? Çawa bi kesên ku bîrûbaweriya wan li ser tunekirin û paşguhkirina yê din hatiye avakirin re rûdinê? Çawa mirov bi kesên ku xelkên din wekî kafir dibînin re rûdine? Ma aqilane ye kesek bi wan re rûne? Ez dikarim diyalogê bi her kesî re bikim, lê çawa diyalogê bi kesekî re bikim ku min kafir dibîne re rûnêm? Çawa diyalogê bikim û bi kesekî re rûnim ku min bi kafir dibîne? Ev tiştekî ne asayî ye. Kesek tê û dibêje ev kafir e û kafir li ba wan tê kuştin, çawa kesek... Tu dizanî ew Qaîde û DAIŞ in, ev ramana wan e, ev îdeolojiya wan a jirêderketî ye. Loma me xwestiye eger ji vê derkevin û bibêjin na em êdî ne xwediyê vê ramanê ne, berovajî em bi rastî hatine guhertin, ne tenê serok û şopgirên wî, lê ev ne mumkun e. Ez fîlm û vîdeoyên wan dibînim, ev bi ti awayî ne demokrat in. Hin kes in ku daxwaza kuştina kêmîneyan û kuştina tayifeya Elewiyan û kuştina birayên me yên Kurd dikin. Duh vîdeoyek hebû ji wan re dibêjin hûn beraz in... zimanekî qirêj ku daxwaza demokrasî û dewleteke sekuler dikin, em dê sekulerîzmê nîşanî we bidin. Te fêm kir çawa? Bifikire çawa kesek dikare bi van kesan re bijî? Hin kes in ku li ser hemû lîsteyên terorê yên cîhanê ne, çawa kesek bi kesên wisa re tevdigere? Kujer û sûcdar in, min ji te re got ku wan li dijî gelê Sûriyeyê sûc kirin, wan û rejîmê. Min ji te re got me vîdeoyên belgeyî dîtine ku ragihandinê ji hemû cîhanê belge kirine ka çawa serê xelkê dibirin, çawa xelkê li xaçê didin, çawa xelkê dikujin, ne tenê di rabirdûyê de, na, di van 13-14 salan de heta hatina wan a Şamê û heta îro jî her roj vîdeoyan belav dikin.
Binêre li şûna ku bo mînak eger kesek ji wan hebe ku bi rejîmê re bûye, her kesekî şaristanî tê û disekine û fermana dadwerî derdixe, bi rêz digirin û jê dixwazin kerem bike were ba me, lêpirsîn pê re tê kirin û diçe ber dadperweriyê û parêzer jê re heye, ne ku li kolanan bên kaşkirin û lêdan û serbirîn û tiştên wisa ku mirov tenê di fîlmên dînan de dibîne, bi wan bikin. Nexwe mirov çawa dikare bi wan re biaxive? Eger ew dibêjin em dewleteke demokratîk a rasteqîn dixwazin, baş e nîşanî me bidin, ne bi gotinê, destûra xwe nîşan bidin. Bo mînak hevpeyvînek bi vî Ehmed Şer (Colanî) re li BBCyê kirin, her pirsek jê dikirin, bo mînak li ser vexwarinê dibêje ev sibe komîteya qanûnî biryarê li ser dide, ez dest tê wernadim. Hicab komîteya qanûnî biryarê li ser dide. Sibe eger sed kes ji zilamên qanûnî ku li Îdlibê pê re bûn û ji Nusra, Qaîde, yanî ji wan re bibêje qanûnan deynin, ev ew e ku qanûn dixwaze û her pirsek jê tê kirin dibêje niha ne wext e, kîjan Sûriye? Kengî wextê wê ye?
Rûdaw: Gelekî spas Rîbal Esed, pismamê serokê berê yê Sûriyeyê, Beşar Esed û kurê Refet Esed, serokê Rêxistina Demokrasî û Azadî li Sûriyeyê, tu ji Spanyayê bi me re bûyî. Spas birêz Rîbal...
Rîbal Esed: Spas xoşewîstê min.
Rûdaw: Temaşevanên hêja, spas bo we jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse