Li Wanê sempozyuma Mela Mehmûdê Bazîdî û Aleksander Jaba hat lidarxistin

30-05-2024
Abdulselam Akinci
Wêneyek ji sempozyumê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêneyek ji sempozyumê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sempozyum Wan Mela Mehmûdê Bazîdî Aleksander Jaba
A+ A-

Wan (Rûdaw) -  Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji aliyê Enstûtiya Zimanên Zindî ve 5emîn Sempozyuma Navnetewî ya Kurdî hat lidarxistin.

Sempozyuma îsal li ser nivîskarê Kurd Mela Mehmûdê Bazîdî û Kurdelogê Polonî Aleksander Jaba û mîrasê wan bû.

Ji bilî zanîngehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji zanîngehên Herêma Kurdistanê û zanîngehên cîhanê jî bi giştî 37 akademîsyên û lêkoler beşdar bûn û gotarên xwe pêşkeş kirin.

Gotar dê bibin pirtûk

Gotarên sempozyûmê dê paşê wekî pirtûk jî were weşandin.

Mamosteyê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û Serokê Lijneya Amedekar a Sempozyumê Doç.Dr.Yakup Aykaç got:

“Hêvî dikim wekî arşîv û koleksiyona Aleksandre Jaba, em koleksiyona Oscar Mann, Martîn Hartman, Lekok ên din jî peyda bikin hemûyan wekî pirtûk biweşînin.”

37 akademîsyenan gotarên xwe pêşkeş kirin

Di sempozyuma kaşifên xezîneyên Kurdî Mela Mehmûdê Bazîdî û Aleksander Jaba de ku ji 8 rûnistinan pêk hat ji zaningehên welatên wekî Hollanda, Rusya, Gurcistan, Îran, Herêma Kurdistanê û Almanyayê bi giştı 37 akademisyen û lêkoleran gotar pêşkeş kirin.

Berpirsîyarê Enstutîya Ehmedê Xanî ya Stocholmê Mahîr Taha jî got:

“Taybet li ser Ehmedê Xanî dibêji, eger Jaba û Bazîdî nebana, derbarê Ehmedê Xanî di destê me de ji sedî 75 zanyarî dê nebana. Ev tiştek gelekî girîng e.”

“Kurd bê bingeh nînin”

Dîroknas Sînan Hakan jî got:

Tiştên ku derketine ronahiyê divê em bi perspektif û paradîgmayeke nû li ser Kurdewarî û bingeheke nû biafirînin.

Kurd bê bingeh nînin, Kurd bê dîrok nînin ev yek jî îspata wê ye.”

Lêkoler Mele Salih jî got:

“Li ser kultir û edebiyata Kurdî xebitîne. Bingehek girîng danîne û em deyndarên wan in.

Lêkoler û etnomuzîkolog Serdar Canan jî wiha got:

“Bi saya Mele Mehmûd û Aleksandre Jaba em bêjin behsa serpêhatîya kuştina Şekir Axa hatiye kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst