Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Fransaya wekî serdaneke pir giring bi nav kir û ragihand ku ew serdan li ser vexwendina Serokkomarê Fransayê ye.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê got “İraq û Herêma Kurdistanê ji bo Fransa girîng in û bêyî İraq û Herêma Kurdistanê aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê.”
Herwiha Dolemerî diyar kir “Serokkomar Macron bi helwest û girîngiya Nêçîrvan Barzanî baş dizane. Nêçîrvan Barzanî roleke girîng di avakirina Hikûmeta Îraqê de hebû û dixwaze bi Îraqê re aştî û aramiyê pêk bîne.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa ragihand, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bandora Serokê Herêma Kurdistanê fêm dike û serdana Nêçîrvan Barzanî dê bandorê li pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bike.
Derbarê hewlên Fransa li ser pirsa di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Dolamarî got ku Fransa hertim ji bo kêmkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kar kiriye û hewl dide pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baş bin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Fransayê û pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê bersiva pirsên nûçegihan Rûdawê Ala Şalî da.
Rûdaw: Silav temaşevan guhdarvanên Rûdawê. Ez li Parîsê me, paytexta wî welatê ku endamê daîmî yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û di nava Yekîtiya Ewropayê de xwedî cihekî girîng e. Biryar e careke din pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike. Ezê li gel birêz Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolamarî gotûbêj bikim. Silav birêz Elî, ji bo vê hevpeyvînê gelek spas. Dixwazim bizanim Serokê Herêma Kurdistanê û Macron dê kengî bicivin? Armanca serdana wî û mijarên sereke yên gotûbêjên wan dê çi bin?
Elî Dolemerî: Belê spas ji bo me û silav ji bo temaşevan û guhdarên Tora Medyayî ya Rûdawê. Hûn dizanin ev serdan pir girîng e. Serdan li ser vexwandina fermî ya Serok Macron e û Serok Nêçîrvan Barzanî dê serdana Parîsê bike û ligel wî bicive. Civîna ku wê sibeha Înê bê lidarxistin, wê bibe civîneke girîng. Ji her kesî re eşkere ye ku îro cîhan di rewşeke hestiyar re derbas dibe. Gelek eniyên şer hene, şerê Ukrayna û Rûsyayê. Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de didome, niha şerekî nû li nêzî me derketiye, şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de.
Lewma ev serdan xwedî girîngiyeke taybet e Ji aliyê din ve, ji ber vîrusa koronayê têkiliyên derve yên kurdan bi cîhanê re kêm bûne, piştre jî şerê Rûsya û Ukraynayê derket. Di heman demê de, Fransa careke din vexwendnameyeke fermî pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kir ku rewşa navçeyê bi taybetîya Herêma Kurdistanê û Îraqê gotûbêj bike. Ji ber ku hem Iraq û hem jî Kurdistan ji bo Fransayê xwedî girîngiyeke taybet in. Ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn bêyî Îraq û Herêma Kurdistanê pêk nayê. Ji ber wê jî di vê derbarê de Serok Macron bi başî pêgeh û girîngiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dizane ku dixwaze aramî û aştiyê li gel Îraq û navçeyê pêk bîne. Her wiha bi Îraq, Tirkiye, welatên cîran û welatên derve re jî têkiliyên baş hene.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim ku Îraqê gelekî pirsgirêkên xwe hene û heta niha gelekî pirsgirêk bi Hewlêrê re hene. Fransa li rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi taybetî li gel Îraq û navçeyê bi taybetî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çawa dinêre?
Elî Dolemerî: Zelal e birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dema serokatiya xwe de di gelek waran de roleke gelek girîng lîst. Ji destpêkê heta niha dikare roleka bi bandor di pêkanîna Hikûmeta Îraqê û çareserkirina arêşeyên kûr de bibîne û ji ber ku pîwendîyên wî yên baş bi hemû aliyên Îraqî re hene û ji Şîe, Sune û hemû pêkhatên dinên Îraqê jî pêk tên û heta ji nava Kurdistanê jî pêwendiyên wî yên baş bi hemû hêz û aliyên siyasî re hene.
Bi welatên cîran re jî têkiliyên pir baş hene. Di heman astê de bandora xwe li ser welatên Ereb û herêmê jî heye. Serok Makron bandora erênî ya Serokê Herêma Kurdistanê bi rol û helwêsta xwe fam dike û dikare cihê xwe di rewşa niha ya herêmê de bibîne. Herî kêm ew dikare roleke aktîf di dabînkirina ewlehî û aramiyê û başkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze.
Rûdaw: Gelo bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên din re, bi taybetî di danûstandinên ligel Bexdayê de, çi bandora xwe heye? Bi dîtina we ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê û hevdîtinên wî yên li gel welatên cîhanê çiqas bandorê li danûstandinên li gel Bexdayê dike?
Elî Dolemerî: Bêguman dê bandora wê hebe. Weke ku we di destpêkê de jî diyar kir, Fransa endamê daîmî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û bi Almanyayê re hevserokatiya Yekîtiya Ewropayê dike. Vexwandina Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê serokê welatekî bihêz wek Fransa ve, bêguman dê bandorê li peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bike, ji ber ku îro Hewlêr piştgiriyeke gelek bihêz heye. Wek mînak Fransa û Serokomar Macron bi taybetî di sala 2017an de roleke mezin di şikandina dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê de lîst.
Herwiha bi berdewamî ji bo kêmkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar kiriye û niha jî hewl dide pêwendiyên baş ligel her du paytextên Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê bidomîne. Ji ber ku Serok Macron dizane ku bêyî pêwendiyên baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de, zehmet e ku ewlehî û aramî pêk were.
Rûdaw: Serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê bo Parîsê di sala 2019an de bû. Me jî rûmala wê serdanê kir. Parîs û Hewlêr bûn destxwişk. Dîsa di navbera Parîs û Hewlêrê de ti çalakî çênebû. Sedema vê yekê çi bû?
Elî Dolemerî: Na, berovajî tiştên baş qewimîn, rêkeftin di navbera Hewlêr û Parîsê de hat îmzekirin ku Parîs alîkariya Hewlêrê bike. Çend şandên teknîkî yên Hewlêrê hatin serdana Parîsê, bi taybetî di warê plansaziya bajarî û birêvebirina çend projeyan de. Herî dawî jî rêya bisiklêtan a li Hewlêrê hatiye vekirin.
Di Gulana îsal de şaredarê Parîsê çû serdana Hewlêrê û li ser navê şaredariya Parîsê biryar dabû ku yek ji kevintirîn xaniyên kela Hewlêrê were restorekirin. Şaredarê Parîsê jî bi fermî Hewlêrê vexwendiye ku beşdarî merasima vekirina Olîmpiyata 2024an bibe û çendîn civînên din yên girîng di navbera Hewlêr û Parîsê de di gelek waran de hatine lidarxistin. Hin ji wan jî hatine bicihkirin lê dibe ku di çapemeniyê de têra xwe cih negirtibe. Ji ber vê yekê ez dibêjim têkiliyên Hewlêr û Parîsê berdewam dikin.
Rûdaw: Yanî li gorî çalakiyên ku we diyar kirin, berdewamkirina têkiliyan dê gavên din jî bi xwe re bîne?
Elî Dolemerî: Belê, bêguman ev gav û têkilî berdewam dikin. Bi taybetî piştî sala 2019an ku ev peyman hat îmzakirin, vîrusa koronayê derket holê û paşê şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê dest pê kir, lê tevî van hemû dijwariyan, Hewlêr û Parîs her tim li ser xetê ne, çi online û çi bi serdan.
Rûdaw: Fransa di nava xebatên reformê yên Wezareta Pêşmerge de cih digire lê bi giştî Fransa û welatên din dilgiran in ku pirose hêdî dimeşe. Fransî çawa li xebatên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de dinerin?
Elî Dolemerî: Fransa dixwaze pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê her tim baş bin. Herwiha divê di navbera hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de peywendiyên baş hebin. Ji ber ku yekrêziya aliyên siyasî dê Herêma Kurdistanê bihêztir bike, bi taybetî di pêwendiyên wan ên bi Bexdayê re de. Ji ber vê yekê Fransa hertim hizra Îraqeke bihêz di navxwe de û hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina mafên rewa yên gelê Kurd di çarçoveya destûra Îraqê de dîtiye.
Ev peyama siyasî ya Fransa ye ku Kurd di çarçoveya destûra Îraqê de daxwaza mafên xwe bikin. Divê bi hikûmeta Bexdayê re jî peywendiyên wan baş bin û her tim piştgiriya vê siyasetê bikin. Herwiha tekez li ser wê yekê jî kirin ku divê hikûmeta Iraqê hemû mafên rewa yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de dabîn bike. Li hemberî wî ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwazin ku yekrêzî û çaksaziyê bikin û hemû saziyên xwe birêxistin bikin û di nav wan de Wezareta Pêşmerge jî.
Rûdaw: Lê dibînin ku pêvajo hêdî dimeşe, Fransa li ser vê yekê çi dibêje?
Elî Dolemerî: Heya niha bertekeke bi vî rengî çênebûye. Wek hûn jî dizanin Amerîka û Brîtanya wek hêzên yekem li Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser vê pêvajoyê kar dikin. Lê Fransa hertim piştgîriya vê yekê dike ku pêwîst e hêzên Pêşmerge rêzên xwe birêxistin bikin. Ne tenê ew lê ew hertim daxwaza ji nû ve birêxistinkirina hemû saziyan dikin, daku bikaribin yekitiya xwe ji bo pêkanîna daxwazên gelê Kurd li Îraqê dabîn bikin.
Rûdaw: Em vegerin ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Parîsê û civîna roja Înê ya ligel Serokkomar Macron. Ev di demekê de ye ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de gelekî germ e û hemû cîhan çavdêriya vê rewşa nû dike, ku bandoreke mezin li navçeyê kiriye. Wê bandorê li hêzên koalîsyonê bike, bi taybetî li Iraqê. Fransa vê rewşê çawa dixwîne? Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêalîbûn hilbijart! Fransî çi dibêjin?
Elî Dolemerî: Min berê behs kiribû ku Serok Macron ji ber geşedanên şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û heta ji rewşa Xezeyê pir nîgeran e. Ji ber vê yekê serdana herêmê kiriye û bi serokê welatên wekî Urdinê re hevdîtin kir. Fransa naxwaze ev şer gurtir bibe, ji ber ku heta niha şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye, ku Herêma Kurdistanê roleke gelek girîng tê de hebû. Em ji bîr nekin ku Fransa gelek qurbanî dane. Ew welatê yekem bû ku hem li hundur hem jî li derveyî welat qurbanî da. Ji ber vê yekê Serokomar Macron di axaftina xwe ya dawî de got ku divê em li dijî komên terorîst ên li herêmê koalîsyoneke din bikar bînin.
Lewma pêwîstiya wan bi Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge heye, ji ber ku DAIŞ bi dawî nebûye. Rast e xaka wê nîne, lê îdeolojiya DAIŞê û yên ku ji bo wê şer dikin veşartî dimînin. Ji bo ji holê rakirina wan çend salên din jî lazim e. Fransa bi berdewamî piştevaniya xwe ji bo hêzên din, bi taybetî artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge, ji bo berdewamiya bidawîkirina şer di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya ku Fransa tê de beşdar e tekez kiriye. Siyaseta Fransayê ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêalî bimîne.
Daxuyaniya rêveberiya Hewlêrê ya ji bo agirbesta lezgîn û avakirina dewletek ji bo Filistînê ku bi baweriya wan mafê gelê Filistînê ye, ji bo Fransayê gelekî girîng bû. Divê ev şer veguhere nakokiya du netewe û du dewletan. Ev tenê nakokiyek di navbera Îsraîl û rêxistina terorîst a Hemasê de ye.
Rûdaw: Serokomarê Fransayê ku li Brukselê di lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de ku me jî dişopand, diyar kir ku avakirina koalîsyoneke navneteweyî ya li dijî Hamasê çiqas girîng e. Herwiha we diyar kir ku divê ev yek jî mîna koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê be. Li Fransayê ev mijar çawa tê nîqaşkirin? Ji ber ku di rûyê Serok Macron de xuya bû, me bi zelalî dît ku ew ji rewşa Fransa û metirsiya êrîşên terorîstî pir nîgeran bû.
Elî Dolemerî: Bê guman Fransa ji ber metirsiyên li ser Fransayê di rewşeke gelek xirab de ye û proseya hatina penaberan a Fransayê berdewam e û Fransa jî nizane kesên tên wî welatî kî ne. Ji bo ku şer hîn zêdetir pêş nekeve û deriyê qeyranên nû venebe dê hewlên xwe bide. Ji ber ku li cîhanê gelek krîz hene. Li aliyekî Rûsya û Ukrayna, li aliyê din Azerbaycan û Ermenîstan hene û niha jî Hemasê wekî tevger li dijî Îsraîlê şer îlan kiriye.
Ev bûne sedem ku gelek grûpên terorîst ên din bi Hemasê re hevkariyê bikin da ku êrişên xwe li dijî Israîlê xurt bikin, ji ber ku gelek welatên wekî Amerîka, Fransa û Brîtanya bûne hevalbendên dewleta Israîlê di berevaniyê de. Ji ber vê yekê, Serok Macron naxwaze ev şer gurtir bibe ku bibe sedema nearamiyê li navçeyê û bibe sedem ku komên terorîst ji vê rewşê sûd werbigirin û êrişî welatên Ewropî bi giştî û bi taybetî êrişî Fransayê ku roleke girîng di jinavbirina terorê de dilîze bikin.
Ji ber vê yekê, Fransa hertim armanca terorîstan e, vê dawiyê çend êrişên ku grûpên hewl didan êrişî Fransayê bikin ji Koşka Versailles, Muzexaneya Louvre û heta birca Eyfelê jî ku piştî wergirtina peyamên êrişên terorîstî hatin valakirin, pûç kirin. Fransa naxwaze ewlekarî û aramiya welatê xwe û welatên din ên Ewropayê bixe xeterê. Berdewamiya vî şerî dê bandorek neyînî li ser Parîs û welatên din bike.
Rûdaw: Lê hûn daxwaza Serok Macron li hundirê Fransa çawa dinirxînin? Ma ew vê daxwazê maqûl dibînin?
Elî Dolemerî: Bêguman hemû aliyên opozisyonê û gelê Fransa bi siyaseta Macron ya ragihandina piştevaniya navdewletî ji Îsraîlê re di şerê li dijî tevgereke terorîstî û parastina aramiya Fransa de hemfikir in. Xelkê Fransî dizanin ku eger li Rojhilata Navîn aramî çênebe dê bandorek rasterast li ser ewlehî û aramiya Fransa bike.
Rûdaw: Fransa di warê aborî de ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê hinartina petrolê de dikare çi rol bilîze?
Elî Dolemerî: Wek min behs kir, Fransa di gelek waran de, bi taybetî di warê siyasî de, pêwendiyên baş ligel Herêma Kurdistanê hene. Vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê belgeya peywendiyên bihêz e. Ev dehemîn car e ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji bo Koşka Elyseeyê tê vexwendin. Ji dema Nicolas Sarkozy heta niha. Her wiha di warên din ên çandî, akademîk û aborî de jî têkiliyên me yên pir baş hene. Nêzîkî 30 kompanyayên Fransî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Ev hejmar dê zêdetir bibûya lê şerê DAIŞê bû sedem ku hinek ji wan vekişin û hinek jî tirsiyan ku neyên Herêma Kurdistanê.
Kompanya naxwazin li cihekî ku şer û pevçûn lê heye veberhênanê bikin lê kompanya serdana Herêma Kurdistanê kirine û li wir veberhênanê dikin. Pirsgirêka petrolê pirseke navxweyî ya di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de ye lê Fransa dixwaze di çarçoveya destûrê de pirsgirêk çareser bibe. Hertim hewl dane ku çareseriyeke guncaw bibînin ji ber ku ev yek zirarê dide hemû civakên din ên Îraqê. Wek min behs kir Fransa bi her awayî dixwaze li Îraqê aramî û ewlehî çêbibe. Ji ber vê yekê di warê aborî, siyasî û ewlehiyê de, bêyî aramiya di navbera Bexda û Hewlêrê de, zehmet e ku ewlehî û aramiya herêmê were parastin ku dê bandoreke rasterast li ser Fransa bike.
Rûdaw: Girîngiya serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Fransayê bi taybetî ji bo niha çi ye?
Elî Dolemerî: Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî dikare roleke girîng di aramkirin û nehiştina alozbûna rewşa niha ya navçeyê de bilîze. Me berê jî şahidiya vê rolê kir û em ê di pêşerojê de jî bibînin. Cîhan niha di krîzek pir mezin re derbas dibe. Vexwandina Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Fransa nîşan dide ku; Belê, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî dikare di kêmkirin û aramkirina alozî û qeyranan de roleke dîrokî bilîze.
Peyama Serokomar Macron ew e ku şer di vê astê de raweste û zêdetir zêde nebe û di dawiyê de agirbestek di navbera her du aliyan de were ragihandin û kirîzek bixwîn li herêmê dernekeve. Ji ber ku li Îraq û Sûriyê gelek komên terorîst hene ku dikarin bikevin şer. Lewma rola Serokê Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina rewşa niha ya Rojhilata Navîn dê girîng be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse