Mirady strana ‘Şêrîna Min’ belav kir

28-03-2025
RÛDAW
Mirady / Wêne: Medyaya civakî
Mirady / Wêne: Medyaya civakî
Nîşan Mirady Şêrîna Min
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermed û rockbêjê Kurd Mirady strana “Şêrîna Min” ku bi şêweya xwe gotiye belav kir.

Mirady ku bi deng û stîla xwe yê cuda balê dikişîne, strana “Şêrîna” ya Hozan Şiyar ji nû ve bi stîla xwe gotiye û li hemû platfomên dijîtal ên muzîkê belav kir.

Aranje, mîks û masterînga stranê Ozgur Umut Uçer kiriye.

Ozgur Umut Uçer jî karên aranje, mîks û masterînga stranê kirine.

Her wiha amûrên muzîkê jî Ozgur Umut Uçer û Serdar Kastellê jenandine.

Stran li S Ozgur Studyoyê û Studyo Arıdrumsê hatiye tomarkirin.

Mirady yekemîn albûma xwe ya bi navê “Xemname” sala 2004an belav kir.

Paşê jî kariyera xwe ya muzîkê, albûmên wekî “Marmasî”, “Tarumar”, “Xwelî”, “Delal” û “Telesî” berdwam kir û di nav muzîka Kurdî de cihê xwe qewîm kir.

Hunermedê Kurd sala 2015an jî derhêneriya albûma “Peşk”ê ya ku ji helbestên Bro Omerî pêk dihat kir.

Her wiha îsal jî bi boneya 30 saliya hunerî ya Mihemed Atli albûma bi navê “Na, Ne Tenê Me” amade kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst