Balyozê Îraqê yê Fransayê: Pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê gelekî taybet in

03-11-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Fransa Wedî Betî
A+ A-

Balyozê Îraqê yê Fransa Wedî Betî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Parîsê wekî serdaneke gelekî giring bi nav kir û tekez kir ku dê bandorê li ser rewşa siyasî bike.

Herwiha Balyozê Îraqê got ku Serokkomarê Fransayê dê dawiya vê mehê biçe serdana Îraqê.

Wedî Betî diyar kir ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê nîşan dide ku têkiliyên germ û xurt di navbera Fransa, Herêma Kurdistanê û Îraqê de hene û di peywendiyan de sarbûn nîne.

BalyozêÎIraqê li Fransa got ku Nêçîrvan Barzanî ne tenê siyasetmedarekî sereke ye di proseya siyasî ya Îraqê de, di heman demê di platformên herêmî û navneteweyî de jî siyasetmedarekî sereke ye.

Li aliyê din Betî tekez kir ku “Lawazbûna Herêma Kurdistanê dê Îraqê jî lawaz bike”.

Betî da zanîn ku dê Emmanuel Macron di dawiya vê mehê de biçe serdana Îraqê.

Balyozê Îraqê yê Fransa Wedî Betî bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Ala şalî da da û serdana Nêçîrvan Barzanî ya Fransayê û giringiya wê nirxand.

Rûdaw: Silav temaşevan û guhdarên Rûdawê. Ez li balyozxaneya Îraqê ya li Parîsa paytexta Fransa me. Ez dixwazim bi birêz Wedî Betî balyozê Îraqê yê Fransayê re behsa serdana birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bikim. Silav birêz Balyozê Îraqê yê Fransayê, spas ji bo vê hevpeyvînê.

Wedî Betî: Slav, bixêr hatin.

Rûdaw: Gelekî spas, bila ew pirsa min a yekem be! Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Fransayî wê bandoreke çawa li peywendiyên Îraq û Fransayê bike?

Wedî Betî: Bi rastî ez gelek kêfxweş im ku cara duduyan bi Rûdawê re hevpeyvîn dikim. Hevpeyvînên me yên li gel Rûdawê her tim bi bûyerên gelek girîng re hevdem in. Berê jî dema ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di meha Kanûna Paşîn de bi awayekî fermî çûbû Fransayê, me hevpeyvînek bi Rûdawê re kiribû. Îro careke din di civîneke din a girîng de em di xizmeta we de ne, ew jî bixêrhatina cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî ye ku li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi serdaneke fermî gihîştiye Fransayê.

Helbet hûn dizanin ku peywendiyên Îraq û Fransayî gelekî bihêz in û ez dikarim bibêjim ku ev serdema zêrîn a pêwendiyên Îraq û Fransayê ye. Ev peywendî ne encama hewlên dîplomatîk ên duh û îro bûye, belku peywendiyeke bingehîn e ku bi giştî bi tevahiya Îraqê ve girêdayî ye û pêwendiyeke taybet bi Herêma Kurdistanê re heye. Serdana cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî bê guman dê roleke giring bilîze ji bo xurtkirina peywendiyan û danîna bingehek bihêztir û geşepêdana asteke bilind.

Rûdaw: Hûn dizanin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her tim dibêje dema ku ez serdana derve bikim dê birêz Mihemed Şiya Sûdanî agahdar bikin û birêz Sûdanî jî dibêje ku Nêçîrvan Barzanî nûneratiya tevahiya Îraqê dike. Hûn baweriya di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê û hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de çawa dibînin?

Wedî Betî: Ev rewşa sirûştî ye ku hemû Îraqiyan dilxweş dike, dema hemahengî û hevkarî di navbera serkirdeyên bilind ên siyasî yên Iraqê de hebe, daku bandor, wek di warê fîzîkî de, bibe pêleke çêker. Xebatên avaker û xebata hevbeş dê di berjewendiya Îraq, Herêma Kurdistanê û hemû parêzgehên din ên Îraqê de be.

Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di rewşeke saxlem de ne. Pêwîstiya me hemûyan bi vê jîngeha saxlem heye, bi taybetî di demekê de ku rewşa navçeyê gelek hestiyar e û pêwîst e jîngeh û hevahengiyeke wiha di asta herî bilind de çêbibe, ji bo têkoşîna hemû pirsgirêkan û dîtina çareseriya hemû pirsgirêkan.

Rûdaw: Dixwazim bizanim rêkeftina stratejîk a di navbera Fransa û Îraqê de baş diçe yan na?

Wedî Betî: Werin em li 10 mehên derbasbûyî yên piştî serdana serokwezîr binêrin. Dibe ku ev yek nîşana başbûna pir mezin a peywendiyên di navbera Îraq û Fransayê de bide me. Eger mirov li asta serdanên bilind ên di navbera her du welatan de binere, serokwezîr serdana Parîsê kir û rêkeftineke stratejîk ya hevbeş îmze kir û piştre jî serdana birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Piştî vê yekê Serokê Desteya Dadwerî ya Bilind serdana Fransayê kir. Piştre birê Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Dr. Fuad Husên û piştî demeke kurt Wezîrê Dadê serdaneke nû kir. Ev yek ji bilî serdana çend şandeyên teknîkî ji bo Parîsê ye. Berî sê hefteyan, birêz Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî serdana Parîsê kir.

Em îro pêşwaziya cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Serok Nêçîrvan Barzanî dikin. Biryar e di dawiya vê mehê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi serdaneke fermî serdana Îraqê bike. Ji aliyê din ve, Wezîrê Parastinê yê Fransayê jî dê bi awayekî cuda bê serdana Îraqê. Ev hemû çalakî îsbat dikin ku em li ser rêya rast in ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera Îraq û Fransayê de.

Rûdaw: Lê carna giliyên Fransayê li ser aliyên Îraqî hene. Hûn ê li vir li Fransayê van giliyan birêzan re bipeyivin? Hûn ê li ser vê yekê nîqaş bikin?

Wedî Betî: Tişta ku min demek berê behs kir serdanên pir girîng e ku di van astên bilind de têne kirin. Serdana sê serkirdeyên pir girîng, serokwezîr, serokê desteya bilind a dadwerî, serokê civata nûneran û îro jî Serokê Herêma Kurdistanê, nîşan dide ku têkiliyeke germ heye û di pêwendiyê de sarbûn nîne. Berevajî vê yekê, ez bawer nakim ku aliyên Fransî di peywendiyên xwe yên ligel Iraqê de sar bin. Têkilî, koordînasyon û hevkariya me dewam dike. Ji bo cîbicîkirina projeyên stratejîk me gavên baş avêtine. berî demekê kompanyaya Totalê rêkeftinek bi Îraqê re îmze kir û dest bi kar û barên xwe kir.

Hefteya bê em ê bi Kompanyay Talsê re peymanekê îmze bikin. Bi vî awayî tişt berdewam dikin. Herwiha Ajansa Geşepêdana Fransî ya li Îraqê û saziyên din ên Fransî li Îraqê gelek bi karên xwe dikin. Li ser asta xwendinê hemahengî heye û çendîn peymanên têgihîştinê û hevkariyê di navbera zanîngehan de hene. Di serdana Serokwezîrê Îraqê ya Parîsê de jî me 6 peymanên lihevkirinê îmze kirin. Bi taybetî di warên yekparêziyê û têkoşîna li dijî gendelî û perwerdeya dîplomasî û perwerdeya dadweran de. Ev hemû destnîşan dikin ku divê em bêtir girîngiyê bidin hemî warên din ên ragihandinê, ne tenê yekî. Ji ber vê yekê ez dixwazim tekez bikim ku di navbera me de têkiliyeke germ û xurt heye.

Rûdaw: We behsa çend xalên giring kir, lê Fransa dilgiran e ji ber hêdî cîbicîkirina projeya Total û nehiştina wê derfetê ji bo avakirina Balafirgeha Mûsilê. Ez dizanim danûstandin baş in, lê dîsa jî hin ji van projeyan bi sistî dimeşin! Fransî li ser wê çi dibêjin?

Wedî Betî: Di derbarê mijara Totalê de danûstendin berdewam dikin. Hûn dizanin proje pir mezin û stratejîk e. Ew jî çar pirojeyan dihewîne û lêçûna pirojeyê bi dehan milyar dolar e, ji ber wê jî pêwîstiya berdewam bi gotûbêjan heye û dibe ku li ser çend xalên teknîkî cudahî hebin û kar ji bo çareserkirinê hebe. Her wiha peyman hat îmzekirin.

Derbarê balafirxaneya Mûsilê û projeyên din de, derfetên mezin ji bo kompaniyên Fransî hene û me berî du hefteyan konferansek li dar xist û ez bawer dikim hûn jî tê de beşdar bûn. Me amaje bi wê yekê kir ku deriyê Iraqê ji şîrketên Fransî re vekirî ye. Em wan teşwîq dikin ku bikevin nav bazara Îraqê û bikarin xwe bi awayekî birêxistin bikin ku bikarin hevrikiyê ligel kompaniyên din ên ku bi hêz derbasî bazara Îraqê bûne bikin û me hertim han daye wan.

Rûdaw: We behsa peymaneke din a di navbera Iraq û Fransayê de kir. Ma ez dikarim bizanim ev peyman çi ye?

Wedî Betî: Me got, gelek projeyên din hene. Deriyê Îraqê ji şîrketên Fransî re vekirî ye ku ji van hemû derfetan sûd werbigirin. Weke Balyozxaneyê em her tim tekez dikin ku her çend me bi hev re kar kiribe jî, bi taybetî di warê aborî de, dê pêwendiyên me hîn bihêztir bibin.

Rûdaw: Konferansa bê ya li Bexdayê bi piştgiriya Fransayê dest pê kir. Konferansa bê wê kengî bê lidarxistin?

Wedî Betî: Biryar e di dawiya vê mehê de kongreya sêyemîn li Bexdayê were lidarxistin. Lê ji ber rewşa nû ya li herêmê û sûcên giran ên ku li Xezeyê li dijî gelê Filistînê tên kirin, biryar hat dayîn ku kongre hinek were paşxistin. Hûn dizanin ku Iraq dixwaze di kongreya xwe ya sêyem de tiştekî pir taybet bike û dw dê kongreyeke pir serkeftî. Kengî kongre bê lidarxistin ne girîng e, ya girîng ew e ku di roja rast de bê lidarxistin. Ji bo ku kongre bibe xwedî pêşniyarên pir girîng û bi bandor. Bi taybetî Îraqî çaverê dikin ku ev kongreya bê bibe bingehek ji bo kar û hemahengiya hevbeş ku di berjewendiya welatên herêmê û welatên dost de encam bide.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê bi Fransa re peymaneke çandiniyê heye, hûn ê çiqasî hevkariyê bikin da ku ev rêkeftina li gel Herêma Kurdistanê bi awayekî baş bê cîbicîkirin?

Wedî Betî: Hûn dizanin balyozxaneya me balyozxaneya Îraqê ye. Herwiha hemahengiyeke bilind di navbera Balyozxaneya Îraqê û Nûnertiya Herêma Kurdistanê de heye. Emê peywendiyên Îraq û Fransa di hemû aliyan de bişopînin. Bi taybetî têkiliyên Fransa bi hikûmeta navendî re û têkiliyên Fransa bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re. Lewma em bi hûrî li hemû mijarên girêdayî Herêma Kurdistanê dinêrin. Weke ku min di destpêkê de jî got, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa gelek taybet in û Herêma Kurdistanê li Fransa xwedî pêgeheke taybet e û em ji bo hevahengiya zêdetir û her tiştê ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be, kar dikin.

Rûdaw: Haya we jê heye ku Fransa ji bo birêxistinkirina Wezareta Pêşmerge piştgiriya Herêma Kurdistanê dike. Ma ew vê yekê bi we re nîqaş bikin?

Wedî Betî: Fransa di warê piştevanîkirina Hêzên Pêşmerge de roleke mezin heye. Wek tê zanîn hêzên Pêşmerge beşek e ji sîstema parastina Îraqê û yek ji hêzên ewlehiyê yên Îraqê ye.

Rûdaw: Pêşkeftina Herêma Kurdistanê ji bo we wek nûnerê Iraqê li derve çiqasî bihêz e û hûn çiqas şanaziyê pê dikin?

Wedî Betî: Bê guman her serkeftin û pêşketinek li Herêma Kurdistanê, pêşketin û serkeftina tevahiya Îraqê ye jî. Ezmûna girîng a avadankirinê li Herêma Kurdistanê ezmûnek e ku hemû Îraq pê serbilind e. Ez nabêjim ku ez wisa difikirim, berevajiyê wê, ez di wê baweriyê de me ku divê em şanaziyê bi vê ezmûna bêhempa ya geşbûna Herêma Kurdistanê bikin. Her ku Herêma Kurdistanê pêşde biçe, wê bandorê li ser parêzgehên din ên Îraqê jî bike ku dê li heman ezmûna serkeftî binêrin. Ji ber wê jî bazara Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji bazara Iraqê ye.

Bê guman xebat ji bo pêşxistina vê rewşê û belavkirina dewlemendiyê berdewam dikin. Ezmûn nîşan daye ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê dê bandoreke erênî li ser bihêzbûna Îraqê bike. Berovajî vê yekê ye, bêguman lawazbûna Herêma Kurdistanê dê Îraqê jî lawaz bike. Bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de. Me dît çawa di sala 2014ê de me bi hev re şerê DAIŞê kir, ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê dê Îraqê bihêz bike û berovajî vê yekê, bihêzbûna Îraqê dê rê li ber bihêzbûna Herêma Kurdistanê veke.

Rûdaw: Mijara sereke ya hevdîtinên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokkomar Macron dê çi be? Hûnê di hemû hevdîtinan de li gel Serokê Herêma Kurdistanê bin?

Wedî Betî: Hûn dizanin ku Serok Nêçîrvan Barzanî ne tenê siyasetmedarekî sereke ye di proseya siyasî ya Îraqê de, di heman demê di platformên herêmî û navneteweyî de jî siyasetmedarekî sereke ye. Di siyaseta navneteweyî de jî kesayetekî pejirandî û pêbawer e. Ez difikirim ku hevdîtina wî ya bi Serok Macron re bê guman dê civînek pir girîng be Ji ber ku kesayet û siyasetmedarên bi vî rengî bi serokan re hevdîtin dikin, bandora wan li ser rewşa siyasî heye.

Rûdaw: Birêz Wadî Betî, Balyozê Îraqê yê Fransayê, gelek spas dikim ku hûn di vê hevpeyvînê de li gel me bûn, rojeke xweş ji we re dixwazim. Her serkeftî bin.

Wedî Betî: Gelek spas ji bo Rûdawê. Em hêvîdar in ku hîn bêtir mezin bibin û karên bêhempa, çêtir û serfiraztir bikin. Her wiha hêviya serkeftinê ji we re dixwazim di rûmala taybet a serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Fransayê de. Ez piştrast im ku ev serdan dê bandorek gelek girîng û erênî li ser peywendiyên Fransa û Kurdistanê bi taybetî û pêwendiyên Fransa û Îraqê bi giştî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst